Sîpan Şînda
Mirovayetî hema ji xwe de û ji nişka ve negihaye vê astê. Bi hezaran salan mirova ked daye, afirandine û ji bona jiyana xwe xweştir bikine ketîne di nava tevgerê de. Heta îro ji mirovayetî di nava keftûleftê de ye ku tiştên baştir çêke, pêşvetir biçe û jiyana xwe xweştir bike.
Her çend di roja me de jiyan gelekî xweş be û her tişt di astekî gelekî pêşketî de be ji, lê belê mirovayetiyê bi hêsanî ev xweşî bidest nexistîye. Di roja me de, bi saya serê pêşketina teknolojiyê gelek tişt hatîne guhertin û şûna mirovan êdî gelek kar ji aliyê alavên teknolojîk ve têne kirin. Bi taybetî gelek karên heta ji beriya 20-30 salan jî bi dest û milê mirovan dihatin kirin, îro teknolojî dike. Bê gûman, li gelek derên gerdûnê hê jî mirov weke karkerê sereke tê xebitandin û wê hêj jî bixebitine. Lê belê hingî roja paştire xebitandina hêza mirovan di jiyana kar de kêmtir dibe.
Dema ez zarokbûm, li nav Kurdan de karê paleyê karekî girîng bû û di demsala havînê de gelek mirov diçûn paleyî dikirin. Him di nav zevîyên dexil/genim û cehî de, him di nav yên nîsk û nokan de û him jî di nav karên din yên weke çilo, kolan û hwd. mirovan paleyî dikirin û heta êvarî di wî çilê havînê de, li ber wê tirîja tavê, paleyî dikirin. Bê goman ji bo wan kesan ne hesanî bû ku di wê germê de paleyê bikine. Lê belê çi derfetên din yên wan nebîn. Belê, ew ji tarîyê diçûn di nav zevîya genimî de heta tarîyê dirûn dikirin. Heta digotin dema tave heyîv biya bi şev ji dexil didirûtin. Ango wan rojê ji 10-12 seetan zêdetir paleyî dikirin. Carna tinê maligî diçûn, carna bi çend cîran, dost û hevalan re diçûn û carna jî gundî hemî weke zibare bi hev re diçûn. Dema bibîya zibare paleyî zewqtir bî. Li gorî rewşê dihate guhertin. Her çend paleyî karekî giran û zehmetbiya ji, lê belê zewq jî bû. Dema dest bi berûkê dirûnê dikirin, di heman demê de dest bi stranan ji dikirin. Di nav paleyan de yê herî kêrhatî dibî serpale û wî paletî birêve dibir. Û herweha yek ji dibî ringale û ew ji bi pirranî yekî çep bî. Jiber ku dema yên çep di nava palan de dirûnê bikine, dasika wan li destê paleyê rexa wan yê qirşî dikeve û ihtimale ku wî kesî birîndar bike.
Bê goman şert û mercên paleyê hene. Yek, divê dasik û qeynaxên wan hebin û xweş bin. Du, divê pale ji xwe razî bin û bikaribin beranberiya paleyên din bikine. Ango divê bikaribin bi seetan li ber berûkê dexilî de nerabine û pişta xwe rast nekine. Jiber ku gelek pale dikevine rikanê û pişta xwe bi seetan narakine û dirûnê dikine. Sê, divê melûkê paleyan şidyayî bin û pirêza wan paqij be. Di dirûtina genimî de yekdasî heye û dudasî heye. Di yekdasîyê de melûkê paleyan bi hêsanî ji hev vedibine. Lê belê di dudasîyê de melûk lêk badikeve û ji aliyê paleyî ve bi hostayî tê hûnandin. Dema li ber berûkî de stran tê gotin, pale ji gorî paletî û hunera xwe melûkê xwe bi yek dasî yan ji dudesî dihûne. Rîtmekî gelek xweş di dudasîyê de heye û pale gelekî zewqê jê distînine. Aliyek stranê dibêje û aliyê din ji li wan dizivirîne. Dîsa di paleyê de melûk rakirin karekî gelekî giran û zehmete û ev kar ji aliyê jinan ve tê kirin. Jinên melûkkêş ji hostaya xwe li gidîşa dexilî de didine xwîya kirin. Divê gidîşa wan gelekî şidayî be û genim bi yek hîzayê hatibe danîn.
Belê bê gûman nivşên nû, gelek tiştên ku ji aliyê bav û bapîrê wan ve dihatin kirin nizanine. Lê gelek tiştên ku nivşên nû ji di nava saniyan de dikine, bav û bapîrên wan nekarine bi salan bikine.