Farûk Sakik
15’ê Tebaxa 1984’an bû. Li navçeya Erûhê jiyanek normal hebû. Haya tu kesî jê tune bû hin şervanên Kurdan li derdora navçeyê, ji bo guhertina çarenûsa gelekê li benda saet 21.00 bûn û ew dem hat. 15’ê Tebaxa 1984’an li Erûhê, li dijî zilma dewleta tirk ya salan, deng bi çekan ket. Çalakî saetekê dewam kir. Di 10 xolekan de gihîştin hedefê xwe.
Egîd û rêhevalên xwe di mêjiyê dewletê de tirs û xof, di nava dilê kurdan de jî bawerî û hêviyên mezin hiştin û çûn. Dora rojê dengê vê fîşeka yekem li Kurdistan, Tirkiyê û li hemû cîhanê hat bihîstin. Bi vê çalakiyê hêviyên gel yên ku bi salan hatibûn windakirin, ji nû de zindî bûn.
Mîmarê teoriya ‘fîşeka yekemîn’ Dr. Frantz Fanon digot; “fîşeka ku gelên di bin mêtingeriyê de li dijî dijminê xwe diteqînin, di heman demê de li dijî tirsên xwe yên melisî, kesayetiya xwe yên bizdiyayî û vîna xwe ya şikestî jî diteqînin…”
Vê carê fîşeka yekemîn, ji aliyê yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn, ji aliyê gelê Kurd ve li dijî mêtingeriyê, di 15’ê Tebaxa 1984’an de hatibû teqandin û qereqolên ku mêtingeriyê di serê Kurdan de ava kiribû, rûxand.Bi fîşeka yekemîn ku 15’ê Tebaxa 1984’an de hatibû teqandin; jiyana gelê kurd ji nû ve hat dîzayinkirin. Di cîhana kurdan de hişmendiyeke nû, giyaneke nû û ramaneke nû afirand. Êdî tu tiştek weke berê nebû. Jiyaneke azad û civakeke nû hat afirandin.
Betona ku li ser gora Kurd hatibû rijandin, bi vê fîşekê hatibû parçekirin. Kurdê ku axa mirinê ji ser xwe avêtibû, li hemberî kiryarên înkar û bêrûmetkirinê yên mêtingeriyê serî rakir, ji bo rometa xwe, ji bo azadiya xwe, ji bo avakirina jiyaneke azad, bi coş û wêrekiyeke mezin rabû ser piyan. Bi tûjitiya şûrê edaleta şoreşgerî, xwe ji xweliya xwe ji nû ve ava kir, ji bo hilanîna tolhildana sedsalan çi pêwîst bû kir. Hesabên dijminên dagirker serûbin bibûn. Ev serhildana dawî ya Kurdan, li gorî wan hinekî dijwar ajotibû. Gava li serhildanên din dinêrîn, di demeke kintir de encam girtibûn. Piştî 15’ê Tebaxê êdî li Kurdistanê hêzên Kurdan ên çekdarî hebûn. Roj bi roj zarokên Kurdan berê xwe didan çiya û tevlî van refên gerîla dibûn. Ev serhildan nedişibiya serhildanên beriya xwe. Ev yek jî dijmin har û çavsorî dikir.
Generalên mêtinger, temeneke 72 saetan dabûn vê serhildanê; lê saet bi rojan, roj bi mehan, meh bi salan bûhûrîbû, û serhildan jî her diçû mezin dibû. Ahaa, sal 2024 û ji wê hêzê hênjî darbeyên giran dixwe. Îroj di encama nirxên 15’ê tebaxê de li çar aliyên Kurdistanê têkoşînek ji bo azadiya Kurdistanê tê meşandin. Îroj di encama wê çalakiyê de kurd li rojhilata navîn bûne hêviyên hemû gelan. Dema hêzên hegemon xwestin rojhilata Navîn ji nû de li gor berjewendiyên xwe yên nû dîzayin bikin. Lê dîtin hêzek li pêşiya wan astenge. Gerîlayên azadiya Kurdistan. Ji bo vê hêzê ji holê rakin serî li her cûre planî dan, lê bê encam man. Îroj di encama wê çalakiyê de li Rojavayê Kurdistan şoreşa ku pêk hat, mirovahî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Îroj bi rihê 15’ê Tebaxê gerîllayên kurdan, li çiyayên Kurdistan, li dijî dagirker û hevkarê wan, li dijî xiyanetê destanan dinivîsînin. Êdî dem dema şerê gerîlla ye. Gerîlla bi rihê 15’ê Tebaxê, Kurdistanê diparêze….