Ronahî Sadûn/Qamişlo
4’ê Gulana 1969’an wekî Roja Trafîkê ya Cîhanê hat ragihandin. Roja Trafîkê ya Cîhanê ne tenê boneyek sembolîk e, lê trafîk ji bo bêrixistinkirina bajêr û derveyî bajêr, herwiha kêmkirina qezayan xwedî roleke girîng e. Li ser vê bingehê jî trafîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatekî berfireh dide meşandin.
Di kongreya Cinêvê ya sala 1969’an de 4’ê Gulanê wekî Roja Trafîkê ya Cîhanê hat ragihandin. Pêkanîna zagonên Trafîkê ne vebijêrk e, lê erkekî welatparêzî û exlaqî ye, rêya parastina mirovan û avakirina civakekî ewle ye.
Zagonên Trafîkê
Zagonên Trafîkê zagonên ku li ser kolan û rêyan têne ferzkirin. Ev zagon sîstema trafîkê, sîstema parkkirinê, sînorê lezê û destnîşankirina aliyê ku divê wesayît bigire vedihewîne.
Ewlehiya Trafîkê
Ewlehiya trafîkê, di wateya xwe ya herî fireh de, armanc dike ku hemû plan û bernameyên trafîkê û tedbîrên pêşîlêgirtinê ji bo kêmkirina bûyerên trafîkê werin pejirandin, bi vî rengî ewlehiya canê mirov were parastin.
Zagonên bingehîn ên ewlehiyê dema bikaranîna erebeyan de;
Pêwîste ajokar li ser ajotinê bisekinin û ji tiştên ku bala mirov dikişînin dûr bisekinin.
Guh bidin nîşanên trafîkê.
Di şert û mercên hewayê yên xirab de baldar bin.
Kembera ewlehiyê li xwe bike.
Ji derbasbûna wesayîtan dûr bisekinin.
Valahiyekê bi ewle di navbera xwe û erebeyan de bihêlin.
Pabendbûna bi lezên diyarkirî.
Parastina birêkûpêk a erebeyan.
Trafîk erkekî exlaqî ye û xwedî roleke girîng e
Piştî ku şoreşa Rojava destpêkir gelek sazî û navend hatin avakirin, yek ji wan saziyan jî avakirina saziya Polîs Tirafîkê bû. Ji bo ku hêsaniya çûn û hatina wesyîtan, xebatên trafîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Armanca Trafîkê ew e ku pirsgirêkên di mijara trafîkê de çareser bike. Herwiha bi armanca rêxistinkirina rê sîstema trafîka nav bajêr û derveyî wê hate damezrandin. Şax û navendên Trafîkê bi demê re ferehtir bûn û li tevayî Bakurê Sûriyê hatin vekirin. Erka Trafîkê ku 24 seatan rê, çûn û hatina erebeyan bi rêxistin bike. Di heman demê de ji bo qeza çênebin an jî kêmtir bibin û mirov jiyana xwe bi qezayan ji dest nedin, trafîk xwedî roleke girîng e.
Yek ji pirensîbên trafîkê disiplîna kesayet û xebate, bi taybetî rêbazê danûstandina bi gel re. Ji bo vê jî akademiyên taybet yên trafîkê hatine vekirin û endamên wê li ser pirensîbên trafîkî tên perwerdekirin.
Bi boneya Roja Trafîkê ya Cîhanê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya 4 mehan a binpêkirin û qezayên trafîkê ku li herêmê çêbûne aşkera kir.
Bîlançoya 4 mehan a binpêkirin û qezayên trafîkê, herwiha encamên qezayan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wiha ne:
84 hezar û 655 binpêkirinên trafîkê hatin tomarkirin.
655 ruxsetên trafîkê hatine kişandin.
3 hezar û 585 binpêkirinên ji ber leza zêde hatin tomarkirin.
Hezar û 842 motorsîklet binpêkirin kirine.
Bîlançoya qezayan:
Hejmara giştî ya qezayan: Hezar û 421.
Hejmara qezayên ku bûne sedema mirinan: 51.
Hejmara kesên ji ber qezayan jiyana xwe ji dane: 82.
Hejmara kesên ji ber qezayan birîndar bûne: 488.
Hejmara qezayên ku bûne sedema birîndarbûnê yên hatine tomarkirin: 673.
Hejmara qezayên ku bûne sedema zerarên madî: 702.
Perwerdeyên ajokariyê
Hejmara dewreyên perwerdeyê yên vekirî yên fêrkirina ajokariyê: 46.
Hejmara kesên ku ji bo ezmûna ajokariyê serlêdan kirine: 6 hezar û 606.
Hejmara ruxsetên ajokariyê yên hatine belavkirin: 22 hezar û 234.
Pêwîste ajokaran li gorî qaûnên tarafîkê kar bikin, beriya ajokariyê erebeyên xwe kontrol bikin, di dema ajotinê de kembera parastinê bi kar bînin û telefonan bi kar neyînin, bêyî wergirtina ruxsetên fermî erebeyan neajon. Da ku qeza rû nedin û ewlehiya mirovî pêk were.