Nehîr pale
Li ser xaka Sûriyê û gelek dewletên ku cîranên wê ne şer çêdibe, di van pevçûnên siyasî, bîrdozî, leşkerî û aborî de jin li aliyekî namîne û bixwe jî rewşê ji hemû aliyan ve dinirxîne. Bi taybet li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî şoreşa Rojava destpê kir jin mîna berê dûrî pêşveçûnan namîn in, êdî derfeteke mezin heye ku rewşa Herêma xwe û tevahiya Sûriyê nîqaş bikin. Ji hemû Kantonên Herêmê lihevdicivin û rewşa jin û civakê dinirxîn in. Çalakî, dewreyên perwerdê û hemû xebatên jin di çarçoveya têkoşîna li dijî zayendperestiyê de tê kirin.
Konferana Sosyolojiya Azadiyê jî yek ji civatên ku jin tê de pirsgirêkên civakî nîqaş kirin. Amadekariya Konferansê du mehan berdewam kir. Berî Meclisa Kombûna Jin a Zenûbiya konferansê lidarbixe meha Gulanê û Pûşbirê komên xwendina parêznameya Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan birêxistin kirin. Hejmara komên li Kantona Dêrazor, Tebqa, Reqa û Minbic hatibûn birêxistinkirin gihîştin 14 koman.
Konferansê bi dirûşmeya `Hezkirina min bi jiyankirina fikrên min pêk tê` hat lidarxistin. 300 jin ji hemû pêkhateyên Kantona Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê beşdarî Konferansê bûn. Konferans li ser du mijaran hat birêvebirin. Mijara yekemîn bi sernavê `Di çarçoveya Sosyolojiya Azadiyê de em ê pirsgirêkan nîqaş bikin` destpêkir. Di vê mijarê de girîngiya zanista civakî bi riya nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ên di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê de hat îfade kirin. Her wiha pirsgirêkên civakî yek bi yek ji aliyê beşdarvanên Konferansê ve hatin nîqaş kirin û têkilidarî wê çareserî çiye, nêrîn û pêşniyar hatin kirin.
Mijara duyemîn jî bi sernavê `Yê azad li pişt dîwarên girtîgehê ye` destpê kir. Di vê mijarê de li dîrokê vegeriyan, têkoşîna gelan û bi taybet a jinê ji bo azadiyê nirxandin. Têkoşîna bi salan ji aliyê gelên bindest ve tê kirin azadî bi wate kir û nirxê wê parast. Her wiha şaş fêmkirina têgeha azadiyê û bi rêbazên şaş daxwaza azadiyê kirin hat şîrove kirin. Jinên ku nêrînên xwe di konferansê de anîn ziman gotin azadî ne di şekil de ye û divê em weke jin di fikir û ruh de xwe azad bikin da ku em rast bijîn.
Piştî ku her du mijar bi dawî bûn, encamnameya konferansê hat dayîn. Yek ji xalên encamnamê ew bû ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jin têkoşîn û çalakiyên xwe berdewam bike. Di çarçoveya hemleya `Ji bo Rêber APO azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareserî` wê mîhrecan were birêxistin kirin. Her wiha Meclisa Kombûna Jin a Zenûbya wê dest bi rêxistin û xwendina parêznameya çaremîn a Rojhilata Navîn bike. Ji bo avakirina malbata demokratîk xebatên piratîkirina zagonên malbatê berdewam bike. Zagonên malbatê di nava civakê de piratîkirin rêbazê herî girîng ê têkoşînê hat diyar kirin. Her wiha wê têkildarî parastina ekolojiyê dest bi hemleyên zanistkirina civakê bikin.
Jinên ku bi ramanên xwe beşdarî konferansê bûn civateke gelekî dewlemend sazkirin. Konferans coş û kelecana hest û fikarên jinê zindî kir. Li wê civatê ji aliyê jinan ve çareserî hat nîqaşkirin û biryardariya xwe ji bona erkên ku
dikevin ser mile wan raber kirin.