Ronaz Silêman/Qamişlo
Rêveberê Bendava Tişrînê (Bendava Şehîdan) Mustefa Ebdulrehman diyar kir ku bi saya destekdayîna Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Bendavan û bi hevkariya Rêveberiya Xweser, gaveke girîng ji bo bidawîkirina şerê li herêmê û destpêkirina xebatên çaksazkirina Bendava Tişrînê hate avêtin û got, “Vegera ewlehiyê li bendavê kirîza elektirîkê ji holê radike.”
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 8’ê Berfanbara 2024’an de, êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê zêdetir kirin. Li hemberî van êrişan berxwedaneke dîrokî ya gel û şervanên QSD’ê hate meşandin. Herwiha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca rawestandina êrişan û parastina bendavê nobetdar bûn. Ev êriş metirsiyên hilweşandina bendavê zêdetir kir û gefeke rasterast li ewlehiya av û aboriyê kir. Lê tîma çeksaziya bendavê bi hemû hewldanên xwe bendav ji karîsatên mirovî ji êirşan parastin, herwiha piştî gavavêtina ji bo rawestandina şer, êdî tîma pispor û endzyaran dest bi çaksazkirina bendavê kirin e.
Herwiha di seatên destpêkê yên êrişan de dema ku bendavê ziyan dît, tîmên çeksazkirinê bi awayekî pilankirî destwerdana demikî kirin.
Ew plan jî wiha bû: Rawestandina xeteriya avdiziyê. Kêmkirina ziyanan. Kişandina avê û derxistina amûrên ku di bin avê de mabûn. Bikaranîna çavika duyem ji bo peydakirina elekitîka bendavê bi xwe. Amadekirina çavika yekem, da ku li şûna çavika duyem di rewşên awerte de bên bikaranîn. Çaksazkirinên taybet ji bo çavik û amûrên wan bi awayekî sîstematîk. Karkirin li ser çeksazkirina navenda veguhestina amûrên ziyandîtî û têkçûyî.
Zehmetiyên ku li pêşiya tîmên çeksaziyê derketin jî wiha ne:
Xeteriya kar di hundir û depoyên bendavê, kêmbûna tîmên çeksaziyê û zehmetiya peydakirina amûrên têkçûyî di rewşa awarte de.
Armanca tîmên Desteya Enerjiyê û Rêveberiya Bendavan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew bû ku Bendava Tişrînê careke din bikeve xizmetê, da ku zehmetiyên gel kêm bibe. Lê çeksazkirina bendavê bi awayekî giştî kar û xebat wê bi peydakirina amûran ve girêdayî ye.
Derbarê çeksazkirina Bendava Tişrînê û hilbirandina elektirîkê careke din, Rêveberê Bendava Tişrînê (Bendava Şehîdan) Mustefa Ebdulrehman ji Rojnameya me re axivî.
Mustefa Ebdulrehman diyar kir ku piştî gavavêtina ji bo bidawîkirina şer li herêmê wan dest bi çeksazkirina Bendava Tişrînê kirin e û wiha got: “Bi saya destekdayîna Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Bendavan û bi hevkariya Rêveberiya Xweser, gaveke girîng ji bo bidawîkirina şerê li herêmê û destpêkirina xebatên çaksazkirina Bendava Tişrînê hate avêtin. Piştî wê jî tîmek ji endezyar û karmendên pispor ji bo pêkanîna xebatên pêwîst ên parastin û çaksaziyê hatin şandin. Em piştgiriya ku ji me re hatiye dayîn û xebatên hevpar ên ku bûne sedema serkeftina vê pêvajoyê, bi nirx dikin. Ji bo vegerandina bendavê di rewşa normal de û dabînkirina elektirîkê ji welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, em ê xebatên xwe berdewam bikin. Em bi şanazî çaksaziya xwe ya serkeftî ya Bendava Tişrînê ku yek ji girîngtirîn projeyên herêmê ye, radigihînin. Tîmên me ji bo vegerandina Bendavê di rewşa normal de gelek xebitîn û îro em berhemên xwe distînin. Bendav dê bi temamî bixebite û elektrîkê bide bajar û gundên derdorê, herwiha wê jiyana rojane ya welatiyan baştir bike. Em bi tiştên ku me bi dest xistine serbilind in û em li bendê ne ku di pêşerojê de li ser projeyên din ên girîng xebatên xwe bidomînin.”
‘Bendav gihaştibû asta ku binesaziya wê ber bi rûxandin ve here’
Ebdulrehman eşkere kir ku ji ber êrişan Bendava Tişrînê ji kar hatibû derxistin û wiha got: “Di nava hemû şert û mercên ku Bendav tê re derbas bû, bû sedema ku ew ji kar bê derxistin û zarên mezin lê bê kirin. Ev zarar gihaştibû asta ku binesaziya bendavê ber bi rûxandin ve here. Berî şerê dawî yê ku li ser bendavê rûda bû, di bingeha xwe de rewşa bendavê ne saxlem bû û di warê peydakirina paraceyên alavên çeksaziyê de astengî hebûn. Di vir de rola tîma çeksaziyê li ser çend proje û lêkolînên çeksazkirina bendavê hebû, ev yek jî hişt ku di encamê de bendav bikeve xizmeta gel de. Ev kar jî serkeftinek bû da ku bendav vegere xebatên xwe yên berhemdayînê. Di vî şerê dawiyê de banorên pir xerab li Bendava Tişrînê li pey xwe hişt, di aliyê elektirokîn, elektirîk, mîkanîk û elemdeniye, ji ber ku bendav, mîna hemû bendavan pirsgirêkên rijandina avê tê de heye û ev pergal ji bo bendavê çavkaniyên ewlehiyê ne. Têkçûna van pergalan tê wê wateyê ku dê bendav bi temamî ji xizmetê derkeve. Bendava Tişrîn duyemîn çavkaniya herî mezin a elektirîkê ye û yekem pêla ewlehiyê ye ji bo birêkûpêkkirina hilberînê û destwerdana lezgîn, herwiha ji bo birêkûpêkkirina bikaranîna ava çem. Bendav elektirîkê ji bo herêm an bajarekî taybet nade, lê li gorî daneyên wê hemû qadên Rêveberiya Xweser tên temînkirin, lê ev yek li gorî hilbirîna bendavê dimîne.”
‘Ji bo parastina bendavê hemû hewldan hatin kirin’
Mustefa Ebdulrehman axaftina xwe wiha qedand: “Bendav pêwîstiya wê bi çaksaziya giştî û biçûk heye, ji ber şert û mercên ku bendav di dirêjahiya şoreşê de tê re derbas bûye rewşên awarte ne. Herwiha bendava Tişrînê ji dema damezrandina xwe ve heta niha tu xebateke berfireh ji çaksaziya xwe re nekiriye. Lê belê Rêveberiya Enerjiyê û Rêveberiya Giştî ya Bendavan, ji bo parastina alavên bendavê, amadebûna wê ji bo hilberîna enerjiyê û xizmetkirina welatiyan, çi ji destê wan tê û dibe pêşkêş dikin. Gelek xebatên girîng ji aliyê tîma çeksazkirinê ve ji bo peydakirina materyalan di dema pêwîst de hatin kirin. Hin amûrên elektirîkê yên têkçûyî ji aliyên desteya enerjiyê ve hatin peydakirin. Ev amûr xwedî nirxekî pir bûhane. Çeksazkirina bendavê li gorî derfetan pêk hat, da ku bendav careke din bikeve xizmetê û kirîza qutbûna elektirîkê li ser herêmên ku elektirîka xwe ji bendavê digirtin, bidawî bibe.”