Dîlan Mulhim\Qamişlo
Xwendekarên Zanîngeha Rojava yên Beşa Peyîmangeha Bilind a Ragihandinê diyar kirin ku pirojeyên wan yên derçûnê li ser şopandina Ragihandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rewşa koçberên li herêmê dagirkirî bû. Herwiha wan Rojameya Ronahî û Ajansa AHNA weke nimûne hilbijartin û gotin: “Me dixwest ku bi riya pirojeyên xwe rewşa koçberan li herêmên dagirkirî nas bikin.”
Piştî sê salan ji ked, xebat û zehmetiyan, xwendekarên Beşa Peymangeha Bilin a Ragihandinê a Zanînîngeha Rojava pirojeyên xwe yên derçûnê pêşkêş kirin. Ji xwendekarên ku pirojeyên xwe yên derçûnê pêşkêş kirin, Mihmed Şero û Wecîd Derbas in.
Derbarê mijarê de xwendekarên Peymangeha Bilind a Ragihandinê a Zanîngeha Rojava , Mihmed Şero û Wecîd Derbas ji Rojnameya me re axivîn.
Encamên pirojeyan
Mihmed Şero di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Pirojeya me 3’ê mehan dirêj kir. Herwiha me erşîfa Rojnameya Ronahî û Ajansa ANHA di nava salekê de girte dest, ku rewşa koçberên li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniya û Girê Spî heta çi astê tên şopandin. Lê zêdetir Rojname û Ajans nûçe, gotar û raporên siyasî çêdike û bi taybet xebatên wan girêdayî siyasî ne. Di heman demê de encamên ku bi me re derketin, Rojname Ronahî di nava sala di 2024’an de 600 û çar nûçe, rapor û gotar li ser rewşa koçberên li herêmên dagirkirî çêkirine. Herwiha Ajans ANHA di nava 2024’an de 200 û çil û nih nûçe, gotar û rapor çêkirine. Li gorî encamên ku bi re derketin Rojnameya Ronahî zêdetir rewşa koçberan li herêmê dagirkirî dişopîne.”
‘Me encameke baş girt dest’
Xwendekarê Zanîngeha Rojava Beşa Peyîmangeha Bilind a Ragihandinê Mihmed Şero axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Me gelek zehmetî di hazirtiya pirojeyê xwe de dîtin, ji ber ku dema me ne zêde bû. Lê me encameke baş girte dest.”
‘Di pirojeyê xwe de me girîngî dida rewşa koçberan li herêmên dagirkirî’
Wecîd Derbas wiha axivî: “Ez destêkê pirojeyê xwe diyarî şehîdên her çar paçeyeyê Kurdistanê dikim ku em îro bi saya wan bi zimanê xwe dixwînin. Pirojeyê me li ser şopandina Ragihandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rewşa koçberan li herêmên dagirkirî bû. Me ev pirojeyê rewşa koçberan li herêmên dagirkirî hilbijart, ji ber ku rewşa koçberan li wan herêman pir xirabe. Me Rojnameya Ronahî û Ajansa ANHA di nava sala 2024’an weke nimûne girte dest, di pirojeya xwe de me girîngî dida rewşa koçberên li herêmên dagirkirî jiyan dikin.Bi taybet me baldikşand li ser êş û azarên ku bi koçberan re derbas dibin. Herwiha ku heta çi astê Rojnemya Ronahî û Ajansa ANHA di nava sala 2024’an de dikarîbûn rewşa koçberan li herêmên dagirkirî bi raya giştî re parve bike.”
‘Di hat xwestin ku zêdetir rewşa zarokên koçber hatiba şopandin’
Xwendekarê Zanîngeha Rojava yên Beşa Peyîmangeha Bilind a Ragihandinê Wecîd Derbas axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rojnameya Ronahî û Ajansa ANHA heta asteke baş rewşa koçberan li herêmên dagirkirî dişopînin. Lê di hat xwestin ku zêdetir li ser rewşa zarokên malbatê koçber hatibe şopandin.”