Nehîr pale
Em ê bi nêrandineke gerdonî li pirsgirêk û têkoşîna jin binêrin. Nêrîna me li ser jin tenê di çarçoveya hişmendiya me de ye û têkildarî dîroka wê em tiştekî nizan in. Dibe ku tişta em li ser jinê dizanin tenê li gorî nêrandin û agahiyên zîhniyeta baviksalarî bin. Di encama wê de jin ji hevdû xerîbin, têkiliya wan bi hevre nîne û nizanin ku di civaka zayendperestî de wê çarenûsa wan mîna hev be. Bûyerên giran li ser asta kesayetan diqewimin lê nayê wateya ku em dikarin xwe biparêzin û bûyerên giran neyên serê me.
Eger jinek di bin navê namûs û şerefê de tê kuştin, ne dûre sibe yeke dîtir bi heman hincetê were qetilkirin. Di nava civakê de bûyerên balkêş diqewimin û mirov nikare wate bide van buyeran. Jineke hîna temenê wê 12 salî bû ji ber ku bi xortekî re dide û distîne bavê wê ew li pêşiya dayîk û birayê wê zindî şewitand. Ji xwe du rojan sax dimîne û wê nabin dektor heyanî ku dimre. Bûyereke wisa li ser civakê giran bû, her kesî bihîst û şoq derbas kiribûn. Lê belê bertek ji kesî derneket û bêdeng man.
Meclisa Kombûna Jin a Zenûbiya ev yek şermezar kir lê belê tenê bi vî rêbazî em ê nikarbin bibêjin ku wê dîse bûyerên wisa giran neqewim in. Dibe ku buyerên ji vê girantir biqewim in. Ji ber jin xwe birêxistin nakin û nikarin xwe biparêz in. Bav, bira û hevjîn ên ku jin pişta xwe dide wan, ji buyerên civakî diyar dibe ku ew dibin sedema kuştin, qetilkirin û tecawizkirina jinê.
Jin wê çawa xwe biparêz e? Xweparastin bi mijara me ve girêdayî ye, eger jin xwe birêxistin nekin gelo wê bikaribin xwe biparêz in? Dema ku mirov rewşa jinê dinirxîne û li şikestinên ku têre derbas bûye, vedigere, dibe di mejiyê me re derbas bibe ku gelekî zehmete jin li hevdû kom bibin û xwe birêxistin bikin. Ji bo jin bighîjin hevdû û xwe birêxistin bikin, pêdivî bi têkoşînê heye. Mêr ji aliyekî ve û zîhniyeta zayendperestî jî destûr nade ku jin li hevdû kom bibin û xwe birêxistin bikin. Mêr her tim jinan ji hevdû dûrdixîne, dikeve navbera wan de heyanî ku wan parçe û bê bandor dike. Destûr nadin ku jin bibin hêz û xwe birêxistin bikin. Rêxistinkirin, têkoşîn û perwerde kirin tê wateya ku dawî li zîhniyeta zayendperestî were.
Li hemberî zîhniyeta zayendperest a mêr her tim berteka jin li ser asta kesan bû û ne komî bû. Di sedsala 19`emîn de jin destpê kiriye weke tevger xwe birêxistin dikin. Li Kurdistanê, Afxanistan, Îranê, Hindistan û gelek dewletên cîhanî jinê destpêkiriye xwe weke tevger birêxistin dike. Ji xwe tenê rêxistinkirin têrê nake. Xwe perwerde kirin, li ber xwe dayîn, têkoşîn kirin, xwe ava kirin û guhertin bi giştî hevdû temam dikin. Dema ku jin bikaribe ji hemû aliyan ve xwe birêxistin bikin, wê bikarbin xwe biparêzin. Rêxistin kirin bingehê xwe parastinê ye.