Nehîr pale
Rojnamegeriya jin li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê perçeyek ji têkoşîna jin a îdeolojîk û rêxistinî ye. Nûçegihan û rojnamevanên jin bi têkoşîna gerilayên jin re dest bi xebata rojnamegeriyê kirin. Beşdarbûna jinên Kurd ji Tevgera Azadiyê re, xwe birêxistinkirina wan û gihîştina asta partî û artêşa jin ava kirin bû çavkaniya pêşxistina rojnamegeriya jin. Ragihandina jin gihîşte asta herî bilind, radîkal têdikoşin û berpirsyartiya pêvajoyên herî giran radikin.
Bi şoreşa Rojava re hemû nûçegihanên jin ên Rojava dev ji malbata xwe berdan û tevlî şoreşa Rojava bûn. Hîna şoreş di pêvajoya destpêkê de bû, li gelek deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer hebû. Keçên Kurd rojnamegerî ne xwendibûn û tecrubeyên wan tinebûn, ya girîng li meydana şer bûn û çi diqewimî radigehandin.
Di berxwedana Kobanê de sala 2014`an keçên Kurd hîna di pêvajoyên destpêkê yên rojnamegeriyê de bûn. Wêrekî û cesareteke ku nayê pênasekirin bi wan re hebû. Dewletên herî zêde xwe xurt dibînin û artêşên herî mezin zû bi zû nikarin xwe bidin ber tang û topan. Li Kobanê keçên Kurd kamera rakiribûn da ku bikaribin êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê û berxwedana şervanan ragihînin. Berî bifikirin xwe biparêzin, an ji mirinê bitirsin, berê xwe didan hemû eniyên Kobanê da ku bikaribin berxwedanî û dijwariya şerê tê kirin, belge bikin û raghînin.
Jinên rojnameger di berxwedana Kobanê de gelek qeyd û zincîrên zayendperestiyê şikandin. Jin bûn, temenê wan biçûk bû, nû fêrî xebatên rojnamegeriyê dibûn û daketin meydana şer. Li ber çavên wan şerekî giran diqewimî, bi kêliyan birîndarî û şehadet çêdibûn û dengê fîşek, tang û topan qut nedibû. Ev hemû şert û mercên berxwedana Kobanê ji bo nûçegihanên jin perwerde bû. Ezmûneke ji aliyê fikrî, fîzîkî û piskolojîk ve gelek ked dixwest, ne hesan bû ku di vê ezmûnê de biserbikevin. Berxwedana Kobanê şopandin û ragihandin wê bibe mîrasê têkoşîna jinê. Nûçegihanên jin ên şer ne ji berxwedana Kobanê destpêkirin. Piştî ku Şoreşa Rojava destpêkir û Kobanê xweseriya xwe îlan kir, êrîş li ser wê nesekinîn û heyanî niha ev êrîş berdewam dikin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê gelekî dijwar bû û berxwedana hatî kirin jî mezin û bi wate bû. Nûçegihanên jin ev yek hemû belge kirin. Xizne Nebî û Medya Kobanê birîndar bûn, Agirî Yilmaz jî di hemleya rizgarkirina Kobanê de şehîd bû. Nûçegihanên din jî heyanî ku Kantona Kobanê rizgar bû xebatên xwe berdewam kirin.
Di şoreş û serhildanan de nûçegihanên jin li qada şer in. Li Kobanê, Efrîn, Serê Kaniyê, Bakurê Kurdistanê û îro jî li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rojnamegerên jin hedef têne girtin. Bexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ji ber ku serhildanên Rojhilatê Kurdistanê şopandine niha di girtîgeha Îranê de ne û hukmê darvekirinê li wan birîne. Gulîstan Tara û Hêro Behadîn li Başûrê Kurdistanê ji ber dagirkirina dewleta Tirk a xaka Başûrê Kurdistanê û xiyaneta mala Barzanî belge dikirin, hatin qetil kirin.
Rojnamegeriya jin bi nivîs, dîtbarî û deng buyer û pêvajoyên herî giran ên Rojhilata Navîn bi wêrekî ji raya giştî re radigihînin û belge dikin.