Piştî 13 salan ji talankirin û qirkirina gelan; Erdoxan û Essed careke din ber bi lihevkirinekê ve diçin. Hevserokê Partiya Sûriye Pêşeroj li Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Bêrem destnîşan kir ku hevdîtinên di navbera Erdogan û Essed de eger bên kirin, wê li dijî berjewndiyên gelên Sûriyê be.
Zana Roj/ Şehba
Serhildana gelên Sûriyê ku veguherî pilanên herî xirab û hemû pîvanên mirovahiyê hatine binpêkirin. Li dijî gelan qirkirin, talankirin û koçberkirin bêserûber hatiye kirin.
Piştî ewqas destwerdanên hêzên dagirker, îro li ser hesabê rijandina xwîna gelên Sûriyê banga lihevkirirnên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker tê kirin. Erdoganê ku bûbû sedem û alîgirê yekemîn di perçekirina xaka Sûriyê û berbatkirina gelê wê de, bang li Essed dike ku piştî 13 li ser masaye lihevkirinê rûn in.
Têkildarî mijarê û planên ku tên gerandin, hevserokê Partiya Sûriya Pêşeroj li Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Bêrem ji rojnameya me re axivî.
`Tirkiyê temenê aloziya Sûriyê dirêj kir`
anî ziman ku Tirkiyê rola sereke di dirêjkirina aloziya Sûriyê de leyist û wiha got: “Dagirkeriya Tirk siyaseta xwe li ser xwîna gelên Rojhilata Navîn ava kiriye. Piştî hilweşandina Iparatoriya Osmanî her du dewletên Tirkiyê û Sûriyê encama peymana Sayks Piko ne û her du dewlet jî aloziyên cîhanî jiyan dikin. Dewleta Tirk alîkarê yekemîn di perçekirina xaka Sûriyê, tallankirina wê û xwînrijandina bi milyonan ji gelên Sûriyê ye. Dagirkeriya Tirkiyê di nava xwe de hilweşandineke cidî jiyan dike û êdî aloziyên navxweyî kurtir dibe, ji bo derbaskirina van hilweşandinan û piştî derbasbûna zêdetirî 13 salan li ser pilan û siyasetên qirêj Erdoxan banga lihevkirinan bi Esed re dike. Erdogan bi pilanên xwe yên qirêj û derxistina şoreşa Sûriyê ji riya wê ya rast û parastina berjewendiyên xwe li ser pişta gelê Sûriyê, rola herî serek û dirêjkirina temenê aloziya sûriyê de leyist. Di 13 salan de Erdogan sûcdarê herî mezin di talankirina gelê herêmê de ye.”
`Nêzîkbûn nakevin xizmeta gelên Sûriyê de`
Mihemed diyar kir ku piştî têkçûna siyaseta dagirkeriya Tirk, ew niha dixwaze bi riya nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re siyasetên xwe dewam bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dagirkeirya Tirkiyê piştî alozî, windakirin û qeyranên ku di nava xwe jiyan kiriye, her wiha bi bûyera Qeyserê û pêkanînên sûcên dijmirovan ya ku bandoreke mezin li ser siyaseta wî bi dervere kiriye. Me dît ku Tirkiyê ji bo pêhtir zirarê nebîne û têkiliyên xwe biparêze silogana na ji pirisgirêkan bi dewletên cîran re rakir. Banga wî ji Esed re û vegerandina têkiliyan di van hevdîtinan wê tu sûdê li berjewendiyên tavahî gelê Sûriyê yên herêmên dagirkirî û yên bi Esed re neke. Ev nêzîkbûn careke din dikevin xizmeta berjewendiyên her du hikumetan”.
`Gelê Sûriyê wê planên wan qebûl neke`
Mihemed di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: “Ev gavên ku weke çareserî dibînin, tu tiştî wê çareser neke. Çaraseriya bingehîn ji alioziya Sûriyê re ew pêkanîna biryara navnetewî ya Cinêf ê ya 2254 e. ji ber wê em dibêjin ev pilan û hevdîtin careke din li ser hesabê gel tê kirin û mafê gelê Sûriyê yê ku zêdetirî 8 milyon Şehîd û zêdetirî 14 milyon kes koçber û penaber bûne venagerîne. Gelê Sûriyê bi van çareseriyên perçekirî qebûl nake çareserî di vegerandina tavahî koçberên ku derketine her wiha derxistina tavahî hêzên dagirker û vekirina riya diyalogê ya rast bi tevahî pêkhateyên di Sûriyê de jiyan dikin re, li dûrî tavahî ecîndatên dewletên navnetewî yên kapîtalîst û dagirker”.
`Divê gelê Sûriyê nekeve xefkê`
Mihemed Bêrem di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Sûriyê kir û wiha got: “Em bang li tavahî gelê Sûriyê dikin ku bi van pilan û siyasetan nexapin, da ku careke din nekevin xefka pilanan û nebin qurbanî ji siyaset û berjewendiyan re. Her wiha em bang li tavahî hêz, pêkhate û Opozisyona ku rastî bi mafê gelê Sûriyê difikir ku bibin yek enî da ku hemû hêzên dagirker ji xaka Sûriyê derbixînin û çareseriyeke bingehîn ji vê aloziyê re bibînin”.






