Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîhrîcana Nûjyan dengê jinên sînameger ê azad e

27/05/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Mîhrîcana Nûjyan dengê jinên sînameger ê azad e
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Endama Komîteya amadekar ya Mîhrîcana Nûjiyan Çîdem Roj diyar kir ev cara yekeme ku mîhrîcanek bi vî awayî li Rojavayê Kudistanê tê lidarxistin û wiha got: “Mîhrîcana Nûjyan dengê jinên sînemager ê azad û kedkar li cîhanê belav dike. ’

Mîhrîcana Fîlma jin a Nûjiyan ku yekem care li Rojavayê Kurdistanê tê li darxistin, di 25 Gulanê de dest pê kir. Di mîhrîcanê de ji her çar perçeyên Kurdistanê jin beşdar bûn, herwihaji gelek welatên cîhanê fîlim û kurte fîlmên jinan tên nîşandan. Li aliyekî din semîner jî tên lidarxistin û rola jina sînameger tê nîqaşkirin.

Derbarê rola jin di sînamegeriyê de ku cara yekemîne mîhrîcanek wisa li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin, endamê Komîteya Amadekar ya mîhrîcanê Çîdem Roj ji Rojnameya mere axivî.

‘Mîhrîcana Nûjiyan dengê jinên kedkar e’

Çîdem Roj destnîşan kir ku ev cara yekemîne mîhrîcanek wisa li Rojavayê Kurdistanê tê pêşkêşkirin û wiha got: “Ev mîhrîcan li ser asta navneteweyî ye, ji her çar parçeyên Kurdistanê jin beşdar bûne. Di vê mîhrîcanê de wê nêzî 40’fîlmî werin pêşandan. Jinên ku nikarîbûn beşdar bibin jî bi berhemên xwe beşdar bûn. Fîlmên ku wê wirin pêşkêşkirin piraniya wan li ser berxwedaniya jin, êşa ku jin di civakê de dibîne, têkoşîna ku jin di civakê û derveyî civakê de dike, zehmetiyên ku jin dikşînin û di heman demê kêfxweşî û serbilindiya jinê ye. Semînerên ku werin dayîn jî li ser jina Kurd a sînameger di dîroka Kurdan de, xebatên ku hatine meşandin û zehmetiyên ku jin dibînin e.”

 ‘Em bi rêya sînemayê dengê rastiyê derxînin’

Endama Komîteya Amadekar ya Mîhrîcana Nûjiyan Çîdem Roj axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo pêşxistina xebatan wê li navenda Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo wê kargehên fêrkirina kamîre û montacê ji bo ciwanan bên vekirin. Heviya me ji hemû ciwana re ku em wan li ser dikê bibînin, rola xwe di vê mîhrîcanê de bilîzin û dengê rastiyê bi riya sînameyê derbixînin.”    

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.