Hemza Sêvo/ Qamişlo
Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa diyar kir ku Heyva Sor a Kurd ji 11 kesan karîbû xebata xwe di sala 2012’an de bide destpêkirin. Herwiha Îsa da zanîn ku Heyva Sor di hemû rewşên awarte, şer û nexweşiyan de bi dirêjahiya şoreşê re destek dida civakê û heta roja îro jî xebat û perwerdeyên hişiyariyê ji bo gel tên pêşkêşkirin û dayîn.
Heyva Sor a Kurd, saziyeke civakî ye armanca wê ya sereke destekdayîna tendurstî ji bo civakê ye. Di heman demê de erka wê li hember gel, pêşkêşkirina alîkariyan di rewşên awarte de ye. Heyva Sor a Kurd li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebata ji bo civakê dike. Herwiha 23 nexweşxane û navendên tendurstiyê, hem jî 12 navendên rewşên awarte, 65 ambolans û 5 kilînkên gerok û hezar û 200 endam li tevahiya herêmê hene. Lewma ji sala 2012’an ve bi awayekî rojane kar û xebat dike.
Girêdayî avabûna Heyva Sor a Kurd û kar û xebata wê, hevserokê wê Dilgeş Îsa ji rojnameya me re axivî.
Destpêka avabûnê
Dilgeş Îsa di derbarê avabûna Heyva Sor a Kurd de wiha axivî: “Heyva Sor a Kurd di 12’ê Berfanbara 2012’an de li bajarê Amûdê ji 11 bijîşk û kesên xwende hat damezrandin. Armanc jê ew bû; em saziyeke ku destek û alîkariyê bide gel, ava bikin. Êdî li gor zagonên Xaç û Heyva Sor a Navnetewî me Heyva Sor a Kurd damezirand. Di destpêka aloziya Sûriyê de rewşa herêmê pir tevlîhev bû û hikumeta Şamê jî gelekî paşgukirin xistibû warê tendurstî û xizmetguzariya gel. Li aliyekî din jî yekem êrişa ku hat li ser herêma me, êrişa Serêkaniyê bû xebata me ji wê demê dest pê kir. Gelek şêneyên Serêkaniyê koçberî kamp, gundewarên bajarê Hesekê bûn, alîkariya wan jî erkek bû û diket ser milê me. Di wê demê de bi rastî kar û xebat pir zehmeta bû, destkdayîn û alîkariya ku ji bo me dihat krin jî lewaz bû. Gelê me destek dida me, erebeyên xwe dixistin xizmetê. Hem jî destkdayîn ji aliyê gelê kurd yên Bakur û Başûrê Kurdistanê û yên derveyî welat ve bo Heyva Sor a Kurd dihat dayîn. ”
Ji destpêka avabûnê ve xebata Heyva Sor
Îsa girêdayî xebata Heyva Sor a Kurd ji destpêka avabûnê heta roja îro wisa domand: “Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re hêzên YPG û YPJ’ê hatin damezrandin û êriş ji aliyê DAIŞ’ê û komên çete ve li ser herêma me çêbûn. Di wê demê de gelek sivîl û hêzên me birîndar dibûn, em jî li gor zagonên Heyva Sor a Navnetewî ji bo dermankirina wan birîndaran tev digeriyan û alîkariya wan dikir. Destpêkê êriş li ser Serêkaniyê, piştre, Tiltemir, Tilhemîs, Kobanê, Efrîn, şerê Şengalê û pêşwazîkirina koçberên Şengalê, dîsa jî Serêkaniyê Girêspî. Di van êrişan de gelek rewşên mirovî yên zehmet çêbûn, bi hezaran gel jiyana xwe ji dest da, birîndar bû û koçber bû. Herwiha alîkariyên lezgîn ji gel û şervanên YPG û YPJ’ê pêşkêş dikir. Di heman demê de çi dermanê ku hewcedariya gel pê hebû me ji nexweşan re pêşkêş dikir.Di nav re jî gelek nexweşî li herêmê belav bûn weke Laşmaniya, Cereb, Kolêra herî dawî Covîd 19 derket, me jî di nav gel de û li kampên koçberan cihên tendurstiyê çêkirin. Dema ku erdhej di 6’ê Sibata sala bûrî de çêbû xebatek mirovî ji bo xelkên Şehba û Şêxmeqsûd yên ku ziyan gihaşt wan, hat pêşkêşkirin. Wekî me anî ser ziman di destpêkê de alîkariya ku ji me re dihat pir sînordar bû, piştî ku Hêzên Hevpeymanî ketin herêmê êdî destekdayîn ji aliyê rêxistin û saziyên navnetewî ji bo me hat dayîn. Bi pêşveçûna şoreşê re êdî Heyva Sor a Kurd hin bi hin xwe ava kir û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebata xwe berfirehtir kir. Bi saziyên tendurstî yên Rêveberiya Xweser kar û xebat ji bo gel da meşandin. ”Êrişên ku li ser ekîbên Heyva Sor a Kurd hatin pêkanîn
Hevserokê Heyva Sor têkildarî êrişên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ve li ser xebatkarên Heyva Sor a Kurd hatine pêkanîn wiha got: “Bi dirêjahiya avabûna Heyva Sor a Kurd re gelek caran xebatkarên me yên tendurstiyê û ambulans hatine hedefgirtin û di encamê de xebatkar şehîd ketine û birîndar bûne. Di destpêkê de li Serêkaniyê dema ku endamê me birîndar ji wir dibirin Qamişlo, êrişek li ser ambolansa me hat kirin û 2 endamên me ji aliyê Cebhet Elnesra ve hatin şehîdxistin. Di rizgarkirina ser Girê Sipê de 2 endamên me di encama êrişa DAIŞ’ê de şehîd ketin. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir, mayîn û gule li nêzî ambolansên me diketin, hin caran ambolansên me dihatin hedefgirtin jî û endamên me tê de birîndar dibûn. Piştî wê di êrişa dewlta Tirk a dagirker a li Serêkaniyê de embolansek bi firokên bêmirov hat hedefgirtin û 2 xebatkarên jin hatin şehîdxistin. Li Girê Sipî jî 2 endamê me ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve şehîd ketin. Li Kampa Holê jî êriş li ser ekîbê me yên tendurstiyê çêbûne di encama van êrişan de endamekî me şehîd ket. Herî dawî berî du mehan erebeyek ji aliyê firokên bêmirov yên dewleta Tirk ve di navbera Amûdê û Qamişlo de hat hedefgirtin, endamên me ji bo destekdayîna lezgîn çûn bi bîrndaran ve. Lê firokên dewleta Tirk 3 caran êrişî embolansên me kirin. ” Xebata ku dike
Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa di derbarê kar û xebata ku Heyva Sor dike wiha anî ser ziman: “Heyva Sor a Kurd kar û xebateke mezin û berfireh li tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin. Ji ber ku jîngeh ne saxlem e, gelek nexweşî di nav gel de belav dibin. Bi taybet li kampên koçberan ev yek pir belav e. Lewma jî bi dehan navendên tendurstiyê di hemû kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û dermanan ji bo nexewşan tê pêşkêşkirin. Herwiha em perwerdeyên hişiyarî, fêrkirina tendurstiyê û çawaniya xilaskririna jiyana mirovan ji mirinê didin civakê. Eger rewşeke awarte weke şewat, şer, nexweşî derkeve, wê demê mirovê perwerdekirî karibe tevbigere. Ji bo dayîna van perwerdeyan jî têkiliya me bi komîn û meclisan re heye û bi riya wan em perwerdeyan didin civakê. Ev perwerde li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên domandin û armanca me ew e ku em bikaribin 2 hezar mirov perwerde bikin. Li aliyekî din navendên tendurstiyên û hem jî navendên rewşên awarte di nav gel de hene di wan navendan de jî hemû alîkariyên pêwîst ji gel tê pêşkêşkirin. Ev kar û xebat, alîkariya ku ji bo gel tên kirin tev bêpere ye, saziyên ku destekê didin me jî ev in UPP a Îtalî û hin rêxistinê girêdayî Hêzên Hevpeymana Navdewletî. Li aliyekî din bi destekdayîna Şaredariyên Ketloniyayê du piroje li ser asta herêmê tevî didin meşandin. Pirojeyek jê ew e ku em çop û bermahiyên tendurstiyê ji çopa normal cuda dikin û dişewitînin, ji bo vê yekê jî gelek şewatgehên taybet li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin. Armanc ji vê pirojeyê ew e ku nexweşî ji ber van çop û bermahiyên tendurstî çênebin. Pirojeya din jî dîsa bikaranîna çopê û sûdgirtina ji wê çopê, ev piroje tenê li bajarê Hesekê heye. ”