Monday, June 2, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xerîb Hiso: Konferansa li Yonanistanê bi encamên serkeftî bi dawî bû

31/05/2025
in NÛÇE
A A
Xerîb Hiso: Konferansa li Yonanistanê bi encamên serkeftî bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Di 24’ê Gulanê de Konferansek ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Îslamî a Rojhilata Navîn û Behra Sipî li Yonanê bi beşdariya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD hat orgenîzekirin. Konferans bi dirûşmeya “Pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn” lidar ket.

Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Îslamî li paytexta Yûnanistanê Asînayê, li baregeha Enstîtûya Têkiliyên Navnetewî ya li paytextê, ​​konferansek bi navê “Pirsgirêka Kurd û Geşedanên li Rojhilata Navîn” li dar xist. Şandeyek ji partiya PYD’ê ku ji Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Hiso û hevseroka Ofîsa Têkiliyên Giştî ya partiyê Sema Begdaş beşdarî konferansê bûn. Têkildarî vê Koonferansê Hevserokê Partiyê Xerîb Hiso ji rojnameya me re axivî.

Xerîb Hiso di destpêka axaftina xwe de ev anî ziman: “Ev demeke em li ser orgenîzekirina vê Koonferansê dixebitin. Komîteya me li Yonanê li ser vê yekê kar dikr û li kêlek wan jî dostên me yên Kurd û Yûnanî jî bûn alîkar. Di konferansê de ji gelek welatên Ewropayê û kesayetên naskirî beşdar bûn. Tevahiyên ku tevlî vê konferansê bûbûn naskirineke wan li ser doz û pirsgirêka gelê Kurd hebû, bi wê jî dema ev konferans amede bûye gelek kesan dixwastin beşdar bibin. Ji welatên ku beşdar bûne jî Poloniya, Almaniya, Emerîka, Nemsa û ji Yonanê ku kesayetên akedemisyen û professor di asta zanîngehan de amede bûn. Bi giştî nêzî 100 kesî beşdar bûn.”

Konferans di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de lidar ket

Xerîb Hiso di dirêjahiya axaftina xwe de armancên konferansê bi lêvkirin û got: “Armanca vê konferansê yek naskirina pirsgirêka Kurd û çareseriya wê,  aloziya ku niha di rojhilata navîn de heye yek ji sedemên wê neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê aloziyên heyî dewam bikin. Di nêrînên beşdarvanan de jî ev yek derdiket pêş.

Ya balkêş ku ev konferans di çarçoveya pêvajoya nû a ku Rêber Apo destpêkiriye “Banga Aştî û Civaka Demokartîk” de hat birêxistinkirin. Pê ve girêdayî her kesê ku di vê konferansê de beşdar bûbû destekdayîn û behsa Aştî û çareseriyê kirin ku ev pêvajo wê merheleya heyî ber bi çareseriyê ve bibe. Her wiha ji vê konferansê wê pirtûkek bê amedekirin û li zanîngehan bê belavkirin. Armanc wê çi be; kî bixwaze pirsgirêk û doza gelê Kurd nas bike, her wiha rêbazê çareseriya demokratîk û sîstema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin bizanibe, dikare li wê pirtûkê vegere. Ji ber êdî doza gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê tê guftigokirin û pirsîn. Ji vê zêdetir di konferansê de her çiqas rewşa Rojavayê Kurdistanê hat nîqaşkirin, ewqas Bakurê Kurdistanê kete nîqaşê de. Ji ber pêvajoya Aştiyê a li wê derê destpê bûye wê di serdema nû de gavên mezin bêne avêtin.”

Paradîgmeya Rêber Apo dibe cîhanî

Xerîb da zanîn ku paradîgmeya Rêbertî cîhanî dibe û wiha pê de çû: “Di konferansê de ji aliyê beşdarvanan ve gelek soz û piştgirî hatin raberkirin ku her kesê ji welatekî hatiye, di welatê xwe de jî dikare bi kesayetên navdar, professor û akedemisyanan re van rastiyan parve bikin. Em jî vê yekê erênî dibînin ku her kes cavê xwe li sîstem û peradîgmeya Ii Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirine. Helbet ev yek jî bi saya paradigma û keda Rêber Apo pêk tê ku îro felsefeya Rêbertî dibe cîhanî. Ji lewra wê di vê çarçoveyê de gelek gavên girîng bên avêtin”.

Hevdîtinên bi partiyan re hatin kirin

Herwiha Xerîb Hiso destnîşan kir ku wan bi hin partiyên Yonanî re hevdîtin kirine û wiha got: “Bi çûyîna me ya Yonanê re me xwest em bi hin partiyan re hevdîtinan bikin ew jî Partiya Hevgirtina Hêzên Çepgir (Sêrêza) û Partiya Sosyalîst a Yonanî Tevgera Guhartinê (Basok) ku her du partî jî ji partiyên herî kevnar di Yonanistanê de ne û di perlamana Yonanê de cih digrin ev hevdîtin jî di cihê perlamanê de pêk hat. Hevdîtin pir baş derbas bû nêrîna wan jî baş û erênî bûn. Li gorî rewşa siyasî a heyî nêrînên me hevbeş bûn. Her wiha wê ev ziyaret û danûstandin bi her du partiyan re berdewam bin. Di heman demê de soz ji bo dema pêş jî hatin dayîn ku partiyên li ser Deryaya Sipî di demên pêş de werin gel hev, me jî piştgirya vê yekê kir û vexwandina wan ji bi sardana Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin. Her wiha me civînek bi gelê me yên ku li Asînayê dimînin re lidar xist.”

Hêjayî gotinê ye ku konferans ji saet 10’ê Sibê heyanî 7:30’ê Êvarê berdewam kir û li ser çar beşan hat orgenîzekirin, di her rûnişkandinekê de însanên akedemisyen û kesên di asta wezaratan de mane beşdarî panelan bûn. Axaftina destpêkê bi navê Partiya PYD’ê Xerîb Hiso ve hate kirin her wiha axaftina dawiyê jî ji aliyê Ofîsa Têkiriyan a PYD’ê Sema Begdaş ve hate kirin û encamnameya kobferansê nîn bû.

Post Views: 67
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.