Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roja Rojnamegeriya kurdî bi coşeke mezin hat pîrozkirin

22/04/2025
in NÛÇE
A A
Roja Rojnamegeriya kurdî bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/ Qamişlo

Bi boneya 127’emîn ya Roja Rojnamegeriya Kurdî, YRA (Yekîtîya Ragihandina Azad) şahiya belavkirina xelatên kedê ya Şehîd Mazlum Bagok li  Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo lidarxistin.

Roja Rojnemegeriya Kurdî li bajarê Qamişlo  bi tevlîbûna bi sedan rojnamevan û welatîyan  li Navenda Mihemed Şêxo hat pîrozkirin. Deqeyek rêzgirtin hate rawestandin û gotinên rojnamevanên şehîd hatin xwendin. Her wiha sinevizyon li ser girîngiya roja Rojnamegerîya Kurdî hat temaşekirin.

Hevserokê YRA Dilyar Cizîrî  li ser roja Rojnamegerîya Kurdî axivî û got “Bi boneya 127’emin roja Rojnamegerîya Kurdî hemû rojnamegerên şehîd pîroz dikin û ev roj mirateya wan e. Gelek hevalên li çeperên berxwedaniya de wan kêliyan dişopînin slav ji were şandin. Pêşxistina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrîye saya keda wan hevalên berxwe didin yên rojnamevanên kurdin. Gelek sazî û dezgehên ragihandinê yên pêkhateyên din jî hatin avakirin. Ev jî yek ji encama têkoşîn û berxwedana endamên Ragihandina Azad e.”

Berdevka YRJ Arîn Siwêd li ser xebatên ragihandin û çapemeniya jin axivî û wiha got: “Ev roj rojekê pir girînge. Rojnamevanên jin têkoşîneke du milî dan meşandin. YRJ bû hêviya gelek jinên herêmê, weke jinên rojnamevan em ê bibin qêrînên hemû jinan.”

Helbestvan Ferhad Mêrdê helbestên xwe pêşkêşî guhdarvanan kir.

Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Ibrahîm axivî û roja rojnamegeriya Kurdî li hemû kedkar û xebatkarên Ragihandina Azad pîroz kir û rola ragihandina Kurdî ya giring ani li ser ziman.

Navê Rojnamevanên ku li Bendava Tişrînê roja destpêkê heya roja dawiyê şopandin spasiya wan hat kirin û ew hatin pîrozkirin.

Ji ber ku kiryar û komkujiyên Berava Sûriyê şopandin  Elyom û Ronahî Tv hatin pirozkirin

Piştî belavkirina spasnameyan Koma Serdem ya stranan derket li ser dikê û mêvanan govend gerandin

Piştî bidawîkirina stranan jî, ji  aliyê malbata Şehîd Mazlum Bagok saziyên ragihandinê yên ku hêjayi xelatên Kedê hatibûn dîtîn hatin xelatkirin. Piştî belavkirina xelatan şahî bidawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku navê Ajansa Nûçeyan ya Hawar ji ber ku gelek endamên wê kêlîyên berxwedaniyê şopandin û tevlî karwanên nemiran bibûn weke ajansa şehîdan hat ragihandin

Sazîyên hêjayî  spasname hatin dîtin wiha bûn:

Navenda Ragihandina YPJ’ê

Rojava Tv

Rojnameya Ronahî

Elyom tv

Nefel Prodiksiyon

North Press

Ronahî Tv

Ajansa Nûçeyên Hawar (ANHA)

Xelatên Kedê yên Şehîd Mazlum Bagok yên ku hêjayî xelata hatin ditin:

Jin Tv

Navenda Ragihandina QSD

Rojnamevanê Sûrî Ramî Ebdirehman

Ajansa Nûçeyên Firat (ANF)

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.