Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aştî çandeke…

15/07/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Ji Cotmeha 2024’an û vir ve, di navbera Tirkiyê û Kurdan de ‘pêvajoya aştî û çareseriyê’ careke din dest pê kiriye.

Piştî axaftinên Meclisê yên Bahçelî, banga Rêber Ocalan a ji bo PKK’ê ya dawî anîna şerê çekdarî û fesixkirina rêxistinê, di dîrokê de qonaxeke bêhempa bû.

Aştî, şernekirinê îfade bike jî, aliyek wê kêm dimîne. Dema ku pevçûn bi dawî dibin, çek bêdeng dibin, kolan di nav bêdengiyê de dimînin, ji vê serdemê re “aştî” tê gotin.

Lê belê aştî ne tenê bêdengî ye; di heman demê de fêmkirin û bide fahmkirine jî.

Bersivdayîna PKK’ê ji vê bangawêziyê re û fesixkirina xwe, nîşan dide ku serdemek diqede.

Lê belê ji bo ku aştî bi wateya rastîn dest pê bike, ne tenê bêdengiya çiyan, lê di heman demê de guhertina zimanê destûra bingehîn, guhertina zihniyeta dewletê, guhertina gotinên provokatîf ên çapemeniyê, guhertina nêrîna serbilind a burokrasiyê (burokrasiya çekdar û sivîl) û pratîkên wan jî pêwîst e! Tevî van hemûyan û her çiqas hêdî hêdî dimeşe jî, nayê înkarkirin ku em ketine nav pêvajoyekê.

Di 11’ê Tîrmaha 2025’an de, dema ku çek hatin şewitandin ev yek hat hedefkirin.

Bêdengî, nizama serdest e, lê aştî hewldana wekhev beşdarbûna di avakirina nizama hevbeş de û hewldana avakirina wê ye. Bi kurtasî herdun alî berpirsyariyek xwe hene.

Ji bo vê yeke aliye tevgera azadiyê gelek hewlda û carcarna jî fedekarî kir. Ji bo aştiyek mayinde tavîz jî da. Peyva “teröre” ku bi kardanîn, aliye Kurdan rencide dikir, lê dîsa jî ji bo aştî mayin bibe Kurd ‘es’ derbasdibûn.

Pirsgirêka Kurdî ya li Tirkiyê ya ku zêdetirî sed salî ye, ne tenê pirsgirêka “şerê li dijî terorê” ye; ew travmayeke siyasî ye.

Tenê bi perspektîfa ewlehiyê ve mijûlkirina vê travmayê, tenê tengkirina meseleyê ye; ew têr fêmnekirin e, pirsgirêkê bi awayekî çewt pênasekirin e.

Ji ber ku ev pirsgirêk ne tenê di çekên li çiyayan de, ne tenê di bombeyên li bajaran de ye; ew di destûra bingehîn de, di bernameya dibistanan de, di navên bajaran de, di salonên dadgehê de, di nasnameyên nifûsê de, di qedexekirina ziman de û di bîra kolektîf de tê jiyîn û hîna jî berdewam dike.

Dive ku dewlet li hember van hesasiyetan şîyar be. Qanûnek poşmaniyê ji bo Kurdan qanûna rencide kirinêye.

Raste ji roja çek şewitandinê hetanî roja me diviya gelek gav bahatina avêtin. Lê mixabin.

Baş e, em ê çi bikin? Ji bo ku gotûbêjên heyî û lêgerîna ‘çareseriyê’ bigihêje aştîya erênî û çareseriya rastîn.

Em wekî Kurd û Tirk, wekî kesên li vê erdnîgariyê dijîn; nivîskar, ronakbîr, entelektuel, jinên ku wekî wijdana civakê tên binavkirin, di vê mijarê de dikarin çi rolê bilîzin?

Divê were zanîn ku bidawîanîna vê pêvajoya pevçûnê ya ku zêdetirî sed salî ye, ku hemû enerjiya me, hemû çavkaniyên me, deh hezaran canên me standiye. Hatina aştîyê bo erdnîgariya me, ne tenê ji bo Kurdan û ne jî tenê ji bo dewletê tê hiştin.

Ji ber ku pirsgirêk û çareseriya ku dixwazin pêş bixin, ne pirsgirêka tenê aliyên şerker e, pirsgirêka me hemûyan e û çareseriya pirsgirêkê jî divê me hemûyan di nav de bigire. Ev ne tenê wezîfe ye; di heman demê de ceribandineke civakî ye. Ya ku li vir herî zêde bala xwe dikişîne, ew e ku em ê çiqas hewl bidin ji bo vê ceribandinê.

Heralî û herkes xemsare. An jî bêhêvîne. Bi tene Rêber Apo, bi hêvî û bi bawerî ji Îmralî midaxeleyî hewesa şerxwaza dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.