Hafiz Ahmet Turhalli
Roja yeke Îlonê roja cîhanê ya aştiyê ye. Ji bo cîhan karibe di nava aşitiyekê de bijî, ev roj weke roja cîhanê ya aşîtiyê hatiye binavkirin. Di yekê Îlona 1939’an de, şerê cîhanê yê duyemîn destpêkiriye. Divê şerî de zêdetirî şêst milyon mirovî jiyana xwe ji dest daye. Qaşo bi mûnasebeta vê rojê, roja aştî ya cîhanê hatiye ragîhandin.
Di serdema me ya îro de mixabin aştiyekî di nava cîhana mirovahiyê de xuya nake û her diçe şurên seqandî zêdetir tên kişandin.
Li gellekê deverên dinyayê şer berdewame û her diçe ev şerane zêdetir dibin.
Weke mînakên rojane: Rûs û Ukranya, Îsraîl û Filistîn, Kurdîstan ji xwe her tim dinava agir de maye û şer jê kêm nebuye, her diçe neyarên aşitiyê vê şerî dijî milletê me yê Kurd, kurtir û berfirehtir dikin.
Li başur, Bakur, Rojava û Rojhelatê Welatê mede, her kêliyekî xwîn tê rêtin.
Mixabin şerê hevdu tunnekirinê, herî zedê dinava me bawermendên ola Îslamî de pêş dikeve.
Ji Nîjeryayê heta Afganîstanê şer, pevçun û malwêranî berdewame.
Dewletên rojava Emerîka ê Awropa, ji bo berdewamiya berjewendiyên xwe, şerên heyî gurtir dikin, daku karibin zêdetir qezencên maddî bidest bixin.
Cîhana Îslamî de bi sedan salane şer û pevçun bê navber berdewamin. Carna navxweyi û carnajî bi der û dora xwere, dinava şerdane. Şer, kuştin û malwêranî di cihana meya Îslamîde, buye weke çandekî olî û aşitîjî weke qelsîyekî di jiyanêde tê dîtin.
Xwedayê mezin di Qur’ana pîroz de bangî bawermendên Îslamê dike ji bo aşitî û aramiyê. “Gelî bawermendan; Tev bihevre bikevin nava aşitiyê! Li pêy gavên şeytan neçin: lewre ew dijminê we yê eşkere û naskirî ye.” (Beqere 208)
Ligor vê ayeta han kesê/kesa pey şer biçe, doza aşitî û dadmendiyê neke, lipey gavên şeytan dimeşe. Kesên li pey şeytan bimeşin nikarin bejin em lipey doza Îslamê dimeşin.
“Tenê kesê sedeqe dide, başî qencî dike û navbera mirovan de aşîtiyê pêk tîne. Jê re ecrekî mezin heye.” (Nîsa 114)
“Xweda gazî we dike jibo welatê aşitiyê”. (Yûnis 25)
Li gor banga Xwedê divê hemû bawermedên Ola îslamê, ji bo aşitîyê kar û xebat bikin.
Ne ji bo kuştin, malwêranî u destdanîna ser erdû malê xelkê şer bikin.
Ev hişmendiya neha dinava me misilmanandeye ne hişmendî û baweriya Îslamêye, ev hişmendiya desthelatdarên nava meye. Divê zutirîn dem, em xwe jivê hişmendiya çewt rizgar bikin. Li gor Îslamê şer û pevçun nebaşin; divê hergav rê û rêbazên aşitî û diyalogê bingeh werin girtin. Lewre şer têkşikandina hemu tiştane. Civak, aborî, zanebun, xweza, malbat û nirx hemu tên tunnekirin. Heqîqet û rastî tê kuştin: derew, fesadî, fîtne û xapandin zêde dibin.
Mejiyê me bawermendan ewqas hatiye dagirkirin ku, wate û naveroka ola me, jibinîve hatiye berovajî kirin. Îslam tê wateya teslîmbuna heqîqeta Xwedê û jiyanekî aştîxwaz.
Lê mixabin piştî koça Pêxemberê me Hz. Muhemmed sXl li ser, ev ol; bû amurê destê bendeyên desthelatdaran. Ev ola ku naveroka wî hatiye valakirin, bu amurê belavkirina şer û dagirkirina xaka milletan. “Kê bihustekî erdê yekê bi zorê dest deyne ser, heft qat zêdetirê wê erdê, ewê bi hustiyê wîve vere daliqandin.” (Buxarî, Mezalîm 13; Muslîm, Musaqat,139-142)
Bi hêviya aşitiyekî mayinde, roja weya aşitiya cîhanê pîrozbe.