Farûk Sakik
Nizanim, li Milazgirê bapîre me li wan (Selçûkî-Tirk) re, derî vekirin ku ketin Anatoliya, anjî Kurd neçar man li wan derî vekirin. Îroj li Xelatê ew fotografê Erdogan û çend dijminên Kurdan bi hevre parvekirine, her wek bibêjin rolek Kurdan di şerê Milazgirê de tunebû.
Dîroknas dibêjin, 10 hezar şervanên Kurd di nav artêşa Alparslan de cîh girtibûn. Di serkeftina vî şerî de rola herî mezin ya van 10 hezar şervanî bû. Kurdan bawerî anîn ku ev bibe wek destpêka yekîtiya Kurd û Tirkan. Nebû..Her çiqas hetanî dawiya împaratoriya Osmaniya, Kurd bi awayek Kurd dijiyan jî, bi damezirandina Komarê re êdî her tişt hat guhertin. Red û înkar destpêkir.
Kurdistan hat parçekirin. Hejmara dagirkerên Kurdistan bi demê re derket 4’an.
Çeteyên Oguzan çawa dihatin talan dikirin û gelên li heremê bi komkujiyan tune dikirin. Kemalîstan jî ev yek ji xwe re mînak girtin. Gel û netewên li Anatoliya dijiyan yek bi yek tunekirin. Lê Kurdan liberxwedida û bi tu awayek serî neditewandin. Serhildanan destpêkiribû.
Di serhildanan de Kurdan, ew sînorên di navbera wan de hatibûn xêzkirin-parvekirin nasnedikirin. Dewleta Tirk a dagirker, ji dewletin dagirkerên dinan alîkarî dixwest. Peyman û mutabaqat îmzedikirin. Di 17’ê Tîrmeha sala 1937’an de li qesra Sadabadê dagirkerên Kurdistan hatin cem hev û peymanek ji 10 xalan pêkdihat îmzekirin. Xala 2 yan û ya 7’an li dijî Kurdan hatibû amadekirin.
Di 15’ê Tebaxa 2024’an de li van peymanan, li Enqerê peymanek dinan hat zêdekirin. Di navbera Dewleta Tirkiyê, Iraqê û PDK’ê de li hevkirinek hebû. Esas naveroka peymanê tunekirina PKK’ê hatibû hedefkirin. Lê di demek kurt de derket holê dewleta Tirk a dagirker li du hin planên nû ketiye. Em li siyaseta Tirkiyê ya van demên dawî binhêrin. Li welatên derdora wî li kuderê kaos û şer hebe bi daxwiyaniyên xwe, çekên xwe, dibin aliyek vî şerî. Her wek helwesta wan ya di şerê Azerbeycan-Ermenîstan, Sûrî navxweyî û di Ukraniya de.
Lê îroj şer derbasî Rojhilata Navîn buye. Di pêvajoya şerê Sûrî de ji bo Kurd û Kurdistan nebin xwedî statuyek, hin kesên dijminê netewa xwe yên wek ENKS li Enqerê di civînan de hin peyman da îmzekirin û ew bikaranî.
Dema ku dît li vêderê nikare gavek bavêje û Beşar Esad, di vî şerî de bi serketî. Lawakir. Lê pere nekir. Ji bo tunekirina tevgera azadiyê li rêyek dinan geriya. Derbasî Iraqê bû.
Bi PDK’ê re lihevkirin( li ser planek nû). PDK’ê jî bi hikumeta Baxdayê re lihev kir. Çûn û hatina îstixbaratan û xebatên dîplomasiyê, di 15’ê Tebaxê de, bi peymanekê bi dawî bû. Lihevkirinê zêdetir, herdû aliyên dinan teslimî Tirkiyê bûn. Wek sadabadê di her xalên vê peymanê de jî peyva “sînor” derbas dibû.
Dewleta Tirkiyê dixwaze, bi vê peymanê û bi van herdû îmzeyan, di pêşerojê de di parvekirina Rojhilata Navîn de para xwe ya dagirkirina Iraqê mîsoger bike. Ne bi tenê Başûrû Kurdistan,( ji xwe ev herem hatiye dagirkirin) derveyî sînorên Başûrê Kurdistanê hin deverên dinan jî bidest bixe.. Lê li pêşiya vê plana wan bi tenê tevgera azadiyê-PKK’ê heye. Dixwaze bi vê peymanê PKK’ê tune bike. Dema ku em li raboriya PKK’ê dinêrin, wê PKK’ê binkeftina dewleta Tirk a di vî şerî de bibîne. Lê Erdogan û nîjadperestên li bajarê Xelatê(Ahlat) poz dane, wê tu carî nebînin ku PKK’ê di vî şerî de çiqas nêzî azadiya Kurdistan bûye.