Farûk sakik
Di 16’ê Îlona 2022’yan de dema li Îranê jineke Kurd, bi navê Jîna Emînî hat qetilkirin, li seranserê Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê raperînê dest pê kir.
Bi rojan û bi mehan dewam kir. Ew dengê “jin jiyan azadî” li vê erdnîgariyê sînorkirî nema û li cîhanê belav bû. Hin dem û kêlî hene divê baş werin analîzkirin û divê di van demên defacto de, civak bikeve nav tevgerê. Ji vê tevgerê re jî hin tevger û rêxistin pêşengtî bikin. Li vê derê jî wisa bû. Tevgera Jinên Kurd yên bi felsefeya Rêber Apo ya ‘azadiya Jinê’ perwerde bûbûn, qetilkirina Jîna Emînî, veguhertin serhildanê. Ji vê serhildanê re pêşengtî kirin. Efektên vê serhildanê bandoreke wisa çêkir ku li hin deverên din jî tevlî vê serhildanên bûn. Em bûn şahid ku ev serhildan bênavber dewam kir. Dem bi dem bi pêlên cuda bilind dibû, lê dûre jin ji ber êrişên cur be cur bêdeng dibûn. Lê di rastiya xwe de ev serhildan bênavber hetanî roja me dewam kir.
Du salên ku derbas bûn nîşanî me dan ku wê agir tucarî venemiriye, gurtir bûye û di gelek waran de bandora xwe nîşan daye. Jinên Kurd jî bûn sembola têkoşîna jinên cîhanê. Ji şoreşa azadiyê re pêşengtî kirin. Di pêvajoyeke wiha de, li Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê bi navê Narîn, zarokek 7 salî hat qetilkirin. Bi rojane li hemû Tirkiyê ev mijar tê axaftin. Çapemeniya alîgir, li ser vê mijarê weşanên ku rastiyê berevajî nîşan bidin ket nav hewldanan. Di destpêkê de çend roj meş û mitîng li Kurdistanê hatin lidarxistin. Piştî demekî ew jî bêdeng man û bi tenê dest bidaxuyaniyan kirin. Ev bûyer dişibiya qetilkirina Jîna Emînî. Diviya li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê gel rabûya ser piya û ji kolanan derneketina. Nebû..Herkes vegeriya mala xwe û di telefonên xwe de, di medya dijîtal de vala vala axivîn.
Ev kuştin, çima ji qetilkirina, Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Enes Ata û zarokên Roboskiyê cûda bû? Di qetikirina van zarokên Kurd de, dewlet sûcdar bû û van zarokan wek terorîst îlan kiribûn. Ji bilî Kurdan civaka Tirkiyê jî ew wek “terorîst” qebûl kirin. Medya wan wisa nivîsîbû û wan jî wisa bawerî anîbûn. Lê qetilkirina Narîn cuda bû. Di vê serdemê de medya dîjîtal hebû. Medyayek êdî bi kiryarên AKP’ê hesiyabûn hebû. Civakek ku AKP’ê baş nas dike hebû. Li dijî vê kuştinê û têkiliyên siyasî yên gemar hebûn. Ango, ji kolanan dengek ku bilindibû hebû.
Lê hêzek anjî rêxistinek ku dengê kolanan, veguhêrîne serhildanê tunebû. Faşîzma li Tirkiyê ji bo kolan nekevin nav tevgerê gelek tedbîr girtine. Hêzên xwe yê îstixbaratê li her deverî bi cîh kirine. Û ev hêzên wan bi rehetî dikarin komujiyên mezin pêk bînin. Ji ber van sedeman bêdengî heye. Lê heman hêzên hov li Îran jî hebûn. Li hember pêla şoreşa “jin jiyan azadî” bêçare man. Dengê kolanan ji dengê çekên wan bandortir bû. Heman tişt diviyabû ku li Tirkiyê jî destpêkira. Ji pis-pisa; kê kûşt, çawa hat kuştin, kê çi got hwd. zêdetir, divya enerjiya xwe bi rêxistinkirina kolanan de serf kirina. Medya dijîtal dikaribû vê mijarê wek amûrek rêxistinê bihata bikaranîn.
Dema ku ev yek nekirin, roj roja Erdogan bû. Dora hemleyê ya Erdogan bû. Di 16’ê Îlonê de digot; Em ê destûr nedin ku aliyek ji vê buyêrê rantek siyasî bi dest bixe .