Esma Mistefa/Qamişlo
Osmanî li ser xwînvexwarina gelan hatiye avakirin, ev rastî jî dîrok her roj ji me re piştrast dike. Di 6’ê Gulana 1916’an de rayadarên Osmaniya 21 rewşenbîrên Sûrî û Lubnanî ku li hember desthilatdariya Osmanî serî rakirine; hatin darvekirin.
Di berbanga 6’ê Gulana 1916’an de, rayedarên Osmanî 21 rewşenbîrên neteweyî darvekirin kirin. 14 ji wan li Meydana Burj a navenda Beyrûtê hatin darvekirin, ku paşê navê wê bû Meydana Şehîdan. Û 7 li Meydana Mercê li Şamê, piştî ku waliyê Şamê yê wê demê, Cemal Paşa el-Cezzar, wan tawanbar kir ku Bi hevkariya îstîxbarata Brîtanî û Fransî (Dijminên Împeratoriya Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekem de, ku wê salê di sala xwe ya sêyemîn de bû), lê belê ev yek tam ters bû ku armanca wan rizgarkirina welatê xwe ji destê desthilatdariya Osmaniyan bû, ku ji 400 salan zêdetir dom kir.
Bingeha Çîrokê
Di sala 1915’an de, waliyê Osmanî yê li ser Sûriye û Şamê, Cemal Paşa ku bi navê “Qesab” dihat nasîn, kampanyayek leşkerî destpêkirin da ku Kanala Siwês derbas bike û Misrê ji dagirkeriya Brîtanî vegerîne. Ew kampaniya bi “Şerê Seferbûrlikê” tê zanîn.
Artêşa Osmanî hwil da ku di rêya colostana Sînae re bikeve Misirê, Lêbelê, ji ber dijwarbûna rêyan di wê demê de, hêzên dagirker ên Osmanî westiyayî digihîştin qeraxên kanalê, ku ev yek pêvajoya dûrxistina wan ji aliyê hêzên Brîtanî ve hêsantir dikir. Şer bû sedema têkçûna artêşa “qesab” û kuştina piraniya leşkerên wî.
“Qesab” têkçûna kampanyayê xist stûyê serokatiyên siyasî û leşkerî ya Ereban ku ew bi xiyanetê û hevkariya bi Brîtanîyan re ji bo amadekirina şoreşek li dijî Osmaniyan tawanbar kir.
“Qesab” li ser guhartina tabûrên Ereb ên li Şamê bi tabûrên ku piraniya leşkerên wan Tirk bûn, xebitî. Wî efserên Ereb ên navdar ji karên wan dûr xistin û ew şandin herêmên dûr her wiha dest bi girtina rêber û rewşenbîrên neteweperest ên Ereb kir û îşkencekirina wan heta mirinê kir.
Piştî vê bûyerê ev roj ji bo Sûrîye û Lubnanê her sal weke Roja Şehîdan pîroz dikin. Bi rêzgirtina ji bo bîranîna wan û ya hemî şehîdên din. Lê kêm kes navên kesên ku bûne qurbanî û hatine darvekirin dizanin.
Navê şehîdên ku li Beyrûtê hatine darvekirin wiha ne: (Cercê Musa Hedad, Sayîd Fadil Eqil, Omer Mistefa Hemd, Ebdil Xenî Mihemed el Erîsî, Arêf Mihemed Sayîd el Şehebî, Tewfîq Ehmed el Besat, Seyf eldîn el Xetîb, Elî Omer el Neşeşîbî, Mehmûd Celel el Buxarî, Petro Bawlî, El Şêx Ehmed Tebara, Mihemed el Şentî, Emîn Litfî el Hafêz, Selîm el Cezairî)
Şehîdên ku li Şamê hatine darvekirin: (Şefîq Mueyed el Ezim, El Şêx el Hemîd el Zehrawî, Refîq Riziq Selûm, Ebdil Wehab el Ingilîzî, Şikrî el Eselî, Omer el Cezairî, Rişdî el Şemea)
Divê bê zanîn ku desthilatdariya Osmaniyan berî û piştî vê bûyerê jî gelek komkujiyên bi vî awayî pêk anîn ku di 21’ê Tebaxa 1915’an de, 10 kes ji Filistîn, Sûriye û Lubnanê li Beyrûtê hatin îdamkirin.
Di dema niha de em rastiya Dagirkeriya Titkiyê a ku xwe disiêre Osmaniyên ku li ser xwînvexwarina gelan hatiya avakirin dibînin. Kiryarên dijmirovî yên Osmaniyan hema bêje li ser hemû gelan û netewan hatine pêk anîn. Osmaniya nûjen a ku îro Tirkiyê û Erdoxan wî temsîl dike, heqîqet û niyeta Osmaniyan roj bi roj eşkere dike.