Dîlan Mulhim/Qamişlo
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû rê û rêbazan pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê dikin hedef, ji çêkera aştiyê şehîd Hevrîn Xelef heta bi pêşenga Nivîsgeha Kar û Barên Edaletê û Çeksaziyê Zeyneb Mihemed rêwîtiyeke têkoşînê ya şehîdên ku navên xwe li rûpela dîrokê bi tîpên zêrîn neqişandine û bi îdeolojiya rizgariya jinan ji tevahî şêweyên koletiyê şer kir.
Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên mezin bi dest xistin, êdî ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber têkçûyînê ne. Destpêkê ji kantona Efrînê ve di 2018’an de dest bi êrişên dagirkeriyê kirin, dûre di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişên dagirkeriyê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîn. Armanca sereke ya dagirkeriya Tirk jin bûn, da ku vîna wan bişikînin û bihêlin dev ji têkoşînê û xwesteka pêkanîna azadiyê berdin.
Dewleta tirk a dagirker êrişî pêşengên şoreşa 19’ê tîrmehê dike
Ji rêzesûc, sûîqast û êrişên li dijî sembolên nîştimanî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker bi hovîtî êrişî kesayetên jin ên ku destê wan di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de heye, kirin hedef. Ji lew re bi hemû rê û rêbazan hewl didin van sembolan têk bibe û tola DAIŞ’ê hilîne.
Di 12’yê Cotmeha 2019’an de, sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef tevî ajokarê wê Ferhad Remedan li ser rêya M4 ji hêla çeteyên dagirkeriya Tirk ve hatin şehîdxistin û bi cenazeya wê lîstin. Ew yek di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî di 9’ê Cotmeha heman mehê de pêk hat.
Di 13’yê heman mehê de, Yadê Eqîde di encama topbarana dewleta Tirk a li ser sivîlên ku beşdarî karwanê ber bi Serêkaniyê ve çûne ku piştgiriya şêniyan û hêzên leşkerî li eniyan bikin, şehîd bû. Destkeftiyên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn ku ji hemû jinên li cîhanê re bûn nimûne, bi kêrî dewleta Tirk a dgairker nehatin. Bi wê re jî eriş û desthilata xwe ya baviksalar û rêbazeke nû ji bo hedefgirtina pêşengên şoreşa jinan pêk anî. Di 23’yê Pûşbera 2020’an de balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker maleke sivîlan li gundê Helnicê yê li başûrê rojhilatê Kobanê bombebaran kiribû. Di encamê de du endamên Kongra Star; Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî şehîd bûbûn. Di dawiya Gulana 2020’an de, hate eşkerekirin ku bi dehan jinên Kurd di girtîgehên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê de îşkenceya cinsî û fîzîkî li wan tê kirin.
Di 25’ê Hezîrana 2021’ê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Kobanê bombebaran kiribû, di encamê de 6 endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîd bûbûn; Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm, Welîd Mihemed Menla Hisên û Mesûd Îbrahîm.
Di 22’yê Çileya 2021’ê de hevseroka Meclisa Til Şayir a Hesekê Sede Hirmas û cîgira wê Hind Xidir ji hêla çeteyên DAIŞ’ê û bi piştgiriya dewleta Tirk ve hatin sûîqastkirin.
Di 19’ê Tebaxa 2021’ê de, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker navenda Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kiribû, di encamê de endama meclisê ya YPJ’ê û endama Meclisa Leşkerî ya QSD’ê Sosin Bîrhat şehîd bûbûn.
Di 30’yê Gulana 2022’yan de, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek erebeyek li Qamişloyê bombebaran kiribû, di encamê de şervana YPJ’ê Mizgîn Botan û welatparêz Kîsra Melek şehîd bûbûn û du şervanên YPJ’ê Dicle Cûdî û Hêvîdar Dirbêsiyê bi giranî birîndar bûbûn. Di 2’yê Tîrmeha 2022’yan de, balafireke bêmirov erebeyek li gundê Til Semin ê Reqayê bombebaran kiribû, di encamê de yek ji fermandarên YPJ’ê Mizgîn Kobanê şehîd bûbû. Di 22 – 28’ê heman mehê de fermandara YAT’ê Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan birîndar şehîd bûbûn. Her wiha li Eyn Îsayê erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate hedefgirtin, di encamê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûbûn; Beşar Mihemed Elî Bozan, Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El Hisên û Selma Elî Mistefa.
Di 27’ê Îlona 2022’yan de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke Hevserokatiya Nivîsgeha Kar û Barên Edlê û Çeksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li çerxerêya gundê Til Cemal ê Dêrikê kir hedef. Di encamê de Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd bûbûn.
Hevrîn xelef sembola aştiyê ye
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinên têkoşer derketin pêş, ji wan jî sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef e ku bû sembola aştî û berxwedanê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker. Armanca wê avakirina pira aştiyê û lihevkirina di navbera sazûmaniyên etnîkî yên cuda û xebata ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û pirrengî ya nenavendî bû. Xwedî peyama aştiyê bû û banga projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş dikir, her wiha dengê jina azad bû. Di oxira pêkanîna aştiyê, bidawîkirina wêraniyê û parastina gel û xaka Sûriyê de têkoşiya.
Bi destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî di 9’ê Cotmeha 2019’an de, çeteyên dagirkeriyê dest bi derbekirina aramiya herêmê kir. Di roja înê de (11’ê Cotmehê), dema Hevrîn Xelef ji bo pêkanîna erka xebatê li ser rêya M4 ku berê xwe dida Qamişloyê, bi hovîtiyekê ji hêla çeteyên dagirkeriya Tirk ve hate hedefgirtin û şehîd ket. Meclisa Malbatên Şehîdan di 12’yê Cotmehê de bi awayekî fermî şehadeta wê ragihand.
Hevrîn Xelef kî ye?
Şehîd Hevrîn Xelef ji malbateke welatparêz a navçeya Dêrikê ya Qamişloyê ye. Di 15’ê Mijdara 1984’an de hate dinê. Di dibistanên Dêrikê de dixwîne û piştre di Zanîngeha Helebê de endezyariya sivîl dixwîne. Di destpêka alûziya Sûriyê de di nava saziyên mirovî, hiqûqî û sivîl de çalak dibe û piştî wê dest bi xebata siyasî dike.
Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ew ji bo sekreteriya giştî ya partiyê hilbijartin. Hevrîn Xelef ne tenê parastina mafên kurdan dikir. Partiya Sûriya Pêşerojê ku Hevrîn Xelef bû alîkariya damezrandina wê, xwest xiristiyan, kurd û ereb bi hev re li dijî astengiyên jinûve avakirina herêmê bixebitin ku çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk wêraniyeke mezin li her derê pêk anîbûn.
Bi rêya tevlêbûna xwe ji xebata civakî û siyasî ya li herêmê di avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê ya 2014’an de destek da. Di saziyên rêveberiyê de çalak bû. Xebata damezrandina Saziya Zanist û Fikra Azad a 2012’yan kir, her wiha ji damezrînerên Nivîsgeha Perwerdeya Civakî û Akademî bû.
Di 2014’an de erka cîgira Hevserokatiya Desteya Enerjiyê wergirt û piştre bû Hevseroka Desteya Aborî ya kantona Cizîrê. Di Bihara 2018’an de bû Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ku hîna nû hatibû damezirandin. Projeya Hevrîn Xelef a siyasî li ser aştiya welatiyan bû. Ji ber wê bi çêkera aştiyê hate binavkirin. Her tim digot ew di xîtabên xwe de behsa pêkhatiyên etnîkî û olî bi giştî li Sûriyê ji Kurd, EReb, Suryan, Asûr, Ermen, Kildan, Çeçen û Tirkmen dike û banga avakirina Sûriyeke nenavendî û welatekî ji hemûyan re li ser bingeha yekîtiya gelê Sûriyê dikir.
Piştî ku şehîd bû, piranî malbatan navê Hevrîn li çekên xwe kirin. Piştî şehadeta Hevrîn Xelef komîteyek lêpirsînê ku doza siwîqastkirina şehîd Hevrîn lêkolîn bike û sûcdaran veguhêze dadgehên navneteweyî hate avakirin. Weqfa Mafên Jinan a Geşkirinê (AWID) gelek navên jinên Ereb, Amazig û Kurd tev li “Arşîva Hêviya Jinan” kir ku “jinên cîhana me guhartine” xelat û zindî bikin. Hevrîn Xelef jî yek ji wan têkoşeran e.
Şaredariya Barcetoyê ya bajarê Barma yê Îtaliya navê Hevrîn Xelef li pira çemê sar” Rio Revo Freddy” kir û wêneya wê li her du aliyên pirê daliqandin û li ser pirê “Ji bo mafên jinan têkoşiya û bi sedema îxanetê jiyana xwe ji dest da” hate nivîsandin, li gel wê jî navê wê li park, cihên giştî û akademiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.