Rohat Bulut
Ji bo kesên astengdar, kal û pîran hêsankirina şert û mercên jiyanî girîng e. Başe rêveberiyên me vê rewşê çiqasî li ber çavan digirin? An jî bi berpirsyariya xwe ve radibin? Gelo çiqas bi hesasî nêzî hemû beşên civakê dibin? Heke bi berpirsyariya xwe ranebin sedem çiye û dê çawa çareser bibe? Pirsên din jî mirov dikare bike. Lê bi kurtî be jî em hinekî li ser vê mijarê rawestin. Lewre gelekî girîng e ku mirov bi awayekî wekhev bijî û jiyana hevdû hêsan bike.
Heke em hinekî pê dakevin dê mijar jî ronî bibe. Niha di civakê de çareseriyên ku tên pêşxistin li gorî hin rewşan diguher e. Di pêvajoyên çareseriya pirsgirêkên civakî de divê kesên astengdar, kesên ku hewcedarî parastinê ne, extiyar û ciwanên bi pirsgirêk teqez divê li ber çavan bên girtin. Nabe ku wekî ferdeki civakê ji rêzê nêzîkatiyek bê nîşandin. Şaredariyên Gel û saziyên xizmetê divê di teşekirina cih û mekan de hewcedariyên wan li ber çavan bigirin.
Dema şaredarî an jî saziyên xizmetê yên civakê ku xebatek pêş xist pêwîst e van hesasiyetan li ber çavan bigire û pêwîst e ku qadên fizîkî û civakî, rê û peyarê ji aliyê hemû beşên civakê ve bi hêsanî bên bikaranîn. Netenê yên ku dê ji nû ve bên çêkirin di heman demê de yên berê hatine çêkirin jî ji nû ve bêne revîzekirin. Divê di vî warî de plansaziyên qadê bên nûkirin, avahî û kolan bên guhertin ku hemû civak jê sûdê werbigre.
Li aliyê din nabe ku nêzîkatiyeke cudatir jî pêş bikev e. Yanî kesekî astengdar nikaribe bixebit e! Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Bê guman di warê kar de jî pêwîste sererastkirin bên kirin. Qadên kar û kargeriyên ku tên avakirin girînge ku ev hesasiyet li ber çavan bên girtin. Li gorî şert û mercên astengdaran bên teşekirin.
Ji bo hin guherînan bêguman pêwistî bi perwerdehiyê jî heye. Divê di kargeriyên ku bên avakirin de plansazkirin, pirsgirêk û meylên civakî bên çareserkirin. Divê bê piştrastkirin ku ji bo astengdaran qursên pîşeyî û jêhatîbûnê, navendên perwerdehiya kar û xaniyên jiyanê yên guncav ji bo bazara karî ya bajêr werin vekirin. Divê ji astengdaran tu bac neyên girtin. Di qadên kar ên ku tên avakirin de divê hemû şert û mecên vê beşa civakê li ber çavan bê girtin.
berpirsyariya rêveberiyên herêmî, saziyên xizmetê zêde ye ku jiyana hemû beşê civakê hêsan bike. Nabe ku di pêşxistina hin kar û xebatan de, di pêşxistina kargerî û projeyan de cih ji van derdoran re neyê veqetandin. Pêwîste ku qadên xizmetguzariyê yên ku dê pîr û kal ji jiyana rojane dûr nekevin bên pêşxistin û ji bo gihîştinê tedbîr bên girtin. Her wiha divê bernameyên wekî xanî û piştgiriya dahatiyekê nerasterast, xizmetên lênêrîna malê, karûbarên tenduristiyê û hêsankirina karê rojane bêne plansaz kirin.
Ya rast ew e ku em hemû mirov ji van xalên ku hatin destnîşankirin berpirsin. Ev berpirsyariya mirov a xwazayî ye. Em hemû mirov jî di van pêvajoyên biyolojik re derbas dibin û divê li gorî wê jî em bikaribin empatî bikin ku berpirsyariya xwe bîhnin cih.