Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeya Zarhunera Havînê bi daxuyaniyekê hate destpêkirin

31/05/2025
in NÛÇE
A A
Projeya Zarhunera Havînê bi daxuyaniyekê hate destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Bi pêşengiya Şanoya Çiya, Tev-Çand û Fontî di pace (Çavkaniya Aştiyê) projeya zarhunera havînê ya zarokan bi dirûmeya “Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin” bi daxuyaniyeke nivîskî hate dest pê kirin.

Projeya Zarhunera Havînê ya zarokan bi pêşengiya Şanoya Çiya, Tev-Çand û Fontî di pace (Çavkaniya Aştiyê) bi xwendina daxuyaniyeke nivîkî hate ragihandin. Daxuyanî bi tevlîbûna mamoste û zarokên Tev-Çandê li ser asta Kantona Cizîrê, li navenda Tev-Çand a bajarê Qamişlo hat dayîn.

Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Bi hezkirin û dilsoziyeke mezin ji bo avakirina nifşekî pêşeroj, da ku rastiya çanda me bidê vejandin, em dest bi pirojeya Zarhunera Havînê di bin dirûşmeya “Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin” li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî bi pêșengiya Şanoya Çiya, Tev-çand û Fontî Di Pace (Çavkaniya Aştiyê) dikin.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Zarhunera havînê wê li bajarê Dêrikê ji bo zarokên Serêkaniyê û Kampa Newroz, Rimêlan, Tilkoçer, Qamişlo ji bo zarokên Efrînê, gundê Girbawî û Hesekê pêk were. Ev xebat zarokên 7 salê heta 14 salê di nav xwede dihewînê û wê zarok fêrî beşa şano, wêne û di hin bajaran de fêrî muzîkê bibin. Armancên me ya sereke ji vê pirojê ew e ku em asta hunerî ji bo zarokan xurt bikin. Ji bo ku zarok di beşê wêne de xeyalên xwe fereh bikin, da ku bikarin xeyalên xwe ji herkesî re diyar bikin. Di beşê șano de jî lîstikên Kurdî yên ji çirok û destanê Kurdî vejîn bikin û dewlemendiya edebiyeta kurdî zêde bikin. Di beşê muzîkê de hewl bidin nifişên nû fêrî floklor û nasnameya kurdbûnê ya dinava muzîka kurdî de veşartiyê, perwerde bikin.

Daxuyanî wiha hate bidawîkirin: “Pirojeya me ya zarhunera havînê di 1’ê Pûşbera 2025’an de destpêdike û di 15’ê Tebaxa 2025’an de dawî dibe. Di vê demê de em ê 10 lîstikên şano herî kêm amadebikin.  Herwiha em ê pêşengeheke wêneyan bi 1984 wêneyê li dar bixin. Di heman demê de di nava projeyê de li her bajarekî herî kêm wê 2 çalakiyên hunerî bên lidarxistin. Armanca me ya sereke ew e ku em 1000 zarokî/ê di vê pirojeyê de hedef bigirin, lewra girûpeka baş ji mamostên pispor hatine amadekirin. Ev demeka qeyd li navendên Çand û Hunerê dest pê bûya û bi xwendina vê daxuyaniyê em ji merhela pîlansaziyê derbasê piratikê dibin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.