Idrîs Henan
Lihevkirinên rejîmên destwerdanê li ser axa Sûriyê fîgura tabloya Sûriyeya heyî xêz kiriye û ziyanek mezin gihandiye ewlehî û istiqrara herêmên bi ewle yên li welêt, taybet jî herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê. Şiklê têkiliyan jî pala xwe daye zihniyeta hesabsafîkirinê ku di encamê de komkujiyên mezin di derheqê sivîlan de rû didin û projeya çareseriya demokratîk bi tena xwe li dijî xeteriyên mezin li ber xwe dide. Aliyek din jî ew e ku hêzên destwerdanê, tevî hemû sloganên qebe yên fena “parastina yekparebûna axa sûriyê”, bi van nêzîkatî û kirinên xwe, yekparbeûna axa welat bi parçekirinek misoger re rû bi rû dihêlin.
Bi qasî ku otorîteya xwe tayî textên xwedayan dikin êrişan pêk tînin û bi rêbazê qirkirinê hegemoniya xwe mayînde dikin. Çendîn biryar, zagon û prensîbên navneteweyî yên mirovî û hiquqî hebin jî ku her tim guhên me pê kun kirine, têra rêgirtineke exlaqî nakin ku maf û hiquqên hatine desteserkirin werin azadkirin. Rejîmine wisa ne ku her zagon û kirasî li gorî berfirehkirina kapasîteya sermayeya hegemoniya navendî li xwe dikin. Lew re jî, çi gotegotên mafê mirovan, hiqûqên bingehîn, mafê tayînkirina çarenûsî jî hebin, hemû hîkaye û çîrokên berî xewê ne ku gelên bindest pê lele dikin.
Şiklên lihevhatinan li Sûriyê qutqutî û cihêreng bûne. Bi gotinek din; demxeya taybetmendiya şerê cihanê yê sêyemîn li xwe bar kiriye ku qutqut stratejî û taktîk paralel tê meşandin. Yanê; dibe li cihekî şerên dijwar û dijminatî, li cihek din jî bêdengî û lihevkirinên demkî hebin. Ji bona her cihekî jî amûr û siyasetên cudacuda têne bikaranîn. Tabloya êrişa vê dawiyê li ser gundewarên rojhilatî herêma Dêrazorê, amûrên êrişkar û şiklê lihevhatina hêzan, rengê tabloyê baş eşkere dike ka li Sûriyê çendîn sal in di encama kîjan zihniyeta destwerdanê de alûzî û kirîz têye jiyîn? Him dikka desthilatdariya Şamê û him jî alîgirên wê û giştî biçimê berjewendiya li holê diyar dike. Her wiha bi zelalî tê fêmkirin ku ji bilî berjewendiya gelên Sûriyê, hemû berjewendiyên aliyan biyanî têne parastin. Ango şer, talanî, rûxandin û keviliya bi salan e têye kirin, ne ji ber xeyalên azadî û demokrasiya gelên Sûriyê bû, berevajî wê yekê; ji ber berjewendiya hêza hegemoniya navendî û dûvikên derdorê yên kurtêlxwar û ajanên objektîf ên xwefiroşên dozê bû. Ev têgihaştin ne tenê li Sûriyê, li tevayî gengeşeya li Rojhilata Navîn derbasdar e. Ango dixwaze li Îraq, Yemen, Lubnan, Filistîn û welatên Afrîqya be, dixwaze jî heya paravên Ewrûpa û welatên bloka Urasye be. Hemû jî heman pêxîrtengiyê jiyan dikin. Çendîn reng û cografya cuda bin jî, lê dijatiya wan ji daxwazên gelan ên azadî û demokrasiyê re metodekî hevbeş e.
Tiştekî din ê balkêş jî ew e ku heman hêzên qirker û mêtinger ên weke Tirkiyê û Îranê ku li dijî bêje, hevok û govenda Kurdî şer dikin û êrişan pêk tînin, bi qasî ku desteser bikin û biçewisînin, dikarin pir bi hêsanî makezaroktiyek sexte ji bizavên gelan re bikin. Ji xwe di bin sîwana oparasyonên qirkirina çandî ya li dijî sema, lîlî û tewtewên Kurdan de, dagirkerî, komkujî û hemleyên paqijkirina nijadî didin meşandin. Tehmula wan ji reqseke Kurdan re jî nîne. Lew re jî gelek bi hêsanî, bê perwa û bê exlaq, stratejîk li hev kom dibin û êrişan li tevayî cografyaya Kurdistanê û çi têkoşîna gelên bindest hebe pêk tînin.
Lew re jî pêwîste bê zanîn ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ji teknelojiyê pirtir xwe dispêre esaleta dîrokî. Yanê sema, lîlî û tewteweke me jî dikare binyada wê lihevkirina stratejîk a pala xwe daye rêbazên qirkirina bi teknîka pêşketî, têk bibe. Ev jî zanebûneke xwe dispêre hişmendiya afrîner a berxwedana ku Rêber Apo her tim tekezî lê kiriye.