Farûk Sakik
Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di 1’ê Îlona 1939’an de bi dagirkirina Polonya yê dest pê kir.
Ev şerê ku ji aliyê Naziyan ve dest pê kir û 6 salan dewam kir. Di vî şerî de zêdeyî 70 mîlyon mirovan jiyana xwe ji dest da. Yekîtiya Sovyetê û endamên Pakta Varşovayê, ji bo bîranîna windahiyên di şer de û aştiyê pêk bînin, 1’ê Îlonê wekî “Roja Aştiyê ya Cîhanê” îlan kirin.
Lê belê, di 85 salên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn de şer û pevçûn li hemû cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn berdewam in. Piştî şer, ji bo ku mirovahî vê karesetê carek din nejî, gelek sazî hatin avakirin û gelek peyman îmze kirin. Lê hemû vala bûn. Dewletan, ji bo aştiyeke mayînde ev saziyên xwe nexistin dewrê. Di binpêkirina mafan de tu carî peymanên hatin îmzekirin, bi bîra dewletan nexistin. Şerê Rûsya û Ûkraynayê ku di sala 2021’ê de dest pê kir û şerê Îsraîlê û Filîstin yê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpêkirin, şerên aktuel in. Li Rojhilata Navîn şer û pevçûnên li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê bê navber dewam dikin.
Gelên cîhanê di pêvajoya pevçûnê de careke din bûn şahidê siyaseta xwînrêj a netew-dewletan. Bi tenê tiştek kirin li hemberî êriş û şerê dewletan gelên ku xwe bi çek diparastin ‘terorîst’ îlan kirin. Dewlet di vî şerî de behsa edalet wekhevî û aştiyê dikir. Digotin ji bo demokrasî û aştiyê em vî şerî dikin. Hîtler jî wek wan gotibû. Evren jî li Tirkiyê bi darbeya xwe ya eskerî ev hevok bi kar anîbû. Li Kurdistanê jî heman tişt diqewimîn. Em behsa serhildanên berê nakin. Qirkirina Kurdan, di rûpelê rojnameyên xwe de bikêfxweşî belav dikirin. Di van salan de şefê dijminatiya Kurdan Erdogan jî, ji êrişên rojavayê Kurdistan, wek ku aramiyê dibe herêmê bi nav dike. Dîsa Kurdan wek “terorîst” pênase dike.
Navê êrişên xwe bi peyvên aştiyê dixemland. Efrîn bi navê “operasyoba şaxa Zeytûnê” bi nav kiribû. Piştî serhildanan şerê qirkirina çand, nasname dest pê kir. Bi asîmîlasyonê dixwestin pîlana qirkirinê temamam bikin. Lê Kurdan, di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi fîşeka yekemîn xwestin ‘şerê pîlana qirkirinê’ negihîje armanca xwe. Ev şer şerê parastinê bû. Parastina nasnameya gele Kurd bû. Ev şer, şerê însanan bikuje nebû. Bi vî şerî mirov ji kuştinê rizgar dibûn.
Roj hat di sala 1993’yan de Rêber Apo dît ku ev şer çandek ji ber qirkirinê xelas kiriye, asîmîlasyon daye seknandin, Kurd bûne xwedî nasname, li ser vê yekê pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Wek ku hin kes pênase dikin ji bo aliyê Kurdan aştî bi tenê bêdengkirina çekan nîne. Aştî hebûna Kurdan, bi dijmin dayîna qebûlkirine.
PKK’ê nabêje temam me asîmîlasyon da sekinandin û Kurd bi Kurdbûna xwe hesiyan, li nasnameya xwe xwedî derketin, êdî şer qediya. Dibêje; heta dijminê dagirkeker vê yekê qebûl neke, hemû mafê Kurdan ku dest daniye ser yek bi yek nas neke, heger destkeftiyên Kurdan hên jî dibin tehdîtê de bin, wê aştî pêk neyê.
Dewleta dagirker gelek caran bi hîle, bi dek û dolaban pêvajoyên aştiyê dida destpêkirin. Wek Oslo, sala 1993, muzekereyên Îmrali. Bi van hemleyan dixwestin hewldanên Rêber Apo yên aştiyê sabote bikin. Manîpule bikin. Di her carî de dema ku bi ser neketin, rabûn şerê xwe ji nû de dane destpêkirin. Rêber Apo, di her şert û mercên îroj de, ji bo aştiya Rojhilata Navîn têdikoşe. Şerê gerîla jî şerê aştiyê ye.