Farûk Sakik
Hetanî bihara gelan, li Rojhilata Navîn dewletên ku hebûn her çiqas fizikî ser bi xwe bûn, lê her dîktatorê wê dewletê ji derve ve bi hêzekî ve girêdayî bû. Dewletên wek Sûrî û Iraq li hemberî Tirkiyê xwedî qûdreteke mezin bûn. Dewleta Tirk nikarîbû midaxleyê van dewletan bike.
Bi destpêka Şerê Sêyemîn ê Cîhanê hemû hevsengî hatin guhertin. Tirkiyê jî dixwest ji vê yeke sûdê wergire.
Ev demekî dirêj e dewleta Tirk li Rojhilata Navîn dest bi liv û tevgerek dîplomasiyê kiriye. Ev hevdîtin û trafîka dîplomasiyê, hemû bi tenê li ser esasê tinekirina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê nîne. Hin armancên wî hene û ev tevger li pêşiya wan asteng e. Ji bo bigihîje van armancên xwe, divê rê were paqijkirin.
Li Rojhilata Navîn çi dibe? Çi diqewime? zelal nîne. Ji daxwaza dagirkirina herêmek cûdatir, dixwazin ji aliyê Abûrî, berjewendî, şîrket, aborî ve bibe xwedî insiyatîf. Mînak dewleta Tirk dixwaze di vî şerî de ‘avê’ wek çekekê bi kar bîne.
Dema ku em li nirxandinên pisporên stratejiyên Rojhilata Navîn dinêrin, her yek li gorî xwe diaxive û 2 roj şûnde jî ev nirxandinên wan vala derdikevin.
Bi tenê em li tevgera Amerîka ya ku li vê herêmê binêrin. Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blînken, ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta îro 9 car e çû Îsraîlê. Ev serdanên wî dide xuyakirin ku liv û tevgereke çawa heye.
Dewleta Tirk a dagirker ev dît û ji bo vê yekê wan jî di destpêka sala 2024’an ve siyaseteke nû dane destpêkirin. Ji bo vê jî Bexda û Hewlêrê kir navenda stratejiya xwe.
Ji serê salê ve rayedarên dewleta Tirk bi dehan car serdana Iraq û Hewlêrê kirin. Her roj şandeyek serdana Iraq û Hewlêrê dikirin. Di encama hevdîtinan de, bi Iraq û Hewlêrê re hin peyman hatin îmzekirin.
Di encama hevdîtinan de, dewleta Tirk dest bi operasyon û êrişên berfireh kir. Dewleta Tirk Duhokê weke xaka xwe da nasandin û dest bi kontrolkirina nasnameyan kir. Kontrolkirina nasnameya wisa kiryarek ji rêzê nîne. Her tişt bi vê kontrola nasnameyan tê îzahkirin. Dagirkerî ev e.
Di 15’ê Tebaxê de her du alî Iraq-Tirkiye hatin cem hev. Di vê hevdîtinê de ‘Peymana Çarçova Stratejîk’ û odeya plansaziya hevpar hat eşkerekirin. Li Enqere û Bexdayê jî odeyên şerê dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê tên avakirin. Li gorî lihevkirinê, wê baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li Beşîkayê, radestî hêzên Iraqê were kirin. Di destpêkê de dema ku mirov lê dinêre dibêje, aha wa Tirkiye ji Başîka vedikişe. Na, nû bi cîh dibe.
Di van odeyên şer de, wê rayedarên ji wezîrên karên derve yên Iraqê, Tirkiye, wezîrên parastinê û serokên rêxistinên îstîxbaratê amade bin. Başîka jî yek ji van navendan yek e. Her çiqas di fermiyetê de radestî Bexdayê hatibe kirin jî, li wê derê îstixbarat û hêzên Tirkiyê wê hebin.
Li gorî peymana hatî lihevkirin, Beşîka baregehek perwerdehiyê ye. Kî wê perwerde bibe? Çeteyên di bin kontrola Tirkiyê de ne(DAIŞ jî di nav wan de) li wê derê birêxistin bikin û li dijî Kurdan bidin şer kirin. Berê jî heman baregeh li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê dihat bikaranîn. Hikûmeta Iraqê jî dem bi dem di daxuyaniyan de ji Tirkiyê dixwest ku vê baregehê terk bike. Lê piştî ku PDK’ê di hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re israr kir, Bexda (serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî) ji bo desthilata xwe û ji bo hilbijartinên 2025’an, di 22’yê Nîsana 2024’an de bi Erdogan re hevdîtin pêk anî.
Herî dawî PDK’ê li lîsta dijminên Kurdan hikûmeta Bexdayê jî zêde kir.