Farûk Sakik
Li Tehranê bi kûştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye, li Rojhilata Navîn şer derbasî merhaleyeke nû dibe. Dengê defa şer roj bi roj bilind û nêz dibe.
Hêzên hegemon, desthilatdar di destê wan de cedwel û pênûs, li ber wan nexşeya Rojhilata Navîn û di devê wan de herikandina gilêz û şorik, amadekariyên şer dikin.
Şer hatî ber derî. Dema ku li dîrokê binêrin bi hin sûîqestan şer dane destpêkirin. Şerê Cîhanê yê Yekem. Warisê textê Awûstrya-Macaristanê Franz Ferdinand di 28’ê Hezîrana 1914’an de, li paytexta eyaletê Saraybosna ji hêla neteweperestê Sirbî, yê bi navê Gavrilo Princip ve hat kuştin. Û ev kuştin bû hinceta Şerê Cîhanê yê Yekem.
Li Tirkiyê jî dema ku di sala 2015’an de xwestin li hember Kurdan şer bidin destpêkirin, Hulîsî Akar ji Hakan Fîdan hincetek-provoksiyonek xwest. Hakan Fîdan li Ceylanpinar 2 polîs da kuştin. Kuştina van 2 polîsan ji bo wan bû hincet û di 24’ê Tîrmeha 2015’an de şer da destpêkirin. 2 roj beriya vê kuştina 2 polîsan, li Pirsûsê komkujiyek pêk hatibû. Hakan Fîdan got; PKK ji bo tola Pirsûsê bigire ev 2 polîs kuştine.
Di nav civakê de gelek kesan bi vê yekê bawerî anîn û Tevgera Azadiyê tawanbarkirin.
Di çanda Kurdan de tolhildan, bilindkirina têkoşînê ye. Bi kuştina Apê Mûsa kurdan, Oktay Ekşî nekuşt. Bi kuştina Mehmet Sîncar dora rojê Cavît Çaglar nehat kuştin. Piştî komkujiya dewleta dagirker a Roboskî, Tevgera Azadiyê tu carî berê xwe neda û li Yozgatê komkujiyek pêk neanîn. Lê diha zêde barê wan giranbû û diha zêde têkoşiyan.
Em vegerin kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye. Ev bi tenê nebe şerê Îran-Filîstîn û Îsraîlê. Wê ev şer li seranserê herêmê belav bibe. Her çiqas neyê zanîn ku wê şer tam kengê dest pê bike jî, ji anha de dest pê kiriye jî. Şer anha bi dîplomasiyên dewletan dewam dike.
Heger şerek ku dest pê bike Kurd xwedî kîjan amadekariyan e? Tu amadekariyek jî naxuyê. Çima? Rêberê Kurdan xeber tune ye da ku bi perspektîf û pêşdîtinên xwe, nexşerêyek bide destê Kurdan. Tam di demek wiha de pêwistî bi perspektîfên wî hene.
Salek berî ku ji Tunûsê Bihara Gelan dest pê bike, Rêber Apo di hevdîtina bi parêzeran de bal kişandibû ser vê yekê û gotibû; li Rojhilata Navîn wê guhertin çêbibin û Kurd jî divê amadekariyên xwe bikin. Divê Kurd yekîtiya dîplomasî û eskeri ya xwe ava bikin. Yekîtiya netewî nehat avakirin. PDK bû asteng. Lê li Rojava şoreşek pêk hat.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo vî şerî, hemû amadekariyên xwe temam kiriye. Bi dewletan re hevdîtinan pêk anîne. Tek pirsgirêkek li pêşiya wan heye. Ew jî rejîma Şamê ye.
Ji bo ku Kurd jî amadekarî nekin, di tecrîdê de israr dike.
Bi PDK’ê re li ser ‘xiyanetê’ peyman îmze kiriye. Li vê derê jî pêşî li hewldanên yekîtiya Kurdan girtiye.
PDK îroj hatiye radeyek wisa ku daxwaza hevdîtinên saziyek wek KNK’ê ku ji bo yekîtiya Kurdan xebatê dimeşîne, bê bersiv hişt. Kurd divê vegerin û lêgerîneke nû bidin destpêkirin. Bê Rêber Apo û bi xiyaneta PDK’ê dikarin çibikin, di vî warî de kûr bibin. Dikarin çi bikin? Ji bo pêngava azadiya Rêber Apo encam bigire, divê bê sekin xebat werin meşandin. Ji xwe ev pêngav tempoya xwe ya destpêkê hinek sist kiriye. Divê vegerin kodên xwe yên 10’ê Cotmeha 2023’yan. Ev jî rexneyek e.
Divê Kurd, li hemberî lîstik û siyaseta dewleta Tirkiyê û PDK’ê ya li herêmê dimeşînin, hişyar bin. Û li hemberî xiyanetê, xwedî helwest bin.