Lîloz Hisên/Qamişlo
Mîhrîcana Fîlman Nûjiyan a tije çîrokên jinan di roja xwe ya heftemîn de bi şahîyek bi dawî bû.
Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan ji aliyê Kollektîva Kezî ya Jinên Sînameger, bi piştgiriya Sîne Jin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve hate birêxistinkirin, li Parka Azadî yê li bajarê Qamişlo di bin dirûşma “Nerîna Wê ji Azadiyê ye, Çîroka Wê ji Berxwedanê ye” hate li dar xistin û di seranserî 7 roja dewam kir.
Di Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan pêşandana fîlm, kurtefîlm û belgefîlmên cur be cur ên ku behsa çîrokên jinan di nava civakê de û di bin desthildariya dewletan de dikir.
Roja yekemîn
Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan di roja yekemîn de bi şahiyekê destpêkir, ku şêniyên herêmê, hunermend, rojnamevan, xwendekar, endamên Tevgera Mezepotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê amade bûn.
Di çarçoveya bernameya şahiyê de pêşangehên karên destan ku ji berhemên 4 komên jinan pêk dihat hatibû vekirin, her wiha pirtûkên Weşanxaneya Şilêr jî hatibûn pêşandan.
der barê jiyana rojnamevan Nûjiyan Erhan a di 3`yê Adara 2017`an de di encama êrişa çekdarên PDK`ê ya li Xanesora Şengalê de şehîd bûbû û mîhrîcan bi navê wê hatiye birêxistinkirin, sînevîzyonek hate pêşandan. Peyamên dezgehên jinan ên Bakurê Kurdistanê, Portugalê (ji aliyê Endama Koordînasyona Mîhrîcana Filêm Deryaya Spî ya li Leşbonyayê Silvia de Marco hate xwendin) û Yekîtiya Jinên Ermen hate xwendin.
Filmê (Siwariyên Şengalê) bi derhêneriya Dêrsim Zêrevan cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê, hat pêşandan.
Roja duyemîn
Li navenda Mihemed Şêxp ya Çand û Hunerê semînera “Jin li pişta jinê, rêya belavkirin û mîhrîcana fîlmên jinan” ji aliyê endamên Koordînasyona Mîhrîcana Filmên Deryaya Spî (Olhares de Mediterraneo Women Film Festival) Sara David Lopes û Silviya de Marco ve hate dayîn.
Pêşangeha wêneyan a li ser navê rojnamevana şehîd Cîhan Bîlgîn hate vekirin.
Fîlmê ‘El Vequero’ ê bi derhêneriya Emma Rozanski (2024) hate pêşandan.
Danê êvarê li Parka Azadî saet di 20:00’an de fîlmê ‘The Sea and It Waves’ û saet 22:00`an kurtefîlmên ‘Ghalia’, ‘The Far Mountain’ û ‘The Dream’ dê hate pêşandan.
Roja sêyemîn
Danê sibehê jî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo semînera “Jinên Sînemager, li paş kamerayê” ji aliyê Derhênerên ji Lubnan û Siwêdayê Liyana Qesîr (Liana Kassir) û Sûha Ezî ve hate dayîn.
Di danê êvarê de, belgefîlmê Cezaîrî yê ‘The Desert Rocker-Rokera Çolê’ a bi derhêneriya Mariam Ohanyan (2022) hate derxistin, hate pêşandan.
Kurtefîlmê ji Rojhilatê Kurdistanê ‘Zar û Zeman’ – Xece Redur (2023) hate pêşandan. Kurtfîlmên Mindaly Bilur ê ji Başûrê Kurdistanê (IVF) bi derhêneriya Sameeah Salih (2024) û ‘The Last Cowboy’ ê Misrî bi derhêneriya Basma Sheren (2023) hatin pêşandan.
Roja çaremîn
Danê êvarê fîlmê ‘Sima`s Song’ bi derhêneriya Roya Sadat (2024) hate pêşandan, kurtefîlmê ‘As I Open My Eyes’ bi derhêneriya Ghazzal Abdullah a ji Misir (2023) û kurtefîlmê ‘Sukoun – Amplified’ bi derhêneriya Dina Nasser a ji Tûnisê (2023) hatin pêşandan.
Belgefîlmê ‘A Story of Homeland, Memories Of Shade (Çîroka Welatekî-Bîranên ji Siyê)’ bi derhênera Suha Ezzi (2025) a ji Siwêdayê li pêşberî beşdaran hate pêşandan.
Roja pencemîn
Danê êvarê ya roja pêncemîn ji mîhrîcanê, belgefîlma ‘Aurora`s Sunrise – Roja Aurora’ bi derhêneriya Inna Sahakyan (2022) hate pêşandan.
Kurtefîlma ‘A House Near The Sun – Malek Nêzî Rojê’ bi derhêneriya Miriam Samadi-Ronya Schamlian jî hate pêşandan.
Her wiha Belgefîlma ‘I Will Wait For You By The Sea – Li ber deryayê ez ê li benda te bim’ bi derhêneriya Rasia Yusuf (2023) û ‘Left Handed – Çep’ bi derhêneriya Nasrin Mohammadpour (2022) jî hatin pêşandan.
Danê sibehê li kêlek pêşandana fîlman, kargeha Reportaj û Montajê ya ji aliyê Pispora Montaj, Kamerevana Sînemayê û Televîzyonê Valentina Sarogni ji bo endamên Jin Tv hate dayîn û li ser 3 (29-30-31) rojan hat birêxsitin kirin.
Roja şeşemîn
Di çarçoveya bernameya danê êvarê fîlmê ‘Hêza’ bi derhêneriya Derya Deniz (2022) hate pêşandan.
Fîlmê ‘Anqa’ jî bi derhêneriya Helîn Çelik (2023) hate pêşandan.
Roja dawî
Di roja dawî de ya mehrîcanê Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo saet 15:00`an belgefîlmên ‘Ezda’ yê derhêner Halime Akturk (2023), ‘Fence’ yê derhêner Sakar Osman (2024), ‘Eve Donuş’ ê derhêneriya Dilan Engin (2023), ‘Catharsis’ ê derhêner Ilana Diyar (2022) û ‘Paths’ ê derhêner Azhin Kawa (2023) hate pêşandan.
Saet 16:00`an fîlmê ‘For Justice’ yê derhêner Elif Yigit (2022) hate pêşandan.
Saet 17:00`an kurtefîlmên ‘Oda Sor’ ê derhêner Lilian Emir Eli (2020) û ‘Mirage’ yê derhêner Atefeh Salehi (2022) hate pêşandan.
Saet 20:00`an li parka Azadî şahiya bidawîbûna mehrîcanê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, piştre bi nave komîteya amadekar a mehrîcanê Sefînza Ebdivê axivî û spasiya her jineke ku ji bo dîrokê gaveke avêt û her yekê rêyeke ji me re vekir û wiha got: “Em sipasiya her kesên ku li vê qadê bi me re hazir û tevlî xebata me bûn.gelek ked hate dayîn, îro em hene bi saya civaka me û bi civakê em ê berdewam bikin.”
Piştî bidawîbûna axaftinan Dîlana Palmêra ya Hîlala Zêrîn herwiha koma mûzîkê ya Mizgîn Tahir hatin pêşandan.