Rohat Bulut
Di roja me ya îro de bajarvanîbûn zirareke mezin dide hawîrdora xwezayî û çandî. Bi taybet jî ev zirarên ku li xwezayê pêş dikevin ên bi destên mirovan rê li ber kerasetên mezin vedikin. Gekek caran felaketên xwezayî yên wekî erdhej, lehî, aşît û hwd. ziyaneke mezin daye civak û mirovahiyê. Bê guman hin keraset hene ku mirov nikare xwe jê bibarêz e. Lê bele mirov dikare pêşî li ziyanên mezin bigir e. Pêşîgirtin jî bê guman kêm zêde di destên mirovan de ye. Yan jî tişta ku dikeve ser milê mirovan heye, ew jî ew e ku pêşxistin û parastina têkiliya sibiyotîk e. Têkiliyên simbiyotîk rewşa jiyana hevpar a ku tê de du zindiyên bi alîkariya hev dijîn e. Ev têkilî di navbera cureyên organîzmayên cuda de jî wek têkiliyeke bi kêrî hev tên tê zanîn. Di navbera zindîwarên di xwezayê de û her weha di navbera mirovan de têkiliyên simbiyotîk jiyanî ye û nebe nabe ye.
Di destpêkê de divê civakeke perwerdekirî û hestiyar pêş bikeve. Li hemberî xwezayê hesasiyetek hebe ku hebûna xwe bi hebûna xwezayê ve bibîn e. Li aliyê din divê komîteyên karesatên xwezayî bi beşdariya odeyên pîşeyî û pisporên têkildar bên berfirehkirin û kar bikin. Lewre jiyana bi xwezayê re pêkan, domdare û pêwîst e ku ev jiyan bê parastin. Lewma jî ya girîng ew e ku divê mirov li hemberî xwezayê bi berpirsyar tev bigere. Ew xwza ye ku zindî ye û xwedî giyan e. Bi qasî fêhmkirin û têrkirina xwezayê mirov dikare ji xwezayê sûdê wer bigre. Mirov çiqasî xwezayê têr bike dê xweza jî ew qasî mirov têr bike. Heke zindîwarên li ser vê xwezayê, bi taybetî jî em mirov li pêşberî xwzayê bi rehim û hezkirî nebin dê xweza rehmê li mirovan neke.
Ji bo wê jî divê komîteyên ku li ser vê mijarê rawest e bên avakirin ku çavdêriyê bikin, xweza û hawîrdorê biparêzin. Bi taybetî jî ji bo hebûna xwe divê hebûna xwezayê biparêzin. Parastina xwezayê di rastiya xwe de parastina hemû zindîwaran e. Naxwe di rewşa heyî de erd û erdnîgariya ku mirov li ser dijî têra kesî nake! Ji ber vê yekê divê çareseriya pirsgirêkên jîngehê bi awayekî herêmî dest pê bike. Qirêjiya jîngehê pirsgirêkek e ku tu sînoran nas nake. Lewma jî hevkariya şaredariyên herêmî, hikûmetên navendî û saziyên navneteweyî ji bo parastin, başkirin û pêşxistina jîngehê ferz e. Ji bo rêveberiyên herêmî pêdivî ye ku xwedan envanterek jîngehê ya berfireh hebe. Ji bo rêvebirin û parastina daristan, ax, hewa, av, zozan, av û çavkaniyên xwezayî û peravan divê li şaredariyan “yekîneyên parastina jîngehê” xurt û jêhatî bên avakirin.
Lê vê derê risteke mezin dikeve ser milê rêveberiyên herêmî. Bi rêvebirina herêmên bajarî û gundî hewce dike ku ekosîsteman bi jiyana civakî re binirxîne. Divê rêveberên herêmî têkiliya qada keskahî ya xwezayê bi jiyana mirovan re baş fêm bikin û li gorî wê nêzîkatî û polîtîka pêş bikev e. Hem xweza bê parastin hem jî civak. Yanî qada jiyanê ya civakê divê li gorî xwazayê be. Divê jîngehên wekî gund û bajarên ku tên avakirin li ser bingeha ramana parastina xwezayê be ku ji xwezayê têr bibe. Nexwe dê tune bibe. Ji ber vê yekê parastina xweza û hawirdorê ewqas girîng û pêwîst e.