Nehîr pale
Di hemû rewş, şert û mercan de jin berpirsyartî radikin. Mirov dikare vê mijarê bi berferehî şîrove bike. Di gelek şoreş û serhildanên Kurd û ên cîhanî de jin tevlî şerê parastina welatên xwe bûne. Lê kesên dîrok nivîsandin li xwe mûkir nedihatin ku jin ew qasî xwe dane ber berpirsyartiya parastin û rizgarkirina welatên xwe. Niha jî jin berpirsyartiyeke mezin rakirine û ji bo doza xwe ya netewî di girtîgehên Tirkiyê û Îranê de ne. Heyanî ku ji destê Tirkiyê tê bi rêbazên xwe yên qirêj dixwaze îradeya jinên siyasetmedar û şoreşger bişkîn e. Gelek dayîkên ku temenê wan 70 salî derbas dike, niha di girtîgehên Tirkiyê de ne.
Li Îranê, Afxanistan, Hindistan û hwd. ji aliyê hişmendî, piskolojîk û fîzîkî ve êrîşên giran li ser jinê têne kirin. Tê gotin ku dewleta Îranê ev bûye 45 sal li ser jinan zext zêde kiriye. Herî zêde li girtîgehan zext li jinan tê kirin. Hukmê darvekirinê yê ku daye rojnamevanên jin Bexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî yek ji rêbazên zextê yên herî qirêj in. Li Hindistanê jî bijîjka jin ku temenê wê 31 salî bû piştî ku tê tecawiz kirin wê qetil dikin. Li Hindistanê ji bo kuştina bijîjka jin bi komî gel û bi taybet bi deh hezaran jin daketin kolanan. Yek ji jinên beşdarvan dibêje:` Çêlek û bizin ji me girîngtir in`, ev gotin nêzîkatiyên çewt ên ji jin re têne kirin, tîne bîra mirov.
Li beramberî van êrîşên li ser jina têkoşînvan jinên her tim daxwaza xwe ya azadiyê dikin. Di her gaveke ku jin bi pêşve biçe gelek bedelên mezin dide. Tu carî xwe nedaye paş û her tim berpirsyartî rakiriye.
Di vê peregrafê de mirov dikare bipirse gelo eger jin ji bo azadiya xwe bikin, wê rewşa wan were guhertin an jî wê ev yek ezezî were dîtin? Piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve jin bang dikin (Jin, Jiyan, Azadî). Ev yek dide îfade kirin êdî jin wê ji bo azadiya xwe dest bidin hev û têbikoşin.
Zîhniyeta cinsiyetparêz her tim jin fêrkirine ku ji bo mêr, ji bo malbata xwe û ji bo zarokên xwe bijî. Jin heyanî ku saxbe wê ji bo xizmetkirina çend kesên derdora xwe saxbe. Li gorî ol li axîretê jî wê dîse jin xizmeta mêr bike. Ev navê wê ne fedakarî û ne jî berxwedanî û ne jî têkoşîne. Wê nikaribe xwe biparêze jî, ev di koletiyê de fetsandin e. Ji xwe civak tu carî xebatên jinê, pîroz nabîne. Hemû westandina jin a fikrî û fîzîkî bêwate dike û li gel wan bêqîmet û bê nirx e.
Bi komî derketina jinan a serhildanan û daxwaza azadiya xwe kirin rengekî nû yê têkoşîna jinê ye. Tûndiya mêr a li ser jinê ji bo bi dawî bibe êdî pêdivî bi rêbazên nû heye. Jin çiqasî bibin yek wê hîn bêtir dengê xwe bighînin tevahî cîhanê û bighêjin mafê xwe. Êdî ji hemû jinan tê xwestin ku bi rengekî baş têbighêjin ku dawiya koletiyê mirineke bê rûmet e.