Kemal Necim
Ji bilî rave û danasînên akademîk ên derbarê helbestê, bê ka helbest çi ye, dîroka wê û naveroka wê û rola wê di şaristaniya mirovahiyê de çi ye. Ji bilî van hemûyan hin bîr û boçûn di nava beşekî zanyaran de heye dibêjê helbest li hemû cîhanê damezrînerê şaristaniyê ye. Li gorî wan zanyaran, ziman wekî deng û îşaretan dest pê kir û piştre jî bû amûrê axaftinê, ji bo ku mirov xwezaya xwe û hawîrdora derve nas bike, û bi axiftina mecazî bi şêwazên helbestî yên cihêreng bi xwezayê re bipeyive, lewma mirovên berê di şîn û şahiyan de û dema bobelatên mezin de xwe spartine helbestan.
Di vê mijarê de behsa hin mînakên şaristaniya mirovahiyê tê kirin, mîna nivîsîn Sumerî yên kevnar ên ku tê de mirov bi awayên helbestî şînê dikin, beramber bobelatên xwezayî yên ku hatine serê wan. Her wiha helbestên pîramîdan li Misira kevnar, behsa meznahiya xwedayên Misrê dikin û nemiriya wan di jiyanê de bi rêya helbestan diparêzin. Piştî wê serdemê jî olên cûrbecûr ku derketin bi helbest, û lavij û axaftinên helbestî yên efsûnî banodorê li bwermendan dikin. Bi vî awayî tê gotin ku ti şaristanî ranebûne bêyî ku pareke mezin a helbestan tê de hebe.
Yek ji zanyarên ku pêşî behsa boçûneke wiha kiriye, civaknasê navdar Îbn Xeldûn bû. Piştî wî Ramanbîrê Îtalî Giambattista Vico di sedsala 17`an de di pêşgotina wî ya mezin de li ser “Zanistên Nû” behsa vê mijarê kiriye.
Piştî vê demê, boçûna ku helbest damezrînerê şaristaniyan e di nivîsên Martin Heidegger de derket Heidegger dibêje ku helbest tişên bê liv bi lêv dike û wan dilivîne, helbestvan jî dibe afirînerê cîhanên zimanî û eger ew hêza veşartî û piralî ya di xeyala helbestvanan de nebûna dê pir şaristanî peyda nebûba. Heidegger dibêje: “Helbest çavkanî û bingeha ziman, huner, dîrok, hebûn, dem û heqîqetê ye, kaniya yekemîn e, tiştek li derveyî helbestê tune ye.
Li gorî van boçûnan, bi qasî nirxê helbestê ewqas jî nirxê helbestvan heye. Lewma pir girîng e ku eger kesek bi danîna helbestan mijûl bibe, haya wî ji vê nirxê hebe. Ango bila bi danîn û nivîsên kêm û qels, vê hêjabûna helbestê kêm û qels û bê nirx neke, her wiha bila di nava civakê de nirxê dahênerên helbestan nizim neke.
Di rewşa heyî de li nav kurdan hilbirîneke pir geş a helbestê çêdibe, lê ne hemû berhemên vê hilbirînê mirov dikare bêje ku helbest in. Pêşketina medyaya civakî derfetên weşanê jî mezin kirine, êdî her kes dikare peyvan rêz bike û xwe weke helbestvan bide nasîn. Dîse çalakiyên bêserûber û bê bijartin jî ku têne lidarxistin rê li pêşiya berzbûna nimûne û ezmûnên qels vedike, carna dibe sedem ku xwêner û civak berê xwe ji helbestê bidin alî.
Her wiha yên xwêner jî eger li şevbêrkekê, yan di kovarekê yan li ser televizyonekê pêrgî helbesteke bê nirx û bêwate hat, pêwîst e helwesta xwe li ser wê ava neke. Pêwîste her zanibe ku di pêvajoyên dirêj ên dîrokê de helbest damezrînerê şaristaniya mirovahiyê ye.