Farûk Sakik
Em di tiştek de li hev bikin. Dijminê Kurdan kî ye? Peyva faşîzma AKP-MHP’ê em bi kar neynîn. Dewleta Tirk a dagirker ‘dijminê gelê Kurd e’. Ev dijminatî sed sal berê ji bapîrên xwe girtine û hetanî roja me anîne.
Navê partî û rêvebiran tê guhertin, lê ev pîlana wan a qirkirina Kurdan hîç nayê guhertin. Hêzên ku bûn desthilatdar, di destpêkê de, li ser diminatiya Kurdan sond dixwin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di Stêrk TV de digot: Qanûnek dewleta Tirk heye. “Li dijî Kurdan çi were kirin, mafdar e.” Belê îroj vî mafê xwe bi her awayî bi kar tîne. Herî dawî qedexekirina govend û stranên Kurdî parçeyek vê qanûnê ne.
Baş e çima êriş dike? Di van 40 salên dawî de PKK’ê çi bi destxistî dixwaze ji holê rake. PKK li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne asîmîlasyon bi dawî kir. Kurd bûn xwedî nasnameya xwe. PKK li Rojavayê Kurdistanê şoreşek û statuyek ava kir. Îroj êrişî vê statuyê dike. Herêm hatin dagirkirin û çete û malbatên wan li van deveran hatin bicîhkirin.
Ji cîhanê re got; ez pirsa koçberan çareser dikim. Aha îroj jî lihevkirina bi Beşar Esad re dixwaze hin herêmên din jî dagir bike û penaberên li axa xwe û çeteyên belav bûne bîne li vê derê bi cîh bike. Bi vê yekê re dixwaze peyamek bide dewletên Ewrûpa û dibêjin; “Aha va em pêşî li pêlên koçber-penaberan digirin da ku neyên welatê we.”
Bi kurtasî, tişta ku nikarê îroj bi serê xwe bike, dixwaze bi rejîma Şamê re pêk bîne. An jî çima Erdogan bi du Beşar bikeve û lava bike? Ji bo tunekirina Kurdan rûmeta xwe kir pênc pere. Îroj herkes pê henekan dikin û wan gotinên ji bo Beşar gotibû bi bîr dixin. Lê ne xema wî ye. Ew ji bo ‘Kurd dayika xwe nebînin’ her tiştên xwe bi hêsanî difiroşe.
Li herêma di bin dagirkeriya Iraqê de ye jî heman siyaset tê meşandin. Piştî ku li herêma Kurdistanê azad bû, dewleta Tirk bi du vê parçeyê azad ket, da ku ji holê rake.
Li her deverî bicîh bûn. Bê sînor baregehên xwe bi îstîxbarata xwe hatin vê herêmê.
Li aliyek jî bi çanda xwe, bi mitaehîtên xwe, bi dibistanên xwe ber bi vê herêmê birêketin. Îroj li kolanan muzîka wan lê dide, di TV’yan de rêzefîlmên wan hene, li bazarê markayên wan li ser dezgahan e. Lê dema li van 3 aliyên Kurdistanê ji bo paqijkirina destkeftiyên Kurdan, dijmin hewl didan, bi navê PKK’ê tevgera Kurdan li pêşiya wan asteng bû. PKK ji bo parastina destkeftiyan têkoşîneke bêhempa dida. Îroj bi tenê ev tevger di hedefa wan de ye.
Di warê leşkerî de dema ku xwest encam bigire rastî lehengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin. Bi ser neketin. Li rê û rêbazeke nû geriyan. Çawa di dîrokê de dijmin û dagirkerên Kurdistan hatibûn cem hev bi navê Sadabat û Cento hin peyman îmze kiribûn, îro jî dixwaze bi dewleta Iraq, Îran û Sûrî re heman peymanan çêke. Hevkarek din jî li vê ‘koma dijminên Kurdan’ zêdekirin. Malbata Barzaniyan.
Malbata ku di nav civaka Kurdan de îtibara xwe nemaye û desthilata wan a berê ji dest wan çûye, xwe spartin dewleta Tirk. Li hember gerîlayên Kurdistan li kêleka artêşa Tirk cîh girtin. Dema dewleta Tirk hat herêma Behdînan pêşî li wan vekirin da bi hêsanî herêmê dagir bikin.
Divê civaka Kurdan vê malbatê baş nas bike û helwest bigire. Da ku gerîlayên Kurdistan bikaribin Kurdistanê biparêzin.