Tuesday, May 27, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’

26/05/2025
in ROJEV
A A
‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’
Share on FacebookShare on Twitter

 Dîlan Mulhim\Qamişlo

Desthilata Şamê çeteyê bi navê Haris El Rîbah ê ku destê wî di şehîdxistina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef de hebû wek rêveberê Beşa Medyaya Dîjîtal a Dêra Zorê erkedar kir. Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkdarkirina desthilata Şamê ji çeteyên ku destê wa di xwîna gelên Sûriyê de heye şermezar kirin û gotin: “Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin.”

Di vê dema dawî de gelek serçeteyên ku destê wan di rijandina xwîna gelên Sûriyê de heye di nava desthilatdariya Şamê de tên erkedarkirin. Herî dawî desthilata Şamê çeteyê bi navê Haris El Rîbah wek rêveberê Beşa Medyaya Dîjîtal a Dêre Zorê erkedar kir. Di derbarê vê mijarê de Endama Mecilsa YRJ’ê Yara Mihmed û Rojnamevan Ela Hiso ji Rojnameya me re axivîn.

‘Desthilata Şamê nikare hemû pêkhateyan hembêz bike’

Yara Mihmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Xewin û xeyala tevahiya gelên Sûriyê ew bû ku piştî ketina rêjîma Baas Sûriyeke dîmokratîkî were avakirin û her kesî kêfxweşiya xwe ji bo vê yekê da xuyakirin. Lê mixabin piştî hatina HTŞ’ê li ser desthildariya Şamê ew xewin û xeyalê gelên Sûriyê têk çûn. Em dibînin ku li herêmên dibin kontrola desthilatdariya Şamê de rojane komkujî li gelên Sûriyê tên kirin. Ev yeke diyar dike ku desthilatdariya Şamê bi tu awayî nikare hemû pêkaheyên ku li Sûriyê jiyan dikin hembêz bike. Ji ber ku ev desthilatdarî li ser Sûriyaya pir reng yek hişmendî ferzkirî ye. Di heman demê de Sûrî welatekî pir rengîne û gelek pêkahate lê jiyan dikin, helbet ev pêkhatiyên ku li Sûriyê jiyan dikin dixwazin ku bi aramî di nava Sûriya nû de jiyan bikin.”

‘Desthilatdariya Şamê çeteyên sûcdar erkedar dike’

Yara Mihmed da zanîn ku gelek serçetên deweleta Tirk a dagirker ku destê wan di xwîna gelên Sûriyê de heye di nava desthilatdariya Şamê de cihê xwe digirin û wiha berdewam kir: ” Desthilatdariya Şamê di vê dema dawî de serçeteyê girêdayî dagerkeriya Tirk û kujerê Hevrîn Xelef Hatim Ebû Şeqra weke fermandarê ferqeya 86’an li herêmên Dêre Zorê, Reqa û Hesekê erkedar kir. Herwiha careka din çeteyê bi navê Haris El Rîbah ku destê wî di şehîdxistina sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan de hebû weke rêveberê Beşa Medyaya Dîjîtal a Dêre Zorê hate erkdarkirin. Desthilatdariya Şamê kesên sûcdar erkedar dike bê ku werin cezakirin. Helbet ev kesên ku destê wan di kuştina jinan û gelên Sûriyê de heye bi tu awayî nikarin Sûriyê birêvebin. Pêwîst e ev kesên sûcdar hebûna wan di Sûriya nû de nebin û di asta navdewletî de werin cezakirin.”

‘Pêwîst e em zêdetir bal bikşînin li ser van bûyeran û bikin rojeva xwe’

Endama Mecilsa YRJ’ê Yara Mihmeda axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinên li Sûriyê jiyan dikin van kesên ku destê wan di kuştina jinan de heye bi tu awayî di nava desthilatdariya Şamê de napejrînin û li dijî vê yekê gelek bertek derketin. Gotin nabe kujerên jinan di nava Sûriyê nû de cihê xwe bigirin û desthilatdariya Şamê heger rastî xwe rêvberiya Sûriyê dibîne pêwîst e destpêkê van kesên sûcdar ceza bike. Pêwîst e em zêdetir bal bikşînin li ser van bûyeran û bikin rojeva xwe.”

‘Erkedarkirna van kesanên sûcdar di nava sazaiyan de xereriyeke wê a mezin heye’

Rojnamevan Ela Hiso di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Çeteyê bi navê Haris El Rebah ku destê wî di kuştina jinan û tevahiya gelê Sûriyê de heye. Helbet destenîşankirina van kesên sûcdar di nava desthilatdariya Şamê û bi taybet di nava Ragihandinê de xeteriyeke wê a mezin heye.Desthiladariya Şamê bi erkedarikan van kesên Sûcdar wan ji cezayê dûrdixin. Dema ku ev serçete di nava rêveberiyê de tên erkedarkirin weke derbeyekê ji bo zagonên dadgehên Navdewletî û herêmê ye.Ev çeteyê bi navê Haris El Rebah di asta navdewletî de kesekî teror e û gelek kiryarên dijî mirovî pêkanîne. Desthilatdariya Şamê bi erkedarkirina van kesên sûcdar karê wan yên dijî mirovî rawe dike û destpêkirina aloziyan di herêmê de ye. Em tevahî dizanin ku van kesên sûcdar gelek sûcên dijî miovî li Sûriyê pêkanîne. Ji ber vê yekê pêwîst e di Sûriyê de ev kesên ku sûcên dijî mirovî kirine werin dadgehkirin.”

‘Çeteyê bi navê Haris El Rîhab gelek kiryarên dijmirovî pêk anîne’

Ela Hiso eşker kir  ku çeteyê bi navê Haris El Rîhab çeteyekî sûcdare û gelek sûcên dimirovî li dijî jinan, tevahiya gelê Sûriyû û xwezayê pêk anîne û wiha berdewam kir: “Çeteyê bi navê Haris El Rîhab gelek kiryarên dijmirovî li Sûriyê pêk anîne, bi taybet li Efrîn, Sêrêkaniyê û Girê Sipî. Me dît ku ji bo Rêvberiya beşa Medyaya Dîjîtal a Dêra Zorê hate erkerdarkirin. Li dijî vê yekê gelên Dêre Zorê bertekên xwe nîşandan, ji ber ku dizanin ku dîrokî vî kesî pir tariye û gelek komkujî li dijî tevahiya gelên Sûriyê pêkanîne. Dema ku ev kesên sûcdar newin cezakirin pêkanîna komkujiyan di Sûriyê de ye. Herwiha saziyên navdewletî yên ku dibêjin em mafê mirovane pêwîst e vê yekê paşgeh nekin û bi erkê xwe rabin da ku ev kesên sûcdar werin cezakirin. Bi erkdarikirina van kesan sûcdar wê xeteriyeke mezin li tevahiya cîhanê çêbibe.”

Post Views: 34
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Derwêşên Serdemê: Alî Haydar Kaytan û Riza Altun
NÛÇE

Derwêşên Serdemê: Alî Haydar Kaytan û Riza Altun

27/05/2025
‘Pirojeyên me li ser şopandina rewşa koçberan li herêmên dagirkirî bû’
ÇAND Û HUNER

‘Pirojeyên me li ser şopandina rewşa koçberan li herêmên dagirkirî bû’

27/05/2025
Mîhrîcana Nûjyan dengê jinên sînameger ê azad e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjyan dengê jinên sînameger ê azad e

27/05/2025
Nirxandinên mamosteyan ji bo sala xwendinê
NÛÇE

Nirxandinên mamosteyan ji bo sala xwendinê

26/05/2025
‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’
ROJEV

‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’

26/05/2025
Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir
NÛÇE

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.