Esma Mistefa/Qamişlo
Hewildanên dijmin ji bo hedefgirtian Rêber Apo ji destpêka Tevgera Azdiyê ve didomin. Di 6’ê Gulana 1996’an de bi destê gladiyoya NATO’yê ku DYA serkêşiya wê dikir li Şamê li dijî Rêber Apo armanckirina bombeyî pêk hat. Bi vê êrişê re bingeha komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dan destpêkirin.
Piştî pêvajoya Agirbestê a 15’ê Kanûna 1995’an pêkanîna komploya 6’ê Gulanê 1996’an
Piştî pêvajoya agirbesta destpêkê ya ne serketî ya sala 1993’an û du salên ji şerê giran ê li Kurdistanê, dawiya sala 1995’an rayedarên dewleta Tirk bi rêya hin navbeynkaran daxwaza agirbestê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Tirkiyeyê xwe ji bo hilbijartinên giştî yên 24’ê Kanûnê re amade dikir. Siyaseta Tirk a bi serkêşiya Çîller, Yilmaz, Ecevît û Erbakan, di rojên herî tevlîhev ên dîroka xwe de bû. Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşî li pêvajoyeke nû vebike di 15’ê Kanûna 1995’an de bi telefonê ji MED TV re axivî û agirbest ragihand.
Piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di rojên destpêkê yên sala 1996’an de rejîma Enqereyê bi komkujiyekê bersiv da ragihandina agirbestê. Tê de 11 kesên kurd jiyana xwe ji dest dan û hewildan ku vê komkujiyê bixin stûyê Tevgera Azadiyê PKK’ê. Lê tevî van gefan jî PKK’ê agirbest berdewam kir.
Bêguman bersiva dewleta Tirk a li agirbestê ne tenê bi vî rengî bû. Li aliyekî di zivistana 1996’an de li Kurdistanê şer hate girankirin û ji bo tunekirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan yekîneyên kontrgerîla hatin bikaranîn. Di rojên destpêkê yên mehên biharê de ji bo sûîqesta li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku hingî li Şamê bû, ji ‘Serokê Daîreya Operasyonê’ ya MÎT’ê Mehmet Eymur re ferman hate dayîn.
Plana ku ji aliyê MÎT’ê ve hate amadekirin ji aliyê Wezîrê Karên Hundir, Serokwezîr û Serokkomar ve hate pejirandin. Ji budçeya veşartî jî 25 milyon dolar pere hate veqetandin. Navê ‘Operasyona Mercedesê’ li planê hate kirin. Ji ber ku li gorî planê wesayiteke Mercedes a bombebarkirî wê li ber mala ku dihate texmînkirin Rêberê Gelê Kurd lê ye, bihata teqandin. Eymur ji bo vê jî tetîkkêşê JÎTEM’ê Mahmût Yildirim bi navê kod Yeşîl wezîfedar kir.
Serokê Daîreya Kontrteror a MÎT’ê li gelek sûcên dewleta Tirk mikur hatibû
Eymur ku ji salên 1970’î heta dawiya salên 1990’î şefîtiya daîreya MÎT’ê kir, têkildarî êrişa bombeyî ya 6’ê Gulana 1996’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Mûrat Yetkîn re axivî bû û gotinên xwe yên di îfadeya dozgerê Ergenekonê de dubare kir: “Me tonek teqemenî wergirt. Piştî rojekê di rojnameya Cûmhûriyetê de nivîsek hate weşandin, bi gotina ‘MÎT wê vê teqemeniyê çi bike?’ Ji Serokkomar, ji siyasetmedaran me destûr stand. Bêyî destûrê Musteşarê MÎT’ê jî nikare bike. Bêyî destûrê em ê çawa karibin bikin? Serokê Fermandariya Giştî û Serokkomar ji xwe pejirandibûn. Me pêşkêşiya wê kir. Me agahiyên li ber destê xwe pêşkêş kiribûn. Pêşkêşiyeke baş bû. Me qala kar kir. Gotin, temam. Me dewam kir. Yeşîl hebû. Her wiha kesên leşker hebûn. Wezîfedarên fermî hebûn ku me ji wir re şandin û bi veşartî çûn. Ya esasî nikare bê gotin ku ev hewldan bi ser neket. Me nekarî Apo bikujin, lê belê me teqîneke welê mezin kir ku Sûriye tirsiya.”
Rêber Abdullah Ocalan piştî pêkanîna êrişa 6’ê Gulanê gelek caran ew bûyer di hemû aliyan de nirxandiye û armanca ji wê yekê aniya ziman.
Rêber Apo di hevdîtina bi parêzeran re ya di 31’ê kanûna 2003’yan de têkildarî êrişê wiha dibêje: “Dozger bila van gotinên min weke îxbarekê qebûl bike û lêkolînê bike. Çatli, Bucak û Şaredarê Wêranşarê yê berê 50 milyon dolar standin. Îstîxbarata Sûriyeyê pere xwar. Wan kontrol kir. Mînîbus li ber derî, li nav zeviyeke vala teqandin. Di heman kêliyê de agahî li Washington û Londonê deng veda. Çaleke bi qasî 10 metreyan vebû. Di esasê xwe de ez li wir rizgar nebûm. Çîller digot; ‘Mesût Yilmaz îxbar kiriye.’ Mesût Yilmaz jî digot; ‘min nekiriye.’ Bila dozgerî kirina Çatli û Bucak weke îxbarekê qebûl bike. Di nava dewletê de tenê ji bo bombeyekê 50 milyon dolaran xerc dikin. Ev pereye jî ji lêçûnên veşarî pêşwazî kirin. Di bûyera Selçûk Parsdan de ev çîroke derketibû holê. Dizîkeran pere wiha birin. Heke tenê li dijî min 10 suîqest hatibin kirin, ev bi qasî yek-du milyar dolar dike. Vaye dewlet wiha têkbirin.”
Rêber Apo da zanîn ku piştî serdema 1993’yan vala hatî derxistin, ji hêla madî û manewî ve gelek êş hatine kişandin, bi hezaran cînayetên kiryarnediyar hatine kirin. Rêber Apo di hevdîtina xwe ya 4’ê adara 2009’an de têkildarî mijarê wiha dibêje: “Heta ev serdem neyê ronîkirin û faîlên wan neyên darizandin dê aştiyeke mayînde çênebe. Lewma min her tim got bila Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û Lihevanînê bê avakirin. Bila rewşenbîrên xwedî namûs û rûmet hewl bidin vê komîsyonê ava bikin. Bila tevahiya agahiyên têkildarî vê serdemê berhev bikin. Bila hemû agahî û belgeyan kom bikin. Bila ev komîsyon nûçeyên di rojnameyan de derketin jî berhev bikin. Bila amadekariyan bikin û arşîvê çêbikin. Dema şert û merc guncav bûn jî bila pêşkeş bikin. Qismekî faîlên van sûcan tên darizandin. Lê hinek jê hêj nehatine darizandin. Dema Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û Lihevanînê hate avakirin, divê her kes çi dizane vebêje. Divê Çîller ji bo vê komîsyonê biaxive. Divê Eymûr ji bo vê komîsyonê biaxive.
Hewildanên hedefgirtina Rêber Apo yên beriya 1999’an
Divê em ji bîr nekin ku ji dema destpêkirina Rêber Abdullah Ocalan bi doza azadiya gelê Kurd û Kurdistan, Rêbertî beriya Komploya Navnetewî a 1999’an gelek caran bi hewildanên cur be cur kete hedefa dijim.
Hewldana destpêkê a armancgirtinê ya cidî, çend roj beriya damezrandina PKK’ê pêk hat. 18’ê Gulana 1978’an ji bo birêxistinkirina berxwedana piştî qetilkirina ji kadroyên pêşeng ên li Hîlwanê Halîl Çavgûn, Abdullah Ocalan çû Rihayê. Dema ku bi wesayiteke zer ji Hîlwanê diçû Hoşînê êriş lê hate kirin. Gule li wesayitê hate reşandin, bi şensê Rêberê Gelê Kurd bêyî birîndar bibe rizgar bû. Di nava 20 salên li Rojhilata Navîn de jî gelek caran êriş lê hatin kirin.
Hilbijartina rojê ne tesedûf bû
Tîma suîkastê ya dewleta Tirk ku li Şamê ji zû de haziriya êrîşa bombeyî dikrin 6’ê Gulana 1996’an tevgeriyan. Ne bi tesadûfî ev roj hilbijartin. Lîderên tevgera şoreşa Tirkiyê Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan 6’ê Gulana 1972’an hatibû darvekirin.