Farûk Sakik
10’ê Cotmeha 2023’yan li dijî tecrîdê pêngaveke navneteweyî dest pê kir. “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsa Kurd re Çareserî.”
Piştî vê pêngavê, têkoşînek ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî dest pê kir. Derveyî Kurdan dostên wan jî tevlî vê têkoşînê bûn. Di pêvajoya pêngavê de, ji bo azadiya Rêber Apo gaveke pir girîng hat avêtin. 69 kesayetên xelatên Nobelê girtine, ji bo azadiya Rêber Apo ketin tevgerê. Nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, CPT û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re nivîsandin.
Di nameyê de xwestin ku muzekere ji nû ve dest pê bikin û ji bo vê jî tecrîda li ser Rêber Apo rabe. Xelatgirên Nobelê ji van saziyan, daxwaza azadiya Rêber Apo jî kirin. Di rojên borî de bersiv dane nameya wan û gotin; em ê eleqeder bibin. Bersiva van saziyan girîng e, lê ya herî girîng helwesta kesayetên xelatên Nobelê girtine. Çima helwesta van 69 xelatgirên nobelê girîng e?
Her kesek di beşa pisporiya xwe de serkeftî bû û ji bo mirovahiyê xebat meşandibû. Bi van xebatên xwe dixwestin aşitiya cîhanê mayînde bikin. Lê sîstema modernîteya kapîtalîst, dewletên li cîhanê serdest, hêzên xwedî abûriya ultra, li pêşiya van xebat-zanistiya wan bûn asteng. Xwestin ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Xelatgirên nobelê, herkes bi serê xwe yek kes bû. Hêzek wan tunebû da ku li dijî sîstema modernîteya kapitalîst têbikoşin. Nikaribûn wan zanyariyên xwe ji nav çerqa sîstema kapîtalîzma modernîte rizgar bikin. Û di serdemeke wisa de bûn, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dest pê kirîbû û dixwestin, xebat û zanyariyên wan di vî şerî de ji bo xwe bi kar bînin.
Xelatgir jî li rê û li kesek digeriyan. Rêber Apo nas kirin. Xwendin. Bawerî anîn ku paradigmaya wî, fikr û ramanên wî, dikare van xebatên wan carek din bixe xizmeta mirovahiyê. 69 kes her yek bi serê xwe ev yek dît û bawerî anîn. Bawerî anîn paradigmaya wî dikare li cîhanê aşitiyeke mayînde mîsoger bike. Lê dema ku li wî geriyan, dîtin ku Rêber Apo 25 sal in li Girava Îmraliyê de dîl tê ragirtin. Bihîstin ku ji Adara 2020’ê ve 42 meh e jê agahî nayên girtin. Rabûn ji bo azadiya wî ketin nav hewldanan. Di destpêkê de ji saziyên erkdar re name şandin. Bi daxwiyanî û nirxandinên xwe bal kişandin ser girîngiya azadiya Rêber Apo. Ev 69 xelatgirên nobelê wijdanê mirovahiyê bûn. Divê nameya wan wisa ji rêzê neyê dîtin. Divê ku hejmara van kesên wiha zêde bibe. Divê di duyemîn salvegera hemleyê de em xwe bigihînin kesayetên wek van 69 xelatgirên nobelê.
Wek wan gelek kesayetên din jî hene ku di wijdanê mirovahiyê de xwedî nirxên mezin in. Dema ku van kesan jî Rêber Apo naskirin wê werin û di vê eniya ‘azadkirina Abdulah Ocalan’ de cih bigirin. Ji bo vê yeke jî, divê di qada navneteweyî de xebatên dîplomasiyê were meşandin.
Di dîrokê de dema ku olek-baweriyek dixwest li her deverê cîhanê belav bibe, hawariyên wan çawa li hespên xwe siwar dibûn û bi rê diketin, çawa bîrdoziyek ji bona ku li cîhanê belav bibe, rêxistina xwe avadike û di dest wan de paradîgmaya wê bîrdoziyê, têdikoşiyan, çawa dema Koma Apociyan li Kurdistanê mal bi mal digeriyan ku riya şoreşa Kurdistanê bidin nasandin, divê îro jî di dest her kesî de paradîgmaya Rêber Apo ya azadkirina mirovahiyê hebe û li cîhanê were belavkirin.