Ayşa Silêman/ Dêrikê
Rêvebrê Komîtya Aş û depoyên genim li bajarê Dêrikê Şivan Delî diyar kir ku ji bo wegirtina genim ji cotkaran wan hazirtiyên xwe temam kirin e û wiha got:”Îsal rewşa ziwahiyê bandoreke neyînî li berhemê çandiniyê yê kir. Ji bo kirîna genim ji cotkaran deopyên genim û komîteyên têkildar hatine aamadekirin.”
Her sal ji bo wergirtina genim û berhemên çandiyê ji cotkaran, li seranserî herêmên Rêveberiya Xweser a Bkaur û Rojhilatê Sûriyê hazirtî tên kirin. Li bajarê Dêrikê û gundewarên wê jî ji bo wergirtina genim ji cotkaran hazirtî hatine kirin û 3 navend hatine destnîşankirin.
Di derbarê hazirtiyên wergirtina genim ji cotkaran, Rêveberê Komîteya Aş û Depoyên Genim li bajarê Dêrikê Şivan Delî ji Rojnameya me re axivî.
Şivan Delî da zanîn ku her sal di dema musim de ji bo wergirtina genim ji cotkaran hazirtî tên kirin û wiha got: “Îsal me sê navend hazir kirine ji bo kirîna berhemê mûsim û hemû amadekarî hatine pêk anîn; di milê avahî, parastin û paqijkirinê de. Di heman demê de di her navendekî de komîteya wê ya wergirtinê hatiye avakirin, di komîteyê de kesên pispor ên ku ji qalîte û berhemê fêm dikin cihê xwe digrin. Ji ber rewşa ziwahiyê wê berhem kêm be, lewma me tenê hazirî ji bo wergirtina dugma kiriye, heger sîloyên genim têrê nekirin jî amadekariyên me hene ku em wan li cihên din bicih bikin. Li Til Elo nêzî 104 hezar ton genimê sala 2023’an li cem me heye û li her çar navendên me yên din jî genimê sala 2024‘an jî heye, parastin û sterilîzasyona genim hemû ji me tê xwestin, genimê sala 2024’an ev du caran tê sterilîzasiyonkirin û yê sala 2023’an ev 4 car tê sterilîzasyonkirin. Raste îsal mûsim gelekî kême lê genimê heyî wê têrê bike.”
Rêveberê Komîteya Aş û Depoyên Genim li bajarê Dêrikê Şivan Delî axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Heya niha bihayê genim nehatiye diyarkirin, lê lêkolîn tên kirin ji bo mesrefa hilberîna genim, ji ber rewşa ziwahiyê îsal mesrefa wê gelekî bilind bû. Herwiha ziwahiyê bandor li zeviyên avdayî jî kir, ji ber av jî kêm bû û cotkar neçar dibûn cenetoran bikar bînin, ev yek di milê aborî de barê cotkaran giran kir. Di heman demê de zeviyên avdayî jî wê qalîteya wan ji salên borî kêmtir be.”