Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji ber rewşa hişkesaliyê metirsî li ser sewalkariyê heye’

05/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ji ber rewşa hişkesaliyê metirsî li ser sewalkariyê heye’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevserokê Komîteya Çandinî û Sewalkariyê Dijwar Mihemed diyar kir ku kêmbûna êmê sewalan û astengiya anîna êm ji herêmên din yên Sûriyê rewşşa sewalkariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zehmet kiriye.

Bi sedema salên dirêj yên şer herwiha guhertinên avhewayî ku li herêmê çêbû herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandor û êşeke mezin kişand, di encamê de qadên keskayî û şînatiyê kêm bû, îmkaniya berfirehkirina wê jî nebû di çarçoveya şert û mercên hişkesaliyê de. Şerê ku bû sedema qutkirin û şewitandina dar û erdên kesk pirsgirêkên jîngehî û tenduristî derxist pêş, herwiha bû sedema kêmbûna cihên çêrê ji bo sewalkariyê. Wekî din kêmbarîna baranê ya îsal bi taybet bandoreke neyinî li ser sewalkariyê kir.

Derbarê rewşa sewalkariyê ya îsal û bandora kêmbarîna baranê li ser vî warî Hevserokê Komîteya Çandinî û Sewalkariyê li Qamişlo Dijwar Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Dijwar Mihemed diyar kir ku di dema heyî de bûhabûneke di nirxê êmê sewalan de heye û wiha berdewam kir: “Bi sedema hişkesaliya ku herêm tê derbas dibe û nebûna cihê çêrê, ji ber vê yekê zêdetir xwesipartin bi giranî li ser xwarinê ye, di vir de jî kêmbûneke heye ji ber zirara ku dighêje xwediyên sewalan û peydakirina xwerinê û dermanan.”

Dijwar Mihemed destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji salan ve hewil dide ku piştgiriyê ji bo xwediyên sewalan pêşkêş bike, di riya pêşkêşkirina derman û xwarina sewalan li gorî îmkanê peyda dibe bi awayekî bê dirav.

Belavkirina elefê sewalan  

Dijwar Mihemed derbarê mekenîzmeya belavkirina êmê sewalan wiha got: “Belavkirina êmê sewalan berdewam e, li gel wê jî niha tenê nanê nexaleyê tê belavkirin her kîloyek bi 2 hezar û 500 leyre sûrî ye, ji bo çêlek, deve û gamêş her serîk 50kg tê belavkirin û sewalên biçûk weke miyan 10 kg ji bo serîkî tê dayîn. Hewildan tê kirin ji bo zêdekirina mîqdara êmê ku tê dayîn herwiha zêdebûna gera elef ku bibe her du mehan carekê bê dayîn.”

Zehmetî

Dijwar Mihemed diyar kir ku zehemtiyê ku dikşînin niha ew e peydakirina êmê sewalan bi nirexekî guncw û arzan, herwiha peydakirina ceh  û zêdebûna dermanan û wiha anî ziman: “Metirsiya niha kêmbûna êm û bûhabûna wê bi awaykî balkêş û zehmetiya anîna wê ji ber rewşên siyasî ku herêm tê de derbas dibe.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.