Tuesday, May 27, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bîrdanka Nûriyê Hesarî 5 berhem diyarî pirtûkxaneya kurdî bûn

09/10/2024
in Uncategorized
A A
Ji bîrdanka Nûriyê Hesarî 5 berhem diyarî pirtûkxaneya kurdî bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Dîwana Mele Nûriyê Hesarî ya 3 û 4’an, Axlîma Pêlên Helbesta Kurdî, Zanhaweya Pêxember, Hostanîbêja Zarhawayên Kurdî bi tevahî berhemên ji bîrdanka wêjeyî û çandî ya Nûriyê Hesarî ne. Ev berhem jî xwedî naverokên cuda, bi beşên wêjeyî yên cihêreng in û tîpên wan li benda çavên xwîneran e.

Helbestvan û zimanzan  Mele Nûrî Hesarî navê wî yê rastî Nûrî kurê Yûsifê Umer e. Ew di sala 1934’an de li Bakurê Kurdistanê, gundê Hesarê yê girêdayî Kerecosê ji dayik bûye.

Helbestvan û zimanzanê Kurd Mele Nûriyê Hesarî di sala 1934 an de li gundê Hesarê yê girêdayî Kerecosê ji dayik bû. Ji destpêka sala 1967’an ve, Mele Nûriyê Hesarî li bajarê Qamişlo dijiya û di sala 2011’an de koçkiriye.

Piştî oxirkirina jiyanê, Hesarî gelek berhem ji bo gelê kurd hîştin, berhemên wî tev destnivîs bûn û li  gel malbatê bûn.

Îsal jî 5 berhemên wî li Qamişloyê hatin çapkirin, ew jî ev in: Dîwana Mele Nûriyê Hesarî ya 3 û 4’an, Axlîma Pêlên Helbesta Kurdî, Zanhaweya Pêxember, Hostanîbêja Zarhawayên Kurdî.

Girêdayî berhemên Mele Nûriyê Hesarî yên ku hatine çapkirin, kurê wî Ebdilwehab Umer ji rojnameya me re axivî.

Dîwanên wî

Ebdilwehab di derbarê dîwanên Mele Nûriyê Hesarî de wiha got: “Mele Nûriyê Hesarî di 20 saliya temenê xwe de rahişt pênûsa helbestê, ji wî temenî ve heta ku nexweş ket helbest bi kurdî dihûnandin. Hemû helbestên wî destxet bûn û nehatibûn çapkirin. Bi destpêka sala 2024’an re du dîwan bi cildê 1 û 2’yan hatin çapkirin. Mijarê helbestên wan herdu dîwanan li ser evînê, welatperweriyê, welat, neyarên kurdan, olê, şoreşên kurdan, felsefeya jiyanê û hwd… in. Wî bi terzê kilasîk dinivîsandin. Dîwanên dawî yên cildê 3 û 4’an piraniya xwe li ser netewperweriya kurdî bû. Di van dîwanan de li  ser netewa kurd, êşa kurdan, rexnekirina şêxê kurdan, rojên netewî û hwd… rawestiyaye û mijaran vedibêje. Di dîwana 3’an de 48 helbest bi navnîşanên cuda hene, ew çapa yekem e, li çapxaneya Benyan hatiye çapkirin. Di dîwana 4’an de 64 helbest bi navnîşanên cuda hene û ew çapa yekem e, li çapxaneya Beyan hatiye çapkirin.”

Axlîma Pêlên Helbesta Kurdî

Umer têkildarî pirtûka Axlîma Pêlên Helbesta Kurdî wisa anî ser ziman: “Ev berhem li ser pêlawaza helbestî ye. Şêwazê kitekirin û dahurandina helbesta kurdî ya kilasîk, di vê berhemê de bi zelalî tê şîrovekirin. Wekî tê zanîn helbesta kurdî ya kilasîk xwedî zanist, sazbend, pêl û rêç e, hem jî hevgirtî ye. Lewma jî divê xwedî rêgez û binyad be, binyad û bingeha şîrovekirina pêlawaza helbestê di vê berhemê de tê dîtin. Nûriyê Hesarî helbestvanekî jî bû ji ber vê yekê jî bi berfirehî li ser van xalan rawestiyaye. Ev berhem çapa duyem e, li çapxaneya Mîran hatiye çapkirin.”

Hostanîbêja Zarhawayên Kurdî

Umer pirtûka bi navê Hostanîbêja Zarhawaya Kurdî bi vî awayî pênase kir: “Berhema Hostanîbêja Zarhawaya Kurdî, berhemeke ji bo zimanê kurdî ji aliyê zimannas Mele Nûriyê Hesarî ve hatiye çêkirin. Wî di wê demê de mijarên rêziman xistibûn mijara nivîsînê. Wî bi hurgilî li ser tîp, peyv, hevok û beşên ziman yên din rawestiyaye. Li gorî kesên ku ev pirtûk xwendine, hêjayî gotinê ye ku wane û semîner li dibistan û saziyên perwerdeyî werin dayîn. Ev berhem di sala 1996’an de li Stokholmê ji hêla Zeynelabdîn Zinar ve bi çapa yekem hatiye çapkirin. Herwiha îsal jî ji aliyê Yekîtiya Hesariyan ve bi çapa duyem çap bûye.”

Zanhaweya Pêxember

Ebdilwehab Umer, berhema Zanhaweya Pêxember wiha nasand: “Ev berhema bi navê Zanhaweya Pêxember, di derbarê zayîna Pêxemberê Xwedê, Muhemed de ye. Peyva zanhawe bi zimanê erebî tê wateya mewlûd ango zayîna Pêxember. Bavê min di vê berhemê de bi rengekî helbestî û bi pêlawazî pesna Pêxemberê Xwedê dide. Mirovê awazjen û bizanibe mewlûda Pêxember vebêje, ew ê bi awayekî sirûdî Zanhaweya Pêxember bixwîne. Ev pirtûk çapa yekem e, li çapxaneya Beyan çap bûye.”

Armanc ji çapkirina berheman?

Ebdilwehab derbarê armanca çapkirina berhemên Nûriyê Hesarî de wiha axivî: “Armanca sereke ji çapkirina me ji berhemên mavê min, ew ku Mele Nûriyê Hesarî bi raman û pirtûkên xwe zindî bimîne û xewna çapkirina berhemên wî bi cih were. Li aliyekî din jî pirtûkxaneya kurdî zengîn bibe û xwîner sûdê jê bigirin. Di warê berhevkirin û çapkirinê de em hinekî astengdar bûn. Bi rastî pirtûkên wî tev destxet bûn û hêza me ya madî tune bû ku em wan çap bikin. Li aliyê din jî tu deste, sazî û navendên çandî û wêjeyî yên Rojavayê Kurdistanê di warê çapkirinê de bi me re nebûn alîkar. Lê piştî ku derfeta çapkirinê bi me re çê bû, min bi xwe ev berhem çapkirin. Mamoste Dilawer Zengî di hêla berhevkirin, sererastkirin û komîhevkirina wan de bû alîkar û kedeke mezin da, em sipasiya wî dikin. Herwiha sipasiya Yekîtiya Hesariya dikin ku wan jî barê çapkirina pirtûka Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî hilgirt ser milê xwe û jê jî hezar pirtûk çap kir. Berhemên din min bi xwe çap kirin, herdu dîwan 400 hejmar û berhema Axlîma Pêlên Helbesta Kurdî 200 pirtûk hatin çapkirin, berhema Zanhaweya Pêxember jî 300 pirtûk. Tevahiya pirtûkan jî hatin belavkirin û hîna jî em ê li kantona Cizîrê bi ahengên îmzekirinê belav bikin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji meha 5’an ve xebata berhevkirin û çapkirinê dihat kirin.”

Berhemên mayî yên ku nehatine çapkirin

Ebdilwehab Umer girêdayî berhemê neçapbûyî yên Mele Nûriyê Hesarî wisa got: “Dema ku bavê min dinivîsand di heman demê de bi armanca çapkirinê, berhemên xwe didan kesên derdorê. Lê gelekan berhemên wî dibirin, çap nedikirin û ji xwe re dibirin. Li aliyekî din gelek berhemên bavê min li gel me hene lê em nizanin ku ev berhem çi ne. Ew destnivîsin, dema ku mamoste Dilawer ev destxetên bavê min dîtin, anî ser ziman ku nêzî 7 pirtûkên din ji van destxetan derdikevin. Ji wan berheman ferhenga kurdî-kurdî, ya zaravayên kurmancî-zazakî û ya kurdî-Tirkî ne. Di demeke nêz de wê mamoste Dilawer wê careke din wan berheman berhev bike. Em bi hêviya ku xwînerên pirtûkan sûdekê ji van berheman bigirin, gelê kurd xwe hîn bêhtir ronî bike. Bavê min hertim digot eger kurd ziman û çanda xwe biparêze ew ê dijmin ticaran nikaribe serî li wan bitewîne, eger bi tang û topan jî êriş bike, komkujiyan pêk bîne, dema ku ziman û çand parastî be dijmin wê nikaribe tiştekî bike.”

Post Views: 92
ShareTweetPin

Herî Dawî

Derwêşên Serdemê: Alî Haydar Kaytan û Riza Altun
NÛÇE

Derwêşên Serdemê: Alî Haydar Kaytan û Riza Altun

27/05/2025
‘Pirojeyên me li ser şopandina rewşa koçberan li herêmên dagirkirî bû’
ÇAND Û HUNER

‘Pirojeyên me li ser şopandina rewşa koçberan li herêmên dagirkirî bû’

27/05/2025
Mîhrîcana Nûjyan dengê jinên sînameger ê azad e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjyan dengê jinên sînameger ê azad e

27/05/2025
Nirxandinên mamosteyan ji bo sala xwendinê
NÛÇE

Nirxandinên mamosteyan ji bo sala xwendinê

26/05/2025
‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’
ROJEV

‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’

26/05/2025
Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir
NÛÇE

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.