Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Koçberên Serêkaniyê banga vegera warê xwe dikin’

06/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Koçberên Serêkaniyê banga vegera warê xwe dikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Parêzer û berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku di 9’ê Cotmeha 2019’an dewleta Tirk û çeteyên wê Serêkaniyê dagir kirin û gel neçar bû ku koçber bibe. Îso da zanîn ku gel li hêviya vegera bajarê xwe ne.

Di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê li ser bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin. Di encama êrişan de bajarê Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, bi sedhezaran hemwelatiyên resen neçarî koçberiyê man, bi sedan kes hatin kuştin û revandin. Di heman demê de mal û milkên wan hatin dizîn û wêrankirin. Bi têkçûna rêjîma Bass û hatina desthilatdariya Şamê ya nû, ji bo vegera koçberan gelek liv û tevger hat kirin, lê tevahî bê encam man û koçber bi hêviya vegerê jiyana  xwe derbas dikin.

Derbarê rewşa koçberên Serêkaniyê Parêzer û berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso ji rojnameya me re axivî.

‘Yek ji bendên lihevkirina di navbera QSD’ ê û desthilata Şamê de vegera koçberan e’

Ciwan Îso destnîşan kir ku piştî rûxandina rêjîma Baas û hatina HTŞ’ ê li ser desthilatdariya Şamê, hin lihevkirin di navbera QSD’ ê û desthilata Şamê ya nû de hatin çêkirin û wiha got: “Yek ji bendên lihevkirina di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de vegera koçberan bû, ev lihevkirin hêviya vegerê di dilê her koçberekî de çand, lê mixabin heya niha ev bend pêk nehatiye. Rewşa hemû koçberan ne baş e, ji ber ku hin ji wan di kampandan de jiyan dikin û yê din jî li herêmên kantona Cizîrê belav bûne, ev ji bo wan zehmetiyeke mezin e. Divê rewşa koçberan di xalên sereke yên lihevkirinan de be û diyar bikin ku pêşeroja van herêman wê çawa be. Me wek Komîteya Koçberên Serêkaniyê gelek hevdîtin bi şandeyan re kirin, ji bo rewşa koçberan. Vegera koçberan tekekesî çêdibe, lê rewşa wan herêmên dagirkirî hîn ne aram e, ev jî metirsiyek mezin çêdike. Em weke koçberên Serêkaniyê ne amadene ku vegerin ji ber ku bajarê me hîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, ji bo em vegerin gelek şert û merc hene; vegerek bi ewle, bi rûmet, bi awayekî rêxistinî û bê hebûna dagirkeriyê.”

 ‘Ji 2012’an ve Serêkaniyê dibin êrîşan de ye’

Îso diyar kir ku êrîşa li ser Serêkaniyê êrîşên gelekî giran bû û wiha domand: “Ji 2012’an ve Serêkaniyê dibin êrîşan de ye. Dewleta Tirk êrîşî Serêkaniyê di bin gelek navan de dikir, di van êrîşan de gelek binpêkirin û komkujî hatin kirin, ji wê rojê heya niha rewş hîn ne baş e. Kurdên ku niha li Serêkaniyê jiyan dikin tenê 45 kesin. Malbetên çeteyan yê ku niha li Serêkaniyê ne, hin ji wan dixwazin vegerin lê dewleta Tirk nahêle ku vegerin, çeteyên ku ji malan derdikevin, wan malan wêran dikin. Di vê rewşa wiha de tu koçber venager.”

 ‘Divê hêzên navneteweyî ji bo vegera koçberan a bi ewle bi erkê xwe rabin’

Parêzer û berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî hêzên cîhanê kir û wiha got: “Banga ji bo tevahî aliyan ku vegereke bi ewle ji koçberên Serêkaniyê re peyda bikin. “

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.