Sînan Cûdî
Beriye 8 salan, di 25’ê Nîsana 2017’an de dewleta Tirk a dagirker, bi dehan balafiran, Çiyayê Qereçoxê bombebaran kiribû. Di encama vê êrişî de 20 hevrêyên me gihiştibûn şehadetê. Hemwext dewleta dagirker çiyayê Şingalê jî bomberan kiribû.
Ev êriş, li gorî demê wê, ji gelek aliyan ve peyam digihand Kurdan. Bi kurtasî ger em wan rojan bînin bîra xwe em ê bibînin ku ka êrişê Qereçoxê û şehîdên me di oxira çi têkoşîn û pilanan de gihiştinê şehadetê.
Wekî tê zanîn, serkeftina hêzên YPG/YPJ û HPG ya li dijî çeteyên DAIŞê, tecrûbeya Rêveberîyê Xweser a Rojavayê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê gelek hêz û moral dabû gelê me. Li Şengalê jî Şengalîyan xwe amade dikirin ku Rêveberîyê xweser îlan bikin. Gelê me yên Başûrê Kurdistanê jî hedî hedî ji bin serwerîya partîyên desthilatdar derdiketin. Meclîsa Bajarê Kerkûkê 4ê nîsanê de îlan kir ku ji bo pêşeroja Kerkûkê di nava gel de rapirsînekî bike. Armanc ew bû ku li Kerkûkê jî rêveberîyekî xweser bê damezirandin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî KODAR, 21ê nîsanê nexşêrêyekî eşkere kir û dest nîşan kir ku ew ji bo Îranê, paradîgmayekî çareserîyê ya rêveberîyê xweser û parastina cewherî esas bigrin.
Di enîyê Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de dema rewş ev bû, krîzê herî mezin jî di nava Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de dihat jiyîn. Li ser esasê şirîktîya model a bi DYE’yê re, ji zû ve Erdogan dixwast derbasî sîstemê serokatîyê bibe û parlementoyê bêkêr bike. Lewma di 16‘ê nîsanê de rapirsînekî (referandûm) hatibû çêkirin.
Hemû bajarên Kurdan ji Erdogan re gotin NA. Wan jî bi hîlê û tirsandin, bi dek û dolaban dengên sextê çêkirin û bi rêjeya 51.41’ê ji sîstema seroktî re erêkirinê çêkirin. Di nava Tirkiyê de xwepêşandanên li dijî van sextekarîyan bilind dibû. Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropayê (AGÎT) raporek hişk derbarê tirkan de nivîsandibû, rayagiştî ya navnetewî gelek rexne li wan dikir û desthilatdarî teng bibû. Lewma li Stanbolê qaşo Bi Ruhê Yenîkapî û Ewlekarîya Netewî pêlekî faşîstî bilind kirin.
Di bin propagandaya “Em ê nehêlin Şengal bibe Qendîla duyemîn” de vî pêlê faşîstî sor dikirin. Dîsa di salvegera 500 salî ya şerê Dabiq de, di 24’ê tebaxa 2016’an de arteşa faşîst desp dagirkerîyê axa Sûrî kiribû û ev dagirkerîyê wan li gorî wan di 29’ê adara 2017’an de temam bibû. DAIŞîyan cil guhartibûn û bibûn qaşo arteşa sûrî ya muxalif. Di 19’ê nîsanê de hikûmeta faşîst ji van çeteyên cihadîst grupekî çeteyan mestir a di bin navê Mertala Firatê ava kir.
Ji xwe piştî hemleya Minbicê tehdîdên Tirkan zêdebibû. Wan dixwastin ji Cerablûs û Babê, li ser xeta rojavayê Firatê re herin heta Tebqa û ji wir jî êrişê Reqayê bikin. Li ser vî planê bi Emerîkîyan re jî niqaş dikirin. Lê negihiştin miradê xwe û hemleya Reqayê di pêşengtiya YPG/YPJ de, ji alîyê QSD ve hat destpêkirin.
QSD, di 5’ê mijdara 2016’an de hemleya rizgarkirina Reqayê, bi navêkî din Hemleya Xezeba Firatê, di bajaroka Eyn Îsa de ragihandibû. Merhaleya duyemîn a hemleyê 10ê Kanûnê 2016’an da, merhaleya sêyemîn jî 4’ê sibata 2017’an da dabû destpêkirin. Di nava van sê mehan de bejahîya Reqayê hatibû rizgarkirin û dor li DAIŞ’ê tengbibû. Berîyê merhaleya çaremîn destpêbike, QSD, di 21’ê Adarê de, berê xwe dabû Tebqa û di nava çend rojan de hawirdora Tebqa jî rizgar kiribû (bajarê Tebqa hîn piştre, di 10ê gulanê heman salê de hat rizgarkirin).
Merhaleya çaremîn a Xezeba Firatê temamkirina dorpêça bajara Reqayê hedef digirt. Her sê merhale û hemleya Tebqa ji çar alîyan ve Reqa dorpeç kiribû lê hîn nêzî 10 gund û bejahiyekî berfireh a li dervayî bajer de di destê DAIŞîyan de bû. Merhaleya çaremîn 12ê nîsanê de hat ragihandin. Bi vî hemleyê rizgarkirina peytaxta DAIŞê wekî mizgînîya biharê bihata dayin. Piştî vî êdî rêyê vegerê nemaba.
DAIŞ li Tebqa, Reqa û Musilê paş ve diket. Êdî di destê DAIŞê de Dêra Zor û çolê Humsê maba. Bi vî şeklî nikaribû li dijî Kurdan bihata bikaranîn. Lazim bû DAIŞê nefesekî bistanda. Ji xwe dema Tirk ketin ardê Sûrî û dagirkerîyê xwe destpêkirin, armanc jê ev bû.
Di atmosferekî wiha de êrişê Qereçoxê hat pilan kirin. Berîyê êrişê bi demekî ji xwe balafirên keşfê li ser mintiqa digeriya. Car caran li ser xeta sînor arteşa dagirker bi top û guleyan êriş dibirin li ser hêzên YPG/YPJ û dihat payin ku êrişekî tirkan çêbibe. Ji ber vî hêzên sîyasî û eskerî ya Rojava di qada sîyasî û dîplomasî de hêzên eleqedar hîşyar dikir û xeterîyê destnîşan dikir. Ji xwe her kes dizanê ku qada hewayî di destê Emerîka de bû. Tirkiyê jî qaşo di nava koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞê de cih digirt û agahîyên istixbaratî bi vî rêyê digihişt tirkan. Ew jî dizanibûn bîryargeha şerê li dijî DAIŞê Qereçox bû. Hemû dilxwazên bîyanî û welatparêzên kurdan bi rêya Qeraçoxê dihatin Rojava û ji bo şerê li dijî DAIŞê li vir perwerde didîtin. Xetê vekirî tenê li vir bû.
Qereçoxê di navbera çiyayê Şingal, Bagok û Cûdîyê mirada de bû. Ev mintiqa ji kevin ve stara Kurdan bû. Şerên sedsalan de tim bi rola navendekî rabibû. Ji xwe dema rizgarkirina Şingalê û berxwedana Kobanê de jî ev bîryargeh rolekî dîrokî listîbû. Çavkanîyên enerjî û avê li dora vî mintiqayê de bû. Navendekî ragihandinî û tekîlîyê bû. Axa herî berhemdar, çavkanîya genimê Rojava li vir bû. Bi kurtasî ji gelek alîyan ve Qereçox dilê Rojava, dilê şerê li dijî DAIŞê bû. Lewma ne dûr bû ku dewleta faşîst vir hedef negrê.
Dîroka êrişê jî xwedî maneyekî cuda bû. Şeva 24ê Nîsanê girêdide 25ê nîsanê ji xwe ve nehatibû tespit kirin. 24’ê nîsana 1915’an de selefên tirkên faşîst, nêzî mîlyonek û nîv ji gelên Ermenî û Sûryanî qetil kirin ango koçber kirin ji welatên wan a bi hezaran salan. Bi vî şeklî peyam digihandin Kurdan jî. Dixwastin Kurdan jî wekî Ermenî û Sûryanan qir bikin. Çawa ku di salvegera 500 salîya şerê Dabiq de ketin axa Sûrî û bi vî şeklî cara duyem desp pêvajoya împaratorîya Osmanî kirin; di salvegera sed û duyemîn a qirqirina ermenîyan de jî xwestin qirqirina kurdan carekî din destpê bikin.
Bi vî êrişê gelek armanca Tirkên faşîst hebûn. Tirkitiya sûnî carek din nû bikiran, ji DAIŞê re bûban nefesek, gelê Ereb û Tirkmenan ji kurdan dûr bixistana, girêdana di navbera YBŞ û YPG ango Iraq û Rojava de qutkiriban, çavkanîyên enerjî, av û axê teslîmî PDK kiriban, Kurdên Êzidî tirsandiban û hiştiban dev ji îlana xweserîyê berdin, ji bo Kerkûkê çavê YNK tirsandiban, bi îranê re tekîlîyê xwe xweş kiriban û hwd gelek armancên din xistibana merîyetê.
Ji ber wilo lazim bû êriş dijwar ba, peyamek baş gihandiba her kesî. Nêzî du saet û nîv bi dehan balafiran bi deh hezaran ton bombe li çiyayê Qereçox û Şingalê barandin. Kedê salan di nava çend saetan de xwestin tûne bikin.
Di daxuyanîyên piştî êrişê de Erdogan çanda xwe ya “em şevekî ji nişka ve werin” jî dabû destpê kirin. Ango pilana dagirkirina Efrîn, Serêkanîyê û Girê Spî di eslê xwe de bi êrişa Qereçoxê hatibû destpêkirin. Erdoxan digot me berîyê êrişê Emerîka û Rusya agahdar kiriye. Ger Emerîka û Rusya erênekiriban dikaribûn bêjin nekin. Lê piştî êrişê Emerîyan ev piştrast kirin û gotin “berîyê saetek xeber dane me, ev demekî têrê nedikir. Ev agahdarkirin bû. Em ne li bendê bûn ku hevkarekî me ya koalîsyona li dijî DAIŞê bi vî şeklî tevbigere”. Lê di 17ê nîsanê de dema Trump ji ber qaşo serkeftina rapirsîna serokatîyê Erdoxan pîroz dikir gotibû “Ez dostanîya me girîng dibînim, gelek karên girîng heye ku em tev de bikin”. Ango Trump lempaya kesk ji Erdoxan re pêxistibû ku êrişî Kurdan bike. Hesaba Putîn jî çeteyên giredayî tirkan ji derdora Idlîbê derxistinbû, lewma dengê xwe nekiribû û piştgirî dida. Emerîka û Rûsya bi vî êrişî peyam digihandin Kurdan; dixwastin di bin çengê wan de bimînin. Lewma piştre Trump ji QSD re gotibû “Ger ez îcaze bidim, kesên dixwaze canê we biêşîne li ser tetîkê ne”. Dema QSD’Ê got ji ber vê êrişê emê hêzên xwe bînin li ser xeta sînor û hemleya Reqayê bidin sekinandin leşkerên Emerikî hatin Qereçoxê û li ser sînor desp dewrîyêya kirin. Armancê wan ne sekinandina êrişan lê belê meşandina berjewendîyên xwe bû.
Berbanga 25ê nîsanê de dema hemû Rojava herikî Qereçoxê û xwedî li şervanên xwe derketin pilana tirkan jî di astekî girîng de vala hat derxistin. Di qada herêmî û navnetewî de qempanyayên li dijî tirkan hat destpêkirin, sloganên #NoFlyZone4Rojava bû destpêka pêvajoyekî nû.
Lê belê çi tişt nikaribû wan lehengên Qereçoxê vegerîne. Fermandarên di şerê li dijî DAIŞê de bi ruhê fedaî şer kirin, gelek herêmên Rojava rizgarkirin di êrişêkî wiha ya bêbext de canê xwe ji dest dan. Ew ciwanên ragihandinê ku ji bo agahîyekî rast û dirûst bigihê gelên cihanê her cûre xeterîyê dabûn ber çav û ji dehan şeran xilas bibûn hatin şehid kirin. Radyoya Dengê Rojava ku ji sê perçeyê Kurdistanê re dengê şoreşê digihand hat hedef kirin û ruxandin. Xebatên ragihandinî û perwerdehîyê ku hêzên YPG û YPJ re dibû xwîn hatibû derb kirin. Bîryargeha şerê li dijî DAIŞê hatibû xirakirin. Bibû birîn Qereçox.
Lê di heman demê de bibû sond û peyman. Li dijî bêbextiya tirkên faşîst û hesabên hêzên navdewletîyê bû bîryara serkeftinê. Wan xwestin buhara me tarî bikin û bikin destpêkirina binkeftina Kurdan. Lê Kurd ji xwe bi xwîna xwe av dida buharê Kurdistanê. Lewma em piştî Qereçoxê xurttir bûn. Çavên me li hesabên sar ên berjewendîyê vebû. Xeta azadiyê de israra me zêdetir kir. Serkeftinên me jî heta îro anîn. Di vî manayê de em zanebûn û bîryardarîya xwe ya serkeftinê dêyndarê wan lehengên Qereçoxê ne.
Bi vî mûnasebeyê ez hemû şehîdên Qereçoxê carekî din bi rêzdarî bîr tînim û bêjna xwe li ber wan ditewînim. Em gelek tişt ji wan lehengan fêrbûn û em her sal bi saya bîranînên wan ên pak li xwe vedigerin û dijminên xwe hîn baştir nasdikin.