Amara Baran/Qamişlo
Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif Diyar kir ku damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê bandoreke mezin li her çar paçeyên Kurdistanê û cîhanê kir û got, “Derketina PKK’ê ji bo kurdan ronesans e.”
Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)Foza Yûsif derbarê girîngî û rola PKK’ê di Kurdistan û cîhanê de ji rojnameya me re axivî.
‘PKK siyaseta îmha û înkarkirina li ser kurdan perçe kir’
Foza Yûsif diyar kir ku damezrandina PKK’ê hişt ku Kurd di Rojhilata Navîn de bibin xwedî hêzekê sereke û wiha got: “Damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistanê Rêber Apo xwe nespart taybetmendiya malbatî û eşîrtiyê, ew Rêberekî gelerî bû. PKK’ê roleke girîng da jin û hertim xwedî bernameyên bi hêz û nêrînê dagirtî bû. Damezrindina wê ji bo kurdan bû ronesans û zanisteke netewî ava kir, bandora siyaseta înkarkirinê ya li ser Kurdan dihat meşandin, di radeyek mezin de ji holê rakir, carekdin hişt ku çanda Kurdî xwe ji nû ve zîndî bike û Kurd bi hebûna xwe bihisin. PKK îmha û înkarkirina li ser gelê Kurd parçe kir.”
‘PKK tekoşîneke bê hempa da û dide meşandin’
Foza Yûsif axaftina xwe wiha domand: “Dîroka PKK’ê ispat kir ku berdel çiqas mezinbin jî ew ji bo azadiyê û serfiraziyê tu car gav bi paş ve navêje. PKK’ê ji bo ku armanca xwe pêk bîne tekoşîneke bê hempa da û dide meşandin, di wê oxirê de berxwedaniyek mezin li zindanan û li çiya hat dayîn. Rêber Apo her şahadetek vegerand hemleya azadiyê, ji şahadeta Hakî Karer û heta roja îro şahadetedên ku çêdibûn, bû sedem ku girêdana bi nirxan û biryara tekoşînê bi israr bilind bibe û mezin bibe. PKK’ê ne tenê teorî, pratik kir, Lewma gelê Kurd îro bi hebûna xwe deyndarê şehîdan e. ”
‘Ji bo Kurdistaneke azad pêwîstî bi PKK’ê hebû’
Foza Yûsif got ku tekoşîna ku bi salan hatiye meşandin zexteke pir mezin li ser dewleta Tirk kir û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk înkar dikir ku Kurdistan metîngere, Rêber Apo cara yekem di sala 1970′ de dibeje ku “Kurdistan metîngere ” ji bo ku ji metîngeriyê rizgar bibe pêwîst e ku partî bê avakirin û tekoşîn bê meşandin. Berya PKK’ê bê avakirin gelê Kurd wekê tirkên çiya dihatin pênasekirin û siyasetek tûnd yên înkarê li ser Bakurê Kurdistanê dihat meşandin. Bi derketina PKK’ê re pirs di serê civaka tirk û Rojhilata Navîn de çêbû gotin gelekî heye û navê wî kurde û xwedan dîroke û mafê wî ji deste wî hatiye girtin. Dewleta Tirk herçiqas bi polîtikayên înkarê xwest berxwedaniyê bişkîne û hertim înkarkir ku dozekî kurt heye lê berxwedaniya ku hat kirin siyaseta înkarê vala derxist.”
PKK’ê bû nasnameya gelekî
Foza Yûsif bal kişand ser israr û berxwedaniya PKK’ê ya ku di cîhanê de mînaka wê nîne û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk ya ku hertim hebûna gelê kurd û tevgera azadiyê tune dihesiband di sala 1993’an de îtîrafkir ku PKK’e tevgereke xorte. Dewleta tirk ji bo ku tevgera azadiya Kurdistanê tune bike di dehsalên dawiyê de gelek rê û rêbazan xistin dewrê, taybet di warê leşkerî de çi sîleh û teknîka wî ya pêşketî hebû kar anî heman demê de çekên qedexekirî yên di destê xwe de li ser qadên gerîla kar anîn lê nekarîn ku berxwedaniya gerîla bişkînin. Dewleta tirk dît ku PKK ne tenê partiyeki ye êdî bûye nasnama gelekî lewma jî naçarma êdî rastiya ku holê ye qebûl bike.
Însiyatîfa ku niha destpêkiriye bi banga Dewlet Bahçelî û bersivdayîna Rêber Apo ji aliyê dewleta tirk ve îtîrafekî nû bû ku nikaribûn tevgera azadiyê û nasnama gel tune bike. Li Tirkiyê û Rojhilata navîn de kurd bûne hezekî mezin bê kurdan nikare siyaset bike, gotina bahçelî a ku dibêje Tirk bê Kurd nabin rastiya kurd a dîrokî dide îfadekirin, bê kurd nikarin pêşeroja Rojhilata Navîn bi serê xwe îfade bikin.”
‘Tevahiya cîhanê li Rêber Apo xwedî derket’
Foza Yûsif wiha domand: “Dewleta Tirk îro neçar maye ku Rêber Apo mûxatap bigre. Polîtîkayê parçekirinê li ser gelê kurd meşandin têrê nekir hewildan ji bo tevgera azadiyê tune bikin nekarîn wî jî bikin, Hewildan bi tecrîdek giran Rêber Apo bê bandor bikin lê hêzawan tera wî jî nekir gelê kurd û tevahiya cîhanê xwedî li Rêber Apo derketin ku îro mûxatap tê girtin.
‘Dewleta Tirk bi rêya çapemeniyê xwe şerê pîsoklojîk dimeşîne’
Foza Diyarkir dewleta Tirk di vî pêvajoyê de şerê çekdarî daye seknandin lê şerê pîsoklojîk kiriye dewrê û wiha got: “Dewleta Tirk Îro gotinên ku di medya xwe ya dîjîtal û di televîzyonan de dikin, hemû jî ji bo ku xwe di raya giştî de bidin nîşandan ku ew pir bihêzin. Ji bo ku di hilbijartinan de dengê xwe biparêzin, milekî din de jî li hemberî gelê Kurd şerê taybet û şerê pîsoklojîk didin meşandin. Pêwîste gelê me li hemberî van polîtikayên şerê taybet hişyar bin û çapemeniya xwe esas bigrin û perspektîfê Rêber Apo û nirxandinê tevgera azadiyê esas bigrin.”
‘Serkeftina pêvajoyê azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye’
Foza Yûsif axaftina xcwe wiha qedand: “Îro yên ku pêvajoy dimeşîne û bi rêva dibe Rêber Apo ye, ji bo serkeftina pêvajoyê derfetên kar girîn ge. Her çiqas çûndin hatin hebin jî ne yasayî ye ne di asta ku Rêber Apo bi awayek azad bikaribe kare xwe bide meşandin. daxwaza ku divê Rêber Apo bi awayek fîzîkî kare xwe bike daxwazekî girîng û jiyanî ye, heta ku mafê hêviyê neye dayîn Rêbertî nekare asta ku tê xwestin de xebat bide meşandin. Pêwîste dewleta Tirk guhertinên yasayî çêbike . Gelê me hemleya ku daye destpêkirin ranewestîne û xebatên zextkirinê li ser dewleta tirk bidomîne hem ji bo ku yasa derxîne heman demê de rewşa niha ya Rêber Apo biguherîne.”