Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şîniyên Qamişlo ji bo Azadiya Rêber Apo meşiyan

22/04/2025
in NÛÇE
A A
Şîniyên Qamişlo ji bo Azadiya Rêber Apo meşiyan
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi hezaran şîniyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe ve bi pêşengiya Insiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Apo bi armanca azadiya Rêber Apo meşek li dar xistin. Di meşê de şîniyan tekez kirin ku dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.  

Bi armanca şikandina tecrîd û sîstema îşkenciya li ser Rêber Apo pêkhateyên Qamişlo, partiyên siyasî û tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser daketin kolanên bajarê Qamişlo.

Herwiha meş bi durşmeya “dem dema azadiya Rêber Apo ye”

Meş ji çerxerêya Osman Seberî ya Qamişlo bi pêşengitiya jinan û malbatên şehîdan dest pê kir û heya pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hat domandin.

Di berdewamiya meşê de wêneyên Rêberê Gelan, Abdullah Ocalan li jor hatibûn bilindkirin û hemû kes siloganên ji bo Rêber Apo digotin pê re jî stranên şoreşgerî dihatin gotin.

Girseya meşê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo veguherî mîtîng, piştî wê jî meşvanan xuleyeke rêzgirtinê li ser giyanê pakrewanan rawestiyan.

Herwiha di destpêkê de bi navê Insiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Apo Kenian Berekat wiha got: “Rêber Apo di girtîgiha Îmraliyê de karîbû bibe dibistaneke ronahiyê ji bo me hemûyan, îro azadiya ku em li Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên heyî dibînin, bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Îro jî gelên Rojava û Rojhilata Navîn Rêber Apo weke rêberê xwe dibînin, hem jî azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo re dibînin. Daxwaza gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû reng û pêkhateyên xwe ew e ku Rêber Apo azad bibe. Em dizanin piştî banga Rêbertî ya Aştî û Demokrasiyê dewleta Tirk hin qeyd li ser Rêber Apo hilanîn, têkilî pê re hatin kirin û nameyên girîng ji Rêber Abdullah Ocalan derheqê gelê xwe de dan. Lê ev yek têrê nake, hewcedariya gelan bi dîtina Rêber Apo heye, lewma jî divê serokê me azad bibe û li tevahiya Kurdistanê bigere.”

Mîtînga girseyî bi silogana “ Azadî Ji Bo Rêberê Netewî, Bijî Rêber Apo û Têk Biçe Tecrîda Girankirî” li gel tilîliyên jinan û nîşana serkeftinê dawî bû.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.