Wednesday, May 28, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Derwêşên Serdemê: Alî Haydar Kaytan û Riza Altun

27/05/2025
in NÛÇE
A A
Derwêşên Serdemê: Alî Haydar Kaytan û Riza Altun
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Kongreya PKK’ê ya 12’emîn ku bi banga Rêber Apo kom bû, şehadeta kadroyên pêşeng Fûat-Alî Haydar Kaytan ku di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altun ku di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne, hat ragihandin.

Yek ji kadroyên pêşeng û damezirînerê PKK’ê Fûat-Alî Haydar Kaytan sembola ‘Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz e; yek ji rêhevalên destpêkê yên Rêber Apo Riza Altûn jî weke sembola ‘Rêhevaltiya Azadiyê’ hat destnîşankirin.

Kurtejiyana Fuad– Alî Haydar Kaytan

Alî Haydar Kaytan sala 1951’ê şeva sersalê li gundê Xozu yê Dersimê ji dayik bû. Malbata wî ji gundê Hengirvanê bû. Malbata wî ku piştî Qirkirina Dersimê kete ber îskana mecbûrî, piştre li gundê Hengirvanê vegeriya. Ji eşîra Haydaran e. Wê eşîrê di dema komkujiya Dersimê de teslîmiyet red kir, rahişt çekê, li ber xwe da û hat mişextkirin. Demeke zarokatiyê ya bi xizmanî û zehmetiyan derbas bû.

Piştre di sala 1971’ê de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê şoreşger nas kirin.

Alî Haydar Kaytan serdemê weke qonaxa beriya şoreşgeriyê pênase dike:

“Li Tirkiyeya salên 1970’î tevgera ciwanên şoreşger çalak bû û em jî jê bi bandor dibûn. Bi taybetî navê Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan sembol bû. Wê demê min hîn Rêbertî nas nekiribû, lê dibihîst ku qala wî tê kirin. Yek ji xwendekarên herî serketî yê dibistanê bû. Pişt3ı çalakiyeke şermezarkirinê hatibû girtin û 7 mehan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê mabû. Piştî ku ji girtîgehê derket, me hev nas kir. Rêbertî got, dixwaze bi min re biaxive. Axaftineke ji 2-3 saetan bû, kir ku rastiya Kurd û Kurdistanê bibînim.”

Ew siyasetmedar bû, gerîlla bû, rewşenbîr bû, helbestvan bû. Lê her tim têkoşerê heqîqetê bû. Wextê ku dinya bêhna xwe vedide tijî şop e. Dem jî bêdeng tê jiyîn. Lêgerîna wateyê bi tevahî tê jiyîn. Yên ku dema xwe bi wate tije dikin. Yên ku dema xwe bi wate tije dikin. Ew çîrokan ji paşgirên xwe re derbas dike. Yên ku jiyana xwe li pey heqîqetê derbas kirin. Ew derwêşên ku bang li demê dikin. Çi ji wan maye. Dîroka Kurdan a nîvsedsala dawî, berhevoka çîrokên ku di dem, ax, wijdan û mêjî de hatine xêzkirin e. Tejî pîrozî, qehremanî û fedekarî. Di van axan de bi hezaran çîrok hene. Damezrîner, rêber, hilgirê jiyaneke fedakar. Derwêşê hezar salî li pey heqîqetê ye. Şervanekê  kevnar yê ku ji bo pîrozîyên xwe xemilandî bû. Gerîlayekî ku ji bo jiyana azad çûye çiya û şoreşgerekî dilsoz ku mifta çiya ya windabûyî ji nû ve keşif kir û xiste destê gelê xwe de.

Civîna Bendava Çubuqê

Ev bûyer gavên destpêkê yên Alî Haydar Kaytan ên rêwîstiya heqîqetê bû. Piştre jî Kemal Pîr û Hakî Karer nas kir.

“Dawiya Adara 1973’an yan jî destpêka Nîsanê bû. Li nêzî bendava Çûbûkê em bi çend hevalan re li hev kom bûn. Rêbertî fikrê xwe bi me re parve kir. Em hemû tevlî fikrê wî bûn. Bi rengekî eşkere ji em re got, em ê weke komeke îdeolojîk tevbigerin û berpirsyarî da me hemûyan. Li gorî vê yekê her yek ji me berpirsyar bû ku kesên nû tevlî komê bikin.”

Piştî vê civînê hejmara endamên koma Apoyî her roj hîn zêde bû. Di Nîsana 1977’an de kar derbasî Kurdistanê bû. Alî Haydar Kaytan li Dersim, Çewlik, Dep û Xarpêtê kar kir. Hin caran diçû Dîlokê û tevlî karê Hakî Karer bû. Hakî Karer piştî ku di 18’ê Gulana 1977’an de şehîd bû, koma Apoyî derbasî qonaxa biryardanê bû.

“Şehadeta heval Hakî bandoreke kûr li me hemûyan kir. Rêbertî notek ji min re şand. Xwest ez ji bo bîranîna wî nivîsekê binivîsim. Nivîsa kum in amade kirî, li tevahiya Kurdistanê hate belavkirin. Rêbert Apo bi biryar bû ku şehadeta Hakî bê bersiv nemine. Lê bele têkildarî rêbazê ji me cuda difikirî. Ji bo bersiva ji şehadete re, ji me hemûyan zêdetir di nava lêhêrbûn û lêgerînê de bû. Biryara partîbûnê di encama vê lêgerînê de derket holê.”

Yek jî damezînerê PKK’ê bû

Di amadekariyên pratîkkirina biryara partîbûnê de Alî Haydar Kaytan jî hebû. Koma bi pêşengiya Rêber Apo ku ji Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Alî Haydar Kaytan pêk dihat, bernameya partiyê amade kir. Civîna destpêkê ya komîteyê li Xarpêtê pêk hat. Di vê civînê de Alî Haydar Kaytan ji bo komîteya leşkerî hate hilbijartin. Di 27’ê Mijdara 1978’an de kongreya damezrandinê ya PKK’ê pêk hat. Alî Haydar Kaytan tevlî koma damezrîner a PKK’ê bû ku mohra xwe li nîv sedsala dawî xist. Bûyerên ku heta vê demê qewimîn û yên di nava 45 salên piştî wê de biqewiyan, meşeke azadiya civakê bû ku bênavber dewam kir. Alî Haydar Kaytan li refên herî pêş ê vê meşê bû. Bi kelecaneke bê dawî, bi coş û dilsoziyê timî meşiya. Temenekî ji lêgerîna watedarkirina her kêliyê, Pêşengek bû ku xwe bi dilsoziyê xemilandibû. Siyasetmedarek, gerîlayek, rewşenbîrek, helbestvanek bû. Lê timî şervanekî heqîqetê bû…

Kurtejiyana Riza Altun

Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altun di sala 1954’an de li gundê Kuçuksobeçîmen ê Kayserî-Sarizê ji dayik bû. Ev gundê ku ji 60 malan pêk tê, ji aliyê Kurdên Elewî û Zaza ên ku ji Dêrsimê koçber bûne, ji ber zagona Fîrka-î Islahiyeyê (ji bo vegerandina herêmên bê kontrol) ku di sedsala 19’emîn de ji aliyê Osmaniyan ve hatibû danîn, hatibû avakirin, cihekî girtî bû ku bi Tirkên Avşarî re di nava nakokiya axê de bû. Altun 6 salên zarokatiya xwe li gund derbas kiriye, ji ber vê yekê ji bilî zazakî tu zarave û zimanên din ne dizanî. Dema bavê wî ji ber zehmetiyên aborî koçî Enqereyê kir, malbat di sala 1960’an de li çûn Tuzluçayirê. Heval Kemal Pîr bi wê komê re têkiliyên xurt danî. Bi wê komê re li Mamak, Abîdînpaşa û Tuzluçayirê li dijî faşîstan têkoşîneke xurt hate pêşxistin. Ew tax ji hemû faşîstan paqij kirin. Piraniya kesên li van taxan dijîn Kurdên Elewî bûn. Yên hatin sirgûnkirin, koçberkirin, feqîr bûn ku li herêma xwe nikarîbûn bijîn. Hemûyan li wan taxan şengalek ava kirin û ji bo debara jiyana xwe kar dîtin. Malbata Heval Riza Altun jî yek ji wan malbatên ku li Tuzluçayirê diman bû. Malbateke feqîr bû. Ji ber ku malbatên li wan taxan dijîn ji ber zilma dewletê hatibûn wir. Feqîr bûn. Ji ber vê yekê heval Riza û yên li dora wî kom bûbûn jî li dijî dewleta dagirker, qirker bertek nîşan didin. Kîn û hêrsa wan hebû. Ji ber vê yekê hêrs û bertekên xwe bi lehengî li dijî faşîstên wan taxan nîşan dan. Wê komê heval Riza ji xwe re pêşeng qebûl kir, ango taybetmendiyên wî ji xwe re bingeh girt. Li dora Heval Riza kom bûbûn, komeke çekdar bûn. Bi lehengî şer dikirin.

Gav avêtine riya heqîqetê

Altun piştî qedandina dibistana seretayî nikarîbû perwerdeya xwe bidomîne, ji ber vê yekê di temenê biçûk de dest bi xebatê kir. Karên rojane, înşaet, firotina li kolanan… Ji bo wî, jiyan rojên dirêj û tijî xwêhdan bûn. Lê, salên 1970’an Tuzluçayir veguherand navendeke şoreşê. Heta di bin siya zordar a darbeya 12’ê Adara 1971’an de jî, bayên çepgir li taxê derbaz dibûn. Wêrekiya Mahîr Çayan û rihê serhildêr ê Denîz Gezmîş li ser lêvên ciwanan bûn. Tuzluçayir ne tenê ji bo Altun, ji bo nifşekî bû ocaxek ku hişmendiya şoreşgerî pêxist.

Di sala 1973’an de, di 17 saliya xwe de, Altun wekî sempatîzanekî THKO (Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyê) tevlî komeleyên çepgir ên li Tuzluçayir û Maltepeyê bû. Ev komele ji bo wî weke dibistanek bûn. Li vir ramanên wekhevî, azadî û têkoşînê nas kir. Bi xwe van rojan wiha tîne ziman: “Ez carek din ji komeleyê derneketim.” Kolanên Tuzluçayirê êdî ne tenê taxek bûn, arenayek ku tê de lêdana şoreşê lê dida bûn.

13 sal di nav zext û êrîşande berxwe da lê gav paş ne avêt

Di sala 1978’an de li Hîlwanê hate girtin. Salekê di bin êşkenceyên giran de hate lêpirsîn kirin. Darbeya leşkerî ya 1980’an êşa Altun girantir kir. Ew li Zindana Amed bû hedefa êşkenceya sîstematîk. Ew pênc salan di hucreyên tarî yên Amed de ma. Her çiqas dema wan li vir di bin êşkenceyên nemirovane de derbas bû jî, Altun bi berxwedana xwe bû yek ji navên ku bal kişand ser xwe. Paşê bi tevahî 13 sal li girtîgehên Edene, Mersîn, Sînop, Eskîşehîr û Antepê ma.

Polîtîkayên zindanan ên faşîzmê nekarîn biryardarî, bawerî, dilsozî û evîna Altun ji bo gel bişkînin. Ew beşdarî greva birçîbûnê ya 1981 û rojiya mirinê ya 1982’an bû. Ew di her ode û her şaneyê de bû sembola berxwedanê. Dema ku ew di sala 1991‘an de serbest hat berdan, laşê wî westiyayî bû lê giyanê wî xurt bû. Ji bo wî, zindan ne tenê cihên dîlgirtinê bûn, di heman demê de cihên ku biryardariya wî ya şerkirinê tûj dikirin jî bûn.

Li çiyayan dîsa vegera li gel Rêber Apo

Altun yekser piştî serbest berdanê çû herêma ku Rêber Apo lê dima. Di dema mayîna xwe ya li vir de, ew bi veguherîna ku PKK di 13 salan de derbas kiriye re rû bi rû ma. Apoîzm êdî ne tenê komeke çekdaran bû. Ew bûye tevgereke berfireh û girseyî ya gel. Altun di bin rêveberiya Rêber Apo de beşdarî xebatên dîplomatîk bû. Ew beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya dîrokî ya sala 1993‘an ya dema ku PKK‘ê agirbest îlan kirî bû. Di sala 1994‘an de, ew bû nûnerê PKK’ê yê li Îranê û di heman demê de wekî gerîlayekî ARGK (Hêzên Parastina Gel) li çiyayan şer kir.

Peyama Rêber Apo ya ji bona şahadeta her du şoreşgerên mezin Riza Altun û Alî Haydar Kaytan

Rêhevalên hêja: Min bi xemginiyeke mezin bihîst ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîd bûne.

Ez ê piştre der barê bîranîna herdu rêhevalan nirxandineke berfireh bikim, ez niha bi rêzgirtineke mezin wan bi bîr tînim.

Di têkoşîna hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de cihê wan her tim heye.

Ji bo paradîgma û sazûmaniya serdema nû weke nirxên bingehîn ên îlhamê ew ê heta bi hetayê rolên xwe bilîzin. Di têkoşîna me de wê weke Rêberên mayînde hebûna xwe bidomînin. Bi vê wesîleyê ez biryarên di kongreya 12’emîn a dîrokî de hatine dayîn û peyamên têkildarî demên pêş bi rêzdarî silav dikim.

Nirxandinên rêhevalên wan di derheqê şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Riza Altun de

Murat Karayilan: Heval Fûat ronahiyekê birdozî bû

Elîf Ronahî: Heval Fûat PKK di çarçoveya jinê de nirxand û jin timî weke pêşeng dît

Sozdar Avesta: Îro PKK hevrê Fûat e, hevrê Fûat PKK ye

Sabrî Ok: Heval Fuat Apoyiyekî sade bû.

Cemîl Bayik: Ez ê timî heval Riza ji xwe re bikim bingeh

Post Views: 21
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Hiqûqa Şerê Dijmin
QUNCIK NIVÎS

“Tirkiyeyeke Demokratîk”

28/05/2025
Îbrahîm Şêxo: Li Efrînê binpêkirin, metirsî û kiryarên dagirkeriyê didomin
ROJEV

Îbrahîm Şêxo: Li Efrînê binpêkirin, metirsî û kiryarên dagirkeriyê didomin

28/05/2025
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
QUNCIK NIVÎS

Desthilata HTŞ’ê zemîna vegera DAIŞ’ê bi hêztir kiriye

28/05/2025
Nedîm Seven: Demeke nû ya têkoşînê destpê dike
POLÎTÎKA

Nedîm Seven: Demeke nû ya têkoşînê destpê dike

28/05/2025
‘Eger dewleta Tirk gavan neavêje, pêvajo bi ser nakeve’
POLÎTÎKA

‘Eger dewleta Tirk gavan neavêje, pêvajo bi ser nakeve’

28/05/2025
Di pey Bangeke dîrokî re!
QUNCIK NIVÎS

Keça 3`ê salî saxî tê kewandin

28/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.