Kemal Necim
Di pêvajo û serdemên dîrokê de, şano bûye xwedî cih û roleke pir gitîng di jiyana mirovan de û di hemû şaristaniyan de şano wekî neynika ku taybetmendiyên civakê nîşan dide, û wekî şêweyekî derbirîna çandî hatiye nasîn. Şano xwedî roleke pir girîng e di avakirin û teşekirina hişmendî û ramanê mirovan de, bi riya teyisandina hestan û belavkirina wan di nava civakê de, her wiha bilindkirina asta hişyariyê di gelek mijar û babetên cihêreng ên girêdayî civakê de.
Şano her dem bi mirovan re bû û ji civakan dûr nebûye, her tim rewşên civakî, abûrî, siyasî û çandî vegotiye, her wiha di teşekirin û pêşxistina van qadan de jî xwedî roleke giring bû.
Ji ber van giringiyan, erk û delametên mezin dikevin ser milê şanogeran. Li pir welatên cîhanê yên pêşketî şanoyê wek dezgehên din ên perwerdeyê dibînin, mîna dibistan, enstîtu û zanîngehean. Şano ji demên kevnar ve wekî amûrek perwerdehî û pedagojîk di dibistanan de tê bikar anîn, ku bandorek mezin hebû di pêşxistina çanda ciwanan, pêşxistina jêhatîbûn û şiyanên wan, û avakirina nirxên perwerdehiyê ji bo wan, û alîkariya wan ji bo têgihîştin û fêmkirina rêbazên perwerdehiyê.
Em li vir behsa dîroka şanoyê ya demdirêj nakin, her wiha em li ser hêman û awayên nivîsandina deqên şanoyê û awayên lîstinê nakin. Lê hêjaye ku em hinekî behsa rewşa tevgera şanoyê li Rojava bikin bi taybet di van deh salên dawî de.
Dema ku em dibêjin rewşa şanoyê li Rojava mebesta me şanoya bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn û lîstin e. Şano jî weke hemû qadên din ên çanda kurdî qedexe bû. Lewma mirov nikare bi hêsanî behsa tevgereke şanoyê ya asayî bike. Hin hewildan û ezmûnên biçûk hebûn di pêvajoyên cuda de, lê ew ezmûn nekarîn bibin bingeha avakirina tevgera şanoyê, yan derketin û belavbûna deqên şanoyê, yan jî peydabûna lîstikvan û derhênerên şanoyê yên hosta û pêkhatî.
Piştî pêvajoya şoreşê, ji nişka ve rê li pêşiya tevgera şanoyê vebû ku bibe xwedî nasname û hewil bibe ku şanoya kurdî ava bike. Lê tevgera şanoyê li beramberî gelek alozî û arîşeyan rû bi rû ma. Yek jê deqa şanoyê ya Kurdî ye, ji ber ku nivîskarên şanoyê kêm in, deqên şanoyê jî pir kêm in, lewma şanoger û derhênerên şanoyê pir caran neçar in ku deqên şanoyê ji zimanên din wergerînin zimanê Kurdî.
Pirsgirêkek jî ya peydabûna lîstikvan, derhêner û amadekarên şanoyê bû. Bi salan kesên nepewerdekirî, ne pispor kar û barên şanoyê girtine ser milê xwe, lewma her çiqas hijmara lîstikên şanoyê zêde jî dibe, lê naverok û çawaniya deranîn û lîstina wê qels û kêm dimîne.
Niha hewldanên baş û bibandor têne kirin da ku tevgera şanoyê bête pêşxistin. Yek jê ku di vê salê de pêşbirka deqên şanoyê hate birêxistinkirin da ku nivîskaran têvede qada nivîsîna şanoyê. Her wiha li navendên çandê carê korsên perwerdeya şanoyê têne vekirin û bi dehan zarok, ciwan û mezin tevlî dibin.
Ev hewildan dê bi demê re bibin bingeha avakirina tevgereke şanoyê ya bihêz. Lê ya pir girîng ew e ku li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşê xwendina şanoyê bête avakirin, da ku nifşekî pispor, zana û perwerdekirî yê şanogeran bête avakirin.