Kemal Necim
Kovarên wêjeyî yên çandî stûneke girîng a çandê ne. Bi rêya kovaran, wêje, afirîneriya nivîskî, rexne, nûçe, mijarên çandî, karên hunerî û şêwazên din ên zanînê û bedewiyê ji bo civakê têne guheztin. Her tiştên ku pêşengên wêje û çandê li şûna xwe hiştin di pirtûkên kaxez û kovarên çandî de hate parastin.
Kovarên çandî çi ne? Ew weşanên ku di bin sernavek diyarkirî de têne derxistin û heftane, mehane an sê mehane têne weşandin in. Du celebên kovarên çandî hene:
Kovarên çandî yên giştî, ku guh didin hemû cureyên çandê, mîna zanistî, huner, civak, aborî, siyaset û hwd.
Celebê din kovarên çandî yên pispor in, mîna kovarên wêjeyî, ku tenê li ser wêjeyê ye, yan jî bi cureyeke wêjeyê ve mijûl dibin, mîna helbest, çîrok, yan herdu bi hev re, yan jî rexneya wêjeyî, her wiha kovarên hunerî, yên ku bi hunerê yan jî çend şaxên hunerê re mijûl dibin, wek sînema, şano, televizyon, hunerên bedew, û kovarên zanistî, yên ku di warê zanistî de pispor in, wek bijîşkî, çandinî, zanistiya asmanê û wekî din.
Bê guman kovar xwedî roleke sereke û pêşeng in di pêşxistina hişmendiya çandî, rexneyî û ronakbîrî de, her wiha avakirin û teşekirina ekolên curbicur ên wejeyî, rexneyî, çandî û rewşenbîrî de, û çesipandina nirxên çandî û bedewiyê û belavkirina efrandinên wêjeyî yên afrêner û daner û nivîskaran.
Bi rêya kovaran zanyarî û agahdariyên nû û kêrhatî bi awayekî rêkûpêk belav dibin. Ev jî dibe alîkar ku asta perwerdehî û hişmendiya di nava kes û civakan de zêde bibe.
Kovar çand û hunerê pêş dixin, ji ber bi rêya kovaran gelek mijarên girêdayî çand û hunerê, wek wêje, sînema, muzîk, dîlan û hunerên bedew têne weşandin. Ji ber vê yekê, kovar çand û hunerê pêş dixin û dibin alîkarê xurtkirina diyaloga çandî û danûstendina çandî di navbera çandên cihê de.
Kovar dikarin bibin cihê derbirîn û danûstendinê, û rê didin kesan ku raman, nêrîn, û serpêhatiyên kesane vebêjin û derbirînin. Kovar di navbera nivîskar, xwendevan û bi giştî civakê de wek platformeke têkilî û danûstendinê ye.
Eger em li gorî girîngiya kovaran li rewşa kovargeriya li Rojava binerin, em ê bibînin ku qelsî û kêmasiyeke pir mezin heye, ku mirov dikare bêje serdema têkçûna kovarên çanî ye.
Ji dema qedexeya li ser çand û weşangeriya Kurdî heta niha li Rojava pir kovar derketine, piraniya wan kovaran yan bi alîkarî û piştfiriya partiyên siyasî bûn yan jî xebateke dildarî ya çend rewşenbîr û nivîskaran bû. Lê yek ji wan kovaran nebû kovara civaka rewşenbîrî her wiha yek ji wan jî berdewam nekir.
Piştî salên şoreşê, dîse gelek kovar derketin, beşekî mezin ji wan di bin siya saziyên çandî yên rêveberiya xweser de derdikevin, beşek jî bi rêya hin hewildanên kesane yan bi piştgiriya hin rêxistinan. Lê dîse jî mirov nikare behsa kovareke civakî rewşenbîrî pêbawer bike. Ji ber pir sedeman. Yek jê kêmbûna kesên pisopr ku van kovaran birêve bibin. Ev dihêle ku naveroka kovaran qels û kêm be. Sedemeke din jî ku xwediyê kovaran, çi kes, çi sazî, beramberî nivîsan alîkariya diravî bi nivîskaran re nakin, lewma nivîskar xwe nawestîne ku berhemeke binirix biafirîne.
Ji ber kêmbûna piştgiriya darayî, piraniya kovaran piştî çend hijmaran radiwestin û careke din nayên weşandin. Pir girîng e ku aliyên têkildar, bi taybet desteyên çandê, piştgiriya kar û xebatên kovarvaniyê bikin. Rê bidin ku kovarên wêjeyî û zanistî yên pispor pêş bikevin û bibin platformên belavkirina zanist, raman, wêje û bedewiyê.