Sînan Cûdî
Tê zanîn ku avahiya bi navê dewlet, ji damezrandina xwe heta îro, avahiyek pir tolhildêr û rêxistinkirî ye. Her tim pêdivîyê wê bi sembol û îkonan heye.
Ji bo rêgeza “berdewamiya dewletê” di serê hemû mirovan de bide rûniştandin, her sal di heman rojan de sucên dij mirovî dikin. Bi dehan sal jî derbas bibe dewlet di heman roja ku suc kirî de sucên xwe bi berdewam dike.
Mînaka herî nêz ji hêla Rêber Apo ve hatibû dest nîşan kirin. Rêbertî bi bîr xistibû ku roja 15’ê Sibatê roja destpêkirina serhildana Şêx Seîd e ku di encama komployekê de neçarî şerê çekdarî hatibû kirin û radestî dewleta Tirkiyeyê hatibû kirin. Hem cezayê darvekirina Şêx Seîd ya di 29’ê Pûşberê de hem jî destpêkirina serhildanê di bûyera komploya navnetewî de jî dîyar dibe. Girtina Rêber Apo û xistina sîstema Îmralî 15’ê Sibatê ye. Biryara cezayê sêdarê jî 29’ê Hezîranê bû.
Dîsa Rêbertî berê bal kişandibû ser roja 9’ê Cotmehê jî. Di vê rojê de şoreşgerê navdar ê cîhanê Che Guevera hatibû qetil kirin. Rêbeî jî di 9’ê Cotmehê de neçar hat hiştin ku ji Rojhilatanavîn derkeve û dihat pilan kirin ku balafira Rêbertî bê hedef kirin û bê qetil kirin.
Bi lêkolîneke hûr û kûr li ser vê mijarê, mimkun e ku di gelek bûyerên din de jî dişibin hev bên dîtin.
Ez dixwazim girêdayî vê şibandinên dîrokî de bal bikşînim li ser koka dewleta dagirker a tirk. Ez bawer im her kes navê Îtîhat û Terakkî bihîstiye, ku şopên kûr û mayînde li ser bîrdozî, rêxistin û çanda dewleta Tirk. Di dîroka hemdem a dewleta tirk de mirov çiqas li ser vê Cemîyetê Îtîhat Terakkî bisekine, dê ewqas rastîya dewletê bizane.
Ez werim li ser mijarê xwe!
6’ê Gulanê ji bo gelên Ereb, Tirk û Kurd rojek girîng e. Dema bi lîstikên dewletê dihizirim her ev dîrok tê bîra min. Di 6’ê Gulana 1916’ê de, 21 rewşenbîrên Ereb ji aliyê Cemal Paşa ku yek ji serokên Cemîyetê Îttîhat û Terakkî bû, li meydanên Burc a Beyrûtê û Merce ya Şamê hatibûn daliqandin. Piraniya wan 21 kesan endamên Komeleya Nenavendî ya El-La bûn. Ev komela di sala 1912’an de li Qahîreyê bi armanca pêkanîna Ronakbîrîya Ereb û pêkanîna “Rêveberîyek xweser” hatibû damezrandin. Ji bilî van rewşenbîrên ku hatine îdamkirin, zêdetirî 70 rewşenbîr bi nebûna xwe hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hate birîn.
Bi ya we sûcê wan çi bû?
Di nav Împeratoriya Osmanî de, naskirina zimanê Erebî, damezrandina rêveberiyên xweser, pêşxistina wîlayetên Ereb bi projeyên herêmî û avahiyên leşkerî yên Ereban li wîlayetên Ereb pêk anîn bû ku ji bilî rewşên pêwîst ên weke şer, li herêmên xwe xizmetê bikin. Armanca rewşenbîrên Ereb belkî ji hêla Îskender Amun, Cîgirê Serokê Komeleya El-La Merkezîyê ve çêtirîn hatiye kurtkirin: “Em hikûmetekê dixwazin ku hemû Osmanî xwedî maf û erkên wekhev bin, da ku tu partî an komek nikaribe mafên ti partî an komeke din, çi Ereb, Tirk, Ermenî, Kurd, Misilman, Xiristiyan, Cihû, Durzî, li ser bingeha nijad an olê, ji destê wan derxe an jî dest deyne ser wan.”
Îttîhatvanan, yên ku rewşenbîrên ku ji bilî daxwazên wan ên mafdar ti pratîkên din tunebûn wekî “xayîn” bi nav kirin. Difikirîn ku ew ê bi daliqandina 21 rewşenbîran di sibehê de şiyarbûna Ereban û têkoşîna wan a ji bo azadiyê bi dawî bikin. Lê pêşketinên piştî darvekirinan, ji wê xisletê bûn ku rê li ber şoreşên Ereban vekir. Ji xwe piştî damezirandina Komara Sûrî ew roja 6’ê Gulanê weke Roja Şehîdan hat bibîranîn.
Bûyereke din a 6’ê Gulanê ku ji ber dîroka xwe ya nêzîk ji her kesî ve tê zanîn, darvekirina serokên ciwanên şoreşger ên Tirkiyê Deniz Gezmiş, Hüseyin İnan û Yusuf Aslan bû. Ev rêberên şoreşger, yên ku li dijî hegemonyaya Amerîkî ya ku dest bi serdestiya Tirkiyeyê dikir, helwesteke tund girtin û dilê hemû gelê Tirkiyeyê qezenc kirin. Di darbeyek ji aliyê artêşê ve hat organîzekirin de hatin girtin û kuştin, ku ev yek berhema zihniyeta Îttîhadî bû.
Ew ciwan bi dirûşmeyên “Bijî Tirkiyeyeke Azad û Demokratîk, Bijî Biratiya Gelên Tirk û Kurd” hatin sêdarê. Têkoşîna ku kirin û bi mîrateya ku li pey xwe hiştin ve nîşan dan ku ew xwediyên rastîn ên Tirkiyeyê ne. Teza şoreşger a biratiya gelan ku wan li dijî bîrdoziya Tirkperest û ramana fermî ya dewletê pêş xist, dibe ku yek ji hincetên herî bingehîn ên ji bo darvekirina wan bû, mîna 21 rewşenbîrên Ereb.
Bûyereke din a girîng ku di 6’ê Gulanê de qewimî, hewldana kuştina Rêber Apo ya di sala 1996’an de bû. Bi operasyonekî veşartî ya îstîxbarata tirk û hikûmeta wê demê bi seyareyekî bi tijî teqemenî xwestin li ber dibistana navendî ya Partî ya li Şamê Rêber Apo qetil bikin.
Bê guman, ne mimkun bû ku Îttîhatçî, kiryara “kuştina siyasî”, ku yek ji mezintirîn kartên wan ên sereke ye, li dijî kesê ku herî zêde zextê li ser dewleta Tirkiyeyê dikir û wê ber bi guhertinê ve dibir, bikar neynin. Rêbertî vê sûîqastê bi gotina “Bûyera teqînê hesabpirsîna herî tund a bi dîrokê re ye” kurteber kir û bal kişand ser rastiyên dîrokî yên li pişt êrîşê.
Bi awayekî zelal tê dîtin ku ev meylên ku di heman rojê de li hev dicivin, berhema heman zîhniyetê ne û sepandina xeta înkar û îmhayê ne. Herwiha, ji daxwaz û armancên rewşenbîrên Ereb, şoreşgerên Tirk û Rêberê Gelê Kurd jî eşkere dibe ku ev zîhniyet bi bingehîn li dijî çi ye. Azadiya gelan.
Zîhniyeta Îttîhadî, ku zîhniyetekî yekperêstiyê ye, bîrdoziya neteweperest û dewleta navendî zindî dihêle. Ev çand li tirkiyê îro bi rêya AKP’ê, li Sûrîyê jî bi rêya HTŞ hebûna xwe didomîne.
Di serdemeke ku komkujiyên nû têgehên nû yên înkar û îmhayê di meriyetê de ne, pir girîng e ku meriv berê xwe bide pratîkên ku bi rêya dersên ji dîrokê têne girtin. Armanca wan yekîtiya gelan e. Di nêzîkbûna bûyerên dawî yên li Sûriyeyê û Tirkiyê de vê rastiya dîrokî bîr anîn pir girîng e.
Ez agahîya dawî jî bidim û bi dawî bikim. Hûn dizanin ev darvekirin û komplo çima di 6’ê Gulanê de pêk hatin? 6’ê Gulanê roja jidayikbûna Cemal Paşa ye (6’ê Gulanê 1872). Ew Cemal Paşa ku yek ji damezrînêrê Îttîhad û Terakkîyê bû.