Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cudakarî

08/09/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bawerî Yan Rik
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Cudakarî, yek ji pirsgirêkên pergala hemdem ya herî mezin û girîng e. Bê goman ev pirsgirêk ne îro derketîye, lê belê girêdayî rewşa sîyasî ev pirsgirêka cudakarîyê kêm û zêde dibe.

Di cîhanê de cudakarî weke nexweşîyeke vegir belav dibe û bi taybetî jî di nav welatên pirnetew de ev pirsgirêk mezin dibe. Piştî li çend welatên Ewropî de, partîyên rastgir ango nijadperest di hilbijartinan de bûn partiyên yekemîn û hinek ji wan bûn desthilatdar, ev pirsgirêka henê jî girêdayî vê rewşê zêdetir dibe. Her çend ev mijara cudakarîyê di makezagonên welatên Ewropî de weke sûcekî giran tête dîtin jî, lê belê di kiryariyê de mixabin ev rewş baş nayê şopandin. Her çend desthilatdarî dibêjine em cudakarîyê qebûl nakine jî, lê belê di jiyana rojane de gelek belave û netewên serdest li himberî netewên bindest û hindik vê yekê dikine. Weke Kurdekî, min bi xwe jî gelek caran cudakarî hîs kirîye û dîtîye.

Ka em bêne li ser rewşa Kurdan û cudakarîya eve sed sal in ji alîyê çar dewletên dagirker ve li Kurdan tê kirin binêrin. Li serdev, dema desthilatdar û rayedarên van dewletên dagirker diaxivine, tu dibêjî qey hemî milyaketin. Tu dibêjî qey wan rojekê mêrîyek jî ne êşandine. Ewqasî xwe paqij, dilpak û camêr didine nîşandan. Lê belê di rastîyê de dilê wan weke kevir e, fen û fîtên wan ji yên rovî pitirin û rûyê wan gemarîye. Li Kurdistanê çi ji alîyê rejîma Tirkiyê ve, çi ji alîyê ya Îranê ve, çi ji alîyê ya Sûrî ve û çi ji alîyê ya Îraqê ve be, bi awayekî eşkereyî cudakarî li himberî Kurdan tê kirin. Çi li kolanê be, çi li dibistanê be, çi li sazîyên fermî be cudakarî li himberî Kurdan rast û rast tê kirin. Weke mînak, eve sed sal in ne dewleta Tirkîyê, ne ya Îranê û ne jî ya Sûrîyê hê jî bere nayê ne ku zimanê Kurdî di dibistanê de bête dayîn û zarokên Kurdan fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibine.  Eva henê li gorî zagonên navnetewî sûcekî mezine, lê belê çi kes nîne ku pêstûrîyê li ser wan bike da ku pêşî li vê cudakarîya hovane bête girtin û bi darê zorê vê yekê li wan bidine pejirandin. Eva henê dikeve di nava sûcên li himberî mirovîyê. Mînakeke din, desthilatdarîya Iraqê diravan narêke ji desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê re da ku mûçeyên xebatkarên xwe bide. Bi deh hezaran xebatkar nikarine bi heyîvan mûçeyên xwe wergirine û ji ber vê yekê jî ew gelek mexdûr dibine û tengasîyê dikişîne. Bi taybetî jî li Tirkiyê dema Kurd li bajarên tirkan yan jî li sazîyên dewletê de bi Kurdî diaxivine, ew rastî êrîşan têne û heqaret li wan tête kirin. Dîsa bi taybetî Tirk vê yekê li Ewropa jî vê yekê li himberî Kurdan dikine.

Bê goman pirsgirêka cudakarîyê pirsgirêkek navnetewîye û divê ji bo vê tevdîrên xurttir bêne girtin û xebatên meztir bêne kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.