Dîlan Mulhim\Qamişlo
Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşkirinê di 30’ê Gulanê de bi hemahengiya Desteya Kar û Barên Civakî ya Xebatên Rêveberiya Xweser a Dîmokratîk alîkariyên mirovî ku ji 6 hezar pakêtên xwarinê pêk tê, ji berava Sûriyê re şandin.
Komeleya Alîkarî û Geşedanê ya Mezopotamyayê bi hemahengiya Desteya Kar û Barên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 3’emîn kampaniya alîkariyên mirovî ji bo berava Sûriyê re dişîne. Herwiha kampaniya alîkariyan îro ji bajarê Reqayê derbasî berava Sûriyê bûn.
Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşkirina ev care sêyemîne bi hemahengiya Desteya Kar û Barên Civakî ya Xebatên Rêveberiya Xweser a Demokratîk kampaniya alîkariyên mirovî ji bo berava Sûriyê re dişîne.
Kampaniya alîkariyan ji 6 hezar pakêtên xwarinê pêk tê û ev kampaniya îro ji bajarê Reqayê derbasî berava Sûriyê bû. Herwiha li gorî derfetên komeleya Mezopotamiya wê ev alîkariyên mirovî berdewam bikin û ev alîkarî li kesên hewcedar werin belavkirin.
Hêjayî gotinê ye ku ji Adara îsal ve ev 3’emîn kampaniya alîkariyên mirovî ye ku ji berava Sûriyê re tê şandin.
Yekem kampaniya alîkariyan di meha Adarê de bi hevkariya însiyatîfa gelên herêmê, Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser ji berava Sûriyê re hatin şandin. Di karwana de 20 kamyon alîkariyê hebûn ku ji 10 hezar pakêtên xwarinê pêk dihat.
Di 19’ê Gulanê de jî Komeleya Alîkarî û Geşedanê ya Mezopotamyayê bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser karwanê 2 emîn kampaniya alîkariyên mirovî ji bo peravê Sûriyê re şandin. Herwiha Kampaniya alîkariyan ji hezar û 500 paketên xwarinê pêk dihat.