Idrîs Henan
Geşedanên bi lez ên li herêm û Kurdistanê muhra xwe li şiklê hevsengiya hêzê ya pêşerojê kiriye û diyar e wê carek din ev qad şahîdiya dengeyeke nû ya pala xwe daye rûxandina sîstema kevinperest a netew dewlet, bike. Di heman wextê de dê şahîdiya ji zayîna sîstema demokratîk a bingeha wê felsefeya Netewa Demokratîk a Rêber APO ye re bike.
Bi şerê Îsraîl û Hemasê re rola Tirkiyê ya provaktîf di vê êrişê de ber bi çav bû. Hemû îmkanên xwe di oxira şerekî navbera Îsraîl û Îranê de seferber kiriye. Di bingeha xwe de hewl dide herdu hêzên Îsraîl û Îranê, lewaz bike û posizyona xwe ya ceosiyasî ji dest nede. Lew re jî van geşedanan weke firsend diçewisîne ku dagirkeriya xwe ji başûr û rojavayî Kurdistanê re tekûztir, berfirehtir û mayîndetir bike. Hewl dide astengiyên li pêş pêkanîna Mîsaqa Millî rake û bi tunekirina gelan re erdnîgariya xwe firehtir bike. Ji bo vê yekê bixe realîteyê bi hêzên herêmî yên weke xwe û sixuriya çeteyên Sûriyê, PDK, ENKS û terora Alqayîde û DAIŞ re di nav hemehengî û itîfaqan de ye. Derdê Tirkiyê ew e; jinavbirina projeya gelan a azadî û demokrasiyê, Rêveberiya Xweser e.
Ji ber ku xwedî mîrateyeke qirker e, bi rejîmên firoşkar ên weke Baas li Şam û Bexdayê re li hev dike. Îro ji her kesî bêtir faşîzmê Tirk berê xwe daye lihevkirinan. Itîfaqa xiniz a bi Bexdayê re û xalên wê yên xweradestkirinê û daneyên bi êrişên li ser Dêrazorê re derketine pêş raya giştî, niyetên nepenî û eşkere yên Tirkiyê deşîfre dikin.
Rêveberiya Bakur û Rojhilatî Sûriyê, ji ber ku rêveberiyeke gelan a stratejîk e, baş têgihaştiye van plan, dekûdolabên hêzên dagirkeriyê. Ji ber vê jî du rê danîn ber hikûmeta Şamê û bang lê kir ku hişê xwe di serê xwe ke ku nebe kizotek nav agirê berjewendiyên Tirkiyê li herêmê. Bawer dikim banga herî stratejîk ew bû.
Nêzîkatiyên Şamê ji bangên Erdogan ên hevdîtinê re baş diyar dikin ku ti baweriya wê bi Erdogan nîne. Dizane jî wî xwe kuştiye ku têkîliyekê li ser bingeha dijatiya ji projeya demokratîk re ava bike. Lê dîsa jî dizane ku dê ev yek desthilatdariya wê rûbirûyî hêzên demokrasiyê bihêle ku hêza wî nîne kêliyek be jî li ber xwe bide. Dêmekî têvedana rejîma Tirkiyê ji rejîma Şamê re şimitandinek e ku wê dawî li desthilatdariya wê bîne.
Rûdanên li dergeha Ebû Zindên, liv û tevgerên hêzan, reaksyonên aliyan û bertekên derdikevin diyar dikin ku biryareke bi şirîkatiya tevayî aliyên Astana û sûtçiyê pêk tê. Di dirêjahiya wê de jî civîna lîcneya destûrî ya ku Rûsyayê li Bexdayê pêşniyar kiriye heye. Ji ber vê jî, çawa ku zemîn bi itîfaqên bi Îraq û PDK re têye avakirin, îro jî dixwazin bi itîfaq û hevdîtina bi Esad re heman zemînê li Sûriyê bidin avakirin. Ango ji başûr heya rojavayî Kurdistanê xetekî dijatiyê ya qirkirinê were avakirin ku di encamê de projeya Mîsaqa Millî li ser kavilên gorên têkoşîna gelan a azadî û demokrasiyê zindî bibe. Tam ji bo vê jî hişyariyên Rêveberiya Xweser ji rejîma Şamê re hebûn ku neşimite xefka Tirkiyeya ku dixwaze Şamê mîna girzeke êzing di agirdanka xwe de bişewitîne û herêmê di oxira berfirehkirina dagirkeriya xwe de talan bike. Ji bona vê jî pêwîste hikûmeta Şamê haydar be ku dîwarê were avakirin, dê hemû rêyên vegerê qut bike û dê pîqinê bin xwe de bibire.