Rojnameya Ronahî

Mûneta zivistanê.. kevneşopiyeke bi ber windabûnê ve diçe

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Amadekirina xwarinên zivistanê çandeke kevnare ji aliyê jinan ve tê parastin, gelê herêmê her havîn dikevin tevgerê de da ku mûneta zivistanê amade bikin, lê di demên dawî de ji ber bilindbûna buhayên pêdiviyan, ev kevneşopç ber bi windabûnî ve dice.

Xwarinên ku weke mûnet ji bo demsala zivistanê tê rakirin û hişkirin mîna rîçal, dimsa îsot û bacanê sor, bamî, pelê daran, penêr, kelandina genim, Zeytûn, Mekdûs, rûnê erebî, bacanê reş ên hişkirî û tirşo û gelek cûre tên amadekirin ji hêla jinan ve.

Di salên dawî de şert û mercên jiyanê hatin guhertin, amadekariyên mûneta zivistanê her ku diçû kêm dibû, ev jî ji ber bilindbûna buhayên kelûpel û madeyên xwarinê ye, Herwiha hilwişîna nirxê leyreya Sûrî li hember dolar sedemeke sereke ya derketina pirsgirêkên aborî ye û barê gelek malbatan giran kir, Di heman demê de vê yekê hişt ku gelek malbat dest ji amadekirina mûnetê berdin an jî dest ji amadekirina gelek cûreyan berdin û kêm bikin.

Destpêkirina meha amadekirina mûnetê

Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, di encama bilindbûna buhayên sebze û madeyên sereke ji bo amadekirina mûneta zivistanê, şêniyên herêmê weke berê di mehên Tebax û Îlonê de nema karin bi têra xwe pêdiviyên xwe amade bikin. Ev her du meh pir zehmetin li ser malbatan ji ber ku bi vekirina sala xwendinê re tê, gelek zextên aborî li ser şêniyên xizan çêdike.

Jina bi navê Şehed El-Elî ku malbata wê ji çar kesan pêk tê, derbarê  guhertinên ku di amadekirina mûneta zivistanê de çêbûne ji Rojnameya me re axivî û wiha got: “Di salên borî de min bi alîkariya cîranên xwe nêzî du mehan kar dikir ji bo amadekirina mûneta zivistanê, ji xwe xebata kolektîf parçeyeke ji têkiliyên civakî di navbera jinên herêmê de, lê di vê salê de bi sedema bilindbûna buhayên sebzeyan, tenê 10 kîlo ji bacanê reş yên hişkirî, 30 kîlo miloxiya hişk min amadekir û cureyên din ên mûnetê min amade nekirin.”

 Dimsa bacana di malan de nema tê çêkirin

Şehed îşaret kir ku nirxên bacananên sor buha bûye, şênî nikarin wekî berê li mal dimsa abacanê sor amadebikin, ji ber vê yekê yê hazir dikrin ku buhaya wê kêmtire û wiha got: “Berê min gelek cûreyên mûneta zivistanê çêdikir, ji mekdûs, dimsa bacanan û îsotan, lê min vê salê dûrxist ji ber buhayê wê min ji dikanan kirî. Çar kîlo ji dimsa bacanên sor bi 90 hezarê leyreya sûrî ye, dibe ku em 800 gram jê bikrin ku hewcdariyên malbatê bi cih bîne, di heman demê ji dimsa îsot û trşo jî wiha ye.”

Şehed diyar kir ku berê 200 kîlo bacanê sor dikirî jê 20 kîlo dimsa bacan çêdikir û wiha lê zêde kir: “Vê salê min nikarîbû amade bikim mîna sala salên çûyî, bacan gelekî buha ne, min ew dûr xist, tevî ku her kevçiyek li hember çar kevçiyên dimsa bacanan ên hazir e, ji bilî tama wê pir cûda ye.”

Derbarê buhayên sebzeyan ku di van demê dawî de bilind bûne Şehed wiha îşaret kir:”Di demsala mûnetê de buhayê hin sebzeyan daket, lê li gorî yên mûnetê ne guncawe, buhaya bacan gihaşt 10 hezaran û ya xiyaran 8 hezaran û bacanê reş 6 hezar, herwih bamî gihaşt 22 hezar leyreyên sûrî, ev buha nabin alîkar ku em mûnetê amade bikin.”

Li bazarên sebze û fêkiyan tevgereke sivik hat dîtin, bi kêmbûna gel ji bo kirîna mûneta zivistanê bi rêjeyên mezin, kirîna wan bi pêdiviyên rojane re sînordar bû, xwediyên dikanan li Qamişlo îşaret kirin ku vegereke mezin hate dîtin îsal di amadekirina mûneta malê ji ber şert û mercên aborî yên zehmet.

Li gel amadekirina mûnetê vekirina dibistanan

Şehed diyar kir ku buhaya bilind yên amadekirina kelûpelên hişk, rêçal û mekdûs, hişt ku gelek kes nema amade bikin, wiha zêde kir: ” Ji ber asta mûçeyan hişt ku gelek malbat nikaribin pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin, tenê pêdiviyên pêwîst dikirin, li gel amadekirina mûnetê dibistanên zarokan jî destpê kir, ev yek dihêle ku barê malbatan girantir bibe.”

Şehed El-Elî axaftina xwe wiha qedand: “Ev rewş dihêle ku welatî zehmetiyan bikşînin di peydakirina pêdiviyên sereke, vê yekê bandoreke mezin ser kevneşopiyên amadekirina mûnetê ku parçeyeke ji şêwazên jiyanê ya herêmê bû, kir.”