Kemal Necim
Wêjeya jinê yan jî wêjeya femînîst têgehek e ku pir lêkolîn û vekolîn li ser hatiye kirin. Her çiqas lihevhatinek û nêrîneke hevbeş der barê vê têgehê de çênebûye jî, lê di bingeha xwe de bi têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe û parastina statû û ramanên xwe ve girêdayî ye. Lê hin derdor têgîna “wêjeya jinê yan wêjeya femînîst” napejirînin û dibêjin ku wêje her wêje ye, her çiqas şêwazên wê yên vegotinê û taybetmendiyên cuda bin jî.
Weke tê naskirin, wêjeya ku ji hêla jinan ve hatiye hilbirîn û afrandin wekî “wêjeya jinan” tê binavkirin, ku ev ravekirinek tenê ji bo wêjeyê tê gotin, lê ji bo hunerên din ên wekî sînema, peykersaz, hunera şêwekarî, stranbêjî û hilberên din ên afirîneriyê nayê gotin, ti carî di medyayê de nehatiye gotin sînemaya jinan an şanoya jinan yan jî şêwekariya jinan, lê tenê ji bo wêjeyê hatiye gotin.
Hin sedemên din jî hene ku ev têgîna wêjeya jinan derketiye û pêşketiye, yek ji wan jî dîrokî ye, girêdayî veguherînên civakî ku sedsalên 18 û 19`an de li welatên rojava rû dan. Di wê demê de nivîsên ku dixwestin hebûna jinan di qada wêjeyî de zêde bikin derketin, ji ber ku jin di wê demê de bi awayê sîstematîk dihatin paşguhkirin û weke afrêner nedihatin nasîn, ji ber ku mêr û civak jî di wê baweriyê de bûn ku pêwîste rola jinan tenê guhpêdana malbatê be. Lê wêje bi xwe, wekî hunereke taybet, ji bilî nirxa xwe ya afirîner, pir hewil dide ku cîhanên hundurîn ên mirovî yên, hest, nakokî û şikestinan eşkere bike, ango wêje ew tiştên ku civak naxwaze eşkere bibe diyar dike. Lewma wilo dihat bawerkirin ku vegotin û nivîsên jinan dê wan kevneşopiyên civakê bihejînin.
Li gorî hin danasînan, hemû wêjeya ku jin dinivîsin navê wê wêjeya jinan e, lê wêjeya famînîst ew wêjeya ku mijara wê bi xwe jin be, ango behsa êş û kêşe û cîhana hundirîn û hestên jinan dike.
Di qada wêjeya Kurdî de heta niha arîşeyeke wiha nebûye cihê gengeşe û gotûbêjan, ji ber pir sedeman, yek jê ew e ku li beramberî mêran hijmara jinên wêjevan kêm bû, niha jî kêm e. Ya din, wêjeya ku jinên kurd nivîsiye û dinivîse ewqas kûr nebûye ku êdî li xweseriya xwe ya jinbûnê bigere.
Di salên dawî de, li nava kurdan têkoşîneke xweser a jinan di pir qadên jiyanê de xwe dide pêş, ev têkoşîn di bin siya têgîna azadiya jinan de pêş dikeve. Vê têkoşînê ta astekê bandora xwe avêtiye ser qada wêjeyê jî, ne tenê wêjeyê lê belê hin beşên ên hunerê jî. Li Rojava di çend salên dawî de mihrîcan û çalakiyên bi sernavê (Wêje û Hunera Jinan) têne lidarxistin, ku tenê ji bo pêşandana afrêneriya jinan têne lidarxistin. Her çiqas ast û naveroka hilbirîna wêjeyî û hunerî ya jinan negihiştye astekê ku bibe şepêleke balkêş û xwedî taybetmendî, lê wek têgîn û boçûn teşeya xwe girtiye û êdî tişteke navê wê wêje û hunera jinan peyda bûye. Ji ber ku ev hewldan di bingeha xwe de mijareke têkoşîna ji bo azadî, xweserî û xwebûnê ye, dibe ku di nava çend salan de pêleke hilbirîna wêjeyî û hunerî ya jinan pêş bikebe û têkeve dîroka wêjeya mirovahiyê.