Idrîs Henan
Gelê Kurd mezintirîn û pirtirîn gelên ku rastî komkujî û qirkirinê hatiye, di heman demê de pirtirîn gelê ku serê xwe li hemberî zordariyê hildaye jî gelê Kurd e. Civaknasê Tirk Îsmaîl Bişikcî digot: Gelên bê dewlet, her tim rastî komkujî û qirkirinê tên. Li ser vê bingehê çi nêzîkatiyên navdewletî û sîstemên blokan hebûn û hene jî, têkîliyên xwe bi qasî ku bi kêrî berjewendiya xwe bin, ava dikirin. Kengê biqediyan jî, pirsgirêk nîn bû ku gelê Kurd bête kuştin û qirkirin. Efrîn yek ji şahidên serdema nû ya vê îxaneta navdewletî di der heqê Kurdan de ye.
Çendîn dagirkerên Kurdistanê di rêye xizmetkirina berjewendiyên bloka kapîtal û hevalbendên wê de dilsoz bin, ewqas rêya qirkirinê li Kurdistanê ji bo wan hêsan û rewa dibe. Nivîskarê Îranî Hemîd Rida Cela`î jî di pritûka xwe “Pirsgirêka Kurd” de behsa vê reftarê dike. Cela`î dibêje: Di reftara welatên rojavayî de tê dîtin ku çendîn hikûmetên Tirkiyê, Îraq û Îranê bikevin ser rêya berjewendiyên welatên hêzdar ên rojavayî, projeyên wan li herêmên Kurdan tên parastin!
Oryantalîstê Sûfyetan Lazarîf di pirtûka xwe ya “Imperyalîzm û pirsgirêka Kurd” de behsa rola Ingiltire di dijatiya Kurd de dike û ji bona ku şoreşa Kurdan lawaz bikin, welatê wan navbera Tirkiyê, Îraq, Îran û Sûriyê de parçe kirin. Lazarîf dibêje ku Ingiltira bi hersê welatên di bin serweriya xwe de; “Tirkiyê, Îraq û Îran” re hinek lihevkirinên bi navê ewlehiya sînor îmze kirin. Mebesta wê jî ew bû ku Kurdan dorpêç bike û rê li ber yekkirina xaka Kurdistanê bigire. Lew re jî piştgirî da hikûmetên wan welatan ku şoreş û raperînên Kurdan têk bibin. Ji xwe çend caran jî bizavên Kurdan li Başûrê Kurdistanê li ser sînorê Rojhilatî Kurdistanê bi balefiran bombebaran kirin.
Hindî em qala îxaneta navdewletî ji têkoşîna Kurd a azadî û demokrasiyê re dikin, divê em behsa rola Moskovayê jî bikin. Ji lew re çi nirxandinên rola Rûsya di dagirkirina xaka Efrînê de cudayî dîroka Sofeyetan digirin dest, şîroveyên bê encam in. Sofyet dîrokek di dirêjahiya serdemên xwe de bi xinizî, dirûtî, dijatî û îxaneta ji doza Kurd re tê naskirin. Her tim Rûsyayê bi çarenûsa Kurdan lîstiye û li ber kêra berjewendiyên xwe biriye û aniye. Têkîliyên li ser kavilên Imparatoriya Osmanî bi Kemal Ataturk re ava kirine, li ser hesabê qirkirina Kurd bûn. Çendîn raperîn û serhildanên Bakurê Kuristanê hebûn bi nandoziya Rûsyayê hatin qirkirin. Ji xwe Komarên Kurdistana Sûr (1923), Mehabad (1946) û Lajîn berbiçavtirîn şahidên dîroka xiyaneta Rûsya ji Kurdan re ne. Xiyaneta Rûsya ji Kurdan re muhra xwe li herdu sedsalên dawîn xistiye.
Beza Lavrov ya îro jî dişibe bapîrên xwe yên Sûfyetan ku hewl dide dagirkerên Kurdistanê li ser bingeha tunekirina doza Kurd bîne gel hev. Lew re jî berê xwe daye şerê taybet û pêşengtiyê ji vê dijatiyê re dike.
Diviyabû ku Lavrov, berî ti gotinekê di derheqê Kurdan û çarenûsa Afganiyan de bigota, baş bianiya bîra xwe ka çarenûsa duyemîn hêza dunyayê ya wê demê, Yekîtiya Sofyetan, li Afganîstanê çawa bû? Pêwîste ew jî ku qaşo xwe weke hevalê gelê Kurd dide nasîn, hinek rêzê ji îradeya gelan û têkoşîna wan a azadiyê re bigire û ji dîroka xwe fêr bibe ku azadî û demokrasî bi itîfaqa gelan pêkan dibin. Ew baş dizane ku Tirkiyê cihê dagir kiriye vala nake, lew re jî dema ku dibêje Tirkiyê amade ye ji xaka Sûriyê derkeve, derewa herî mezin dike ku mebesta wî; rewakirina qetilkirina gelên Sûriyê, guhertina destê dagirkeriyê û mayîndekirina hebûna xwe li ser xaka vî welatî û li qada Rojhilata Navîn e. Dixwaze weke berê jî, vê yek li ser bermahî û kavilên têkoşîna azadiya Kurd û gelên herêmê bi cih bîne. Lê pêwîste “rêzdar” Lavrov têbigihêje ku bi qasî serê wî di qûmê de ye, ewqas jî paşiya siyaseta wî li ber tavê ye.